Kun bi paçan nayêne girtin

EHMED QASIM

 Kongira netewî ya kurdî di roja 26/10/2011 da li darket, û çend biryarin li ser astên netewî û niştîmanî têda hatine girtin, û li dawî encûmenek bi navê encûmena niştîmanî ya kurdî encam da. Wek ku tê zanîn encamp dana vî encûmenî biryarek bi xweva girêda, ku her endamek ji vî encûmenî girêdanê xwe hebê bi deste yanjî dorpêç yan encûmenekî dinra, dibê xwe di du mehanda ji wan girêdanan vekşînê û tenê endametîya xwe di encûmena niştîmanî ya kurdîda biçespînê.
      A niha, du meh û nîv bi ser kongir ketin, û partîyên endam di desteya hevrêza niştîmanî, û yên di encûmena niştîmanî ya sûrî, û yên endam di daxûyanîya Şamêdajî, wek xwe mane, û ti partîyan xwe ji wan sazîyanan venekşandine. ku va yekajî bûye alozîyekê di navbera endamên encûmena kurdîda, û her çendek li têleke sazê dixin, vêra ji saz û awazên kongira xwe derdikevin. ji ber vê yekêjî karên wanî bi hevra heta îro encam nedaye, û eger wa bimînê, bawer nakim di rojên pêşdajî ti encaman bidê.
      Ev encam rojane rû didê di karên pêwendî û dublomasîda_ eger em kanibin nav lê bikin dublomasî_ ji ber durutîya van partîyên ku bi nigekî dîlana kurdî dikin, û bi yê din li gor sazekî din dikutin. Her yek idî zanê hêza dublomasîya kurdan di yekbûna kurdandaye. Eger vaya rastîyeke zanistîbê, û pêzoyî jêra ne pêwîstbê, çima biryarê kongirê cî bi cî nabê, tevî ko demjî di ser ra buhurîye? Ev karê ENK jî, di vî çarçoveyîda dikevê ber gumanên tarî, ku yeketîya tînin ziman, ne ji rastîya bawerîya wan tê. Oposisyonê sûrîjî vê yekê ji xwera fersend digrê, û dibêjê herin yeketîya xwe ser rast bikin, û dûra werin wekî bilokekî serbixwe ji oposisyonê. Nabê beşek ji kurdan endamin di nav ENS, û beşek di nav desteya hevrêzîya niştîmanî da, û ENK jî xwe dibînê nûnerê kurdê sûrî, va yeka bê qayîlbûna oposisyona sûrîye. Bo vê jî diyaloga ENK û beşên oposisyonên din bi ser nakevê û nejî bi serî dibê eger wisa bimînê.
      Ez dibînim destwerdanin bi guman di nav tevgerêda dilîzin. Ew destjî ne di bercewendîya pêşeroja kurdandaye. Eger ev ne rastîyekbê, ev partî dikanin sedemên venekşandinên xwe ji nav wan dorpêçên oposisyona sûrî aşkere bikin? Nemaze, partîyên li nav ENS û yên li nav desteya niştîmanî.
        Ev kêşaya me gotî li hêlekê, lê li hêla din, çima cîyê PYD di nava desteyê niştîmanîda tê parastin, û di nav ENK êda bi cî nabê? Tevî em tev zanin ku heta îrojî desteya niştîmanî mafê kurd wek dîtina PYD qebûl nekirîye, û di bawerîya minda qebûlkirina mafê kurd ji alîyê ENSê gelekî li pêştire ji yê desteyê niştîmanî, tevî vê rastîyêjî, ne PYD û nejî ENK nikanin li ser berekê li hev bikin, û bi hevra wek desteyekî kurd bi oposisyona sûrîra di diyalogêkevin. Tiştekî seyre û nakevê haqilan, ku desteyê diyalogê ENK bi desteyê diyalogê ya desteyê niştîmanîra danişê, û yek ji wa desteya li hemberî ENKê kurdbê, û her serokê PYDêbejî. Li alîkî dinjî, çen part û hevrêzên dinjî biloreke din dikutin, ewjî wek bilokê sêyemîn di nava kurdanda dilîzê. Bi vanalozîyan tevda em dilê xwejî xweş dikin bi yeketîya ku me saz kirî, lê bersiva vê em ji xeyncî kurdan dibîsin, di dema ku her yak dixwazê kunên xwe bi paçikan bigrê û veşêrkê. Lê di rastîyêda herkes zanê ku ev yeketî heta îro yeketîyekî seqete, û pêwistîya me bi hevkarî û hevbendîya me heye. Nabê yakî ji me nigekî xwe li hinder male kurdanbê, û nigek li nav hola lîskên xelkêbê. Mofirkeke dîrokîye, û destxistina mafan bi qurf û laxan nayêne encamê. Hêvîdarim em her tiştên xwe ron bikin, da ku derên xar ser rast bikin.
  nivîskar û sîyasetmedar.

  2/1/2012

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…