Damezrandina Koçka Mihemed Şêxo ya hunerî li Girkê-legê

Girkê-legê / în /9/3/2012 / : bi amadebûna jimareyek rewşenbîr , helbestvan , mozîkjen , nûnerên rêxistinên siyasî û çandî , koçka mihemed şêxo ya hunerî li ser destê çend hunermendên deverê  hat damezirandin , û piştî rawestana xuleke  bê deng li ser giyanê pakrewnên kurd û kurdistanê û yên şoreşa sûriyê û strana ” pêşkevin em serferazin miletê kurdî …” wekû duruşmê koçkê hat pejirandin , paşê gotina koçkê ji aliyê endamekî wê ve hat pêşkêşkirin û kurte jiyana nemir mihemed şêxo bi taybetî ya hunerî hat xwendin .
 hêjayî gotinê ye ku çend hevçerxên hunermend şêxo di vê rûniştinê de amadebûn û hin helwest û serhatiyên xwe pêre diyarkirin , Dr.şiyar di gotina xwe de amaje bi êş û azar û tengezariyên jiyana M.Ş kir , û anî ziman ku helbestvanê kurd mehmûdê sebrî li îranê melayê girêbesta hevjînîtiya wî bû , her wiha helbestvanê kurd şiyarê emerê le`lê serbora bavê xwe (helbestvanê navdar rêncber ) û M.Ş numand û amaje bi helbestên nêvnas yên Rêncber bi dengê bilbilê kurd M.Ş kir ,û di navbirekê de  yekî ji amadebûyan got: rojekê min pirsek wisa ji M.Ş kir gelo çima tu liser helebçe nabêjê? Pûnijî û got : 5000 hezar mihemed şêxo têra helebça nakin , beşdarekî dî got: M.Ş di gel çend hunermendên dî festîvaleke mezin bi amadebûna Şah hisên şahê urdunê ji bo alîkariya malbatê şehîdên kurd encamdan . li dawî gelek brûsk ji rewşenbîr , rêxistinên siyasî , hevrêzên ciwanan …. hatin xwendin , û bi stranên bilbilê nemir Mihemed şêxo ev helkeft bi dawî bû .

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…