
Salih Cefer
Careke din Beisîyên xwînrêj destên xwe avêtin bejna hestên kuredewarîyê
Careke din li kuştinê bûne xwedî
Careke din xençera ji pişve dirêj kirin
Careke din bi tirsonekî rûyê dîroka xwe reş kirin
bi lez û bez, kîn û nemêranîya xwe avêtên kolanên qamişloka evînê
Û
xelkên wê dane ber pirs û hawaran
Xwe dane ber agirê germahîya berîya Milan
Kîne ev yên ku
Xwe avêtin nav pêlên Feratê li hevgerîyayî
Kîne ev yên ku
Enîya xwe dane enîya harbûna Dicle û Zap
Bejna Mişelê serhildayî dane ber qurşên û golleyên newêrekîyê
Ceqceqê miçiqî
Zarokên xwas li kolanan
Ferhad û hevlaên xwe
Meşûqê Xeznewî
hersê Mihemed
Û
Mişel , û Mişel û Mişel
ev çi bêxwedîbûne
ev çi wêrane
ka wêrekîya xelkê çîyan
ka xwedîlêderketina tolan
Ka heyfvedan
Em ne xwedîyê lehengîya wene
Em ne nevîyên cegerdarîya wene
Belkî çiyayên kurdistanêde kanibin rojekê heyfa we rakin

Şîrove (0)