Cilika dûv cercerê…!!

Xelîl Kalo

Di destpêkê de zanyarî bo wî  merovê ku nizane cercere çiye û bi taybetî nifşê nû û yên ku li bajaran dijîn . cercere alavekî bav û kalan bû, pê sapên dexl û danê genim ,ceh.kixin.nîsk hûrdikirin , du dewran ya jî du gayê cot ew cercere di kişand, berî ku teknîka nûjen werê welatê me “patoz”ku niha bi patozê dexil û dan ji pûş cûda dike .tê bîra me em zarokbûn bavê me , em bi xwere dibirin bênderan da ku em li cercerê siwarbin , gêrêbikin û dewaran bajon .
Ew gêra, ew dewar, nîr û embûr, mişane kêşê ,em tev dema li hawîr dorê zicîra sapê genim di zîvirîn li ba me zarokan seyrek bi şadî û tameke xweşbû û me xwe didît tiştekî mezin, dema me dewar tajotin , hîn bihtir em pir kêfxweşdibûn û şadibûn dema me qamçî li dewaran didan û bilezgînî li dora zicîra sap digeryan .başî cend rojan ku ew sap hûr dibû .yê cotkar cilikek bê hecet “ew cilik qepalekî bê hacêtbû yan ji telîsekî kevinbû ne gelekê bi  nirx û qîmetbû “”li pey cercerê ve dikir da ku dewsa dewarn û şûna dinanê cercerê ypn hesinî rast bike”” weke niha dema mirov çawa cilûbergê xwe ûtî dike”” û dîse jî heta ku cercera nexeniqê û şeweyê melhema berhemê dexil û dan bi bercav bibe ,ji bo cotyar zanibe ka gelo hûrbûna sap bese yan na….bi kurtasî û li gorî zanbûna me evbû rola cilika dûv cercerê-

Niha û piştî demeke baş dirêj û keftefta bûwêrên ku li welatê me di qewmin,  mirovin hene û yê me kurdane  li qulan û qada siyaset û rewenbîriya kurdîne bi tamamî rola wî qepalî dileyizin .anku zirtikin bihtir ku xwedî şexsiyeteke serbixwebin,  xwe xistina cilika dûv hin siyaset medaran heta ku hin hesûyan bikojin .tenê ji wan re bûne ew qepal ,û karê wan kêmasî wan di veşêrin û qirêj û kefşîla wan davêjin .anku xwe xistin sergo , xwe dane ber siha gunê wan heta ku hebûna xweyê sexte û pûç bide xuyakirin û bibêjin  emjî  hijmarekin û ez heme .bere serê mirovê wisa bin erdê kevê û xwedê wî mirovê pûç nehêlê ji bavê wî re.

Xelil Kalo
28.2.2012   

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…