Careke din


Salih Cefer 

Careke din Beisîyên xwînrêj destên xwe avêtin bejna hestên kuredewarîyê
Careke din li kuştinê bûne xwedî
Careke din xençera ji pişve dirêj kirin
Careke din bi tirsonekî rûyê dîroka xwe reş kirin

Careke din sinçên kîn û tolhildana êlane bereder kirin
Û
bi lez û bez, kîn û nemêranîya xwe avêtên kolanên qamişloka evînê
Û
xelkên wê dane ber pirs û hawaran

Kîne ev yên ku
Xwe dane ber agirê germahîya berîya Milan
Kîne ev yên ku
Xwe avêtin nav pêlên Feratê li hevgerîyayî
Kîne ev yên ku
Enîya xwe dane enîya  harbûna Dicle û Zap

Kîne ev ?

Yên ku ji nişkave û bi tirsonekî û nemêranî
Bejna Mişelê serhildayî dane ber qurşên û golleyên newêrekîyê

Xanîyên axîn
Ceqceqê miçiqî
Zarokên xwas li kolanan

Aminê Adê
Ferhad û hevlaên xwe
Meşûqê Xeznewî
hersê Mihemed
Û
Mişel , û Mişel û Mişel

ev çi talane
ev çi bêxwedîbûne
ev çi wêrane

ka şanên nevîyên Leyla û Mezlûm û Qasimlo û Xeznewî
ka wêrekîya xelkê çîyan
ka xwedîlêderketina tolan
Ka heyfvedan

Bibûrin nemirin leheng

Em ne li gur germahîya xwîna wene
Em ne xwedîyê lehengîya wene
Em ne nevîyên cegerdarîya wene

Tu gazî û hêvîyan ji me nekin
Belkî çiyayên kurdistanêde kanibin rojekê heyfa we rakin

  

18-11-2011

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Endezyar Bassel Kasnasrallah

Îhtîmal heye ku şerê îro bê sedeman e, bê tank û teyare û askerekî zexmîn, lê ew di dîtina herî xurt de aramtir e û xetertir. Ew “şerê hêza nerm” e, wisa ku wekî hevnîkek bi rêwîtî tê hereket û digel winda bibe, di rewşa ku xezalkek bilind dida, tê kêşandin….

Weşandin û amadekirin: Komîteya Kurdî ya Mafên Mirovan – Rased

Nabera: 6 Adar – 10 Nîsan 2025

Pêşgotin:

Di nav bera Adar û Nîsana 2025 an de, li herêma Berava Sûriyê bi taybet li bajar û gundên Latakiyê(laziqiyê) û Tartûsê – tund û tûjiyek Quris dijî kesên sivîl…

Şîlan Doskî

 

Ji bo nasnameya herêmekê belgedanka Riweknasî

Di herdu pirtûkên xwe yên Kurdica – Beşa 1 û 2 de, min bi giştî 167 cureyên riwekan ku bi navê zanistî yê “kurdica” tomar bûne anku paşnavê kurdica lê hatine kirin û bi navê Kurdistanê tomar bûne, dane hev. Lê karê min…

EBDILBAQȊ ELȊ

Polȋtȋk karekî pîşeyî ye, û pêdivî ye ku kar ȗ xebata sîyasî standardên pîşeyî yên polȋtȋkî bipejirîne, ȗ xwe bi sipȇre pîvanên pirofesiyonelîzma siyasî, ku li gor civaknasȇ siyasȋ yȇ Elman MAKIS VȊBER”Max Weber” pȇwȋstȋ bi van her sê taybetmendiyên girîng heye : azwerî, hesta bi berpirsiyariyê, û…