Henasa hizra du çiyayên serbilind „ Bo Mişel û Şêx Maşûq di xelwetgehên xwedê de“

 
Tengezarê Marînî

Li wir, cihê êvar tête xwarin, dawiyeke din tune ye,
valahî heye.

Di rêka kadizan de, stêran roja xwe windakir.
Spêdeyek, kolana hişê min, xewneke jixwerazî birîndar ketibû.
Xelwetgeha wê, rû bi rû bêciriya xwe li bazara êşan belavkir.
Nehişiya min ji nişkekê ve, hawarên xwe hijmartin, yek, do, sê, gelek, nema
tên hijmartin.
Ne derya, ne jî bej dikarin susretên min û te li hev par bikin.
Ev keldumana şerekî li Orok bû.
Daristan, tu bûyî, Sîpan heta bi ezelê xemgbar hişt.
Û…tu diçûyî.
Rojekê dê erd û ezman bi germahiya te bisojin û..
Tu, dê li gerdûnekî din, xunav, pêrgî min bibî, êdî ne tu û ne jî ez, em hene.

Şev ji xwîna sirûdan, Gulwazên mirinê dikişîne.
Beravayiya berbangan nisrînên te girêdan.
Şevê tenê hiştim.
welatekî rût, bi tik û tenê me.

Kolanên te sûnd in, dengê bêdengiya te,
av têr dikir,
li ser guhanên xurcejîna te,
Hespê xewnên te, şevê li ba dike.

Li wir,
dûrahiyên te ji çavên rojê xelata zindîbûnê werdigirin.
tu û henasa azadiyê cimik in.
Welatekî ji bazbendan,
Çav cam e, şev e, li ser dêmên pencereke tarî, baran ji dengê te dibare.
baran bariya..
pêlan dane dûv hev,
wan bigire, di kaniyên mirinê de, ken in.

Berhemê tenêtiyê himbêz bike
Beyebana revînê ji çavên min…
Derbederî
Li ser zimanê te
Daristananek şîn dibû
diçî, gulek li ser singa te
çavên baxiziyê,

çend mar, û qûnaxên êşê hene,

Lli wir……
wan ji min re bibêje
qûnax in di nêvbera min û te de çêbûne.

serî diêşe
tu dûr diçî keleh li wir hebû
şahinşahekî veşartî
di xilmaşeya helbesta min de.
Dîmenê rastiyê tenê mirin e.

Asîman li dûrvê keniya te xwe pêça bû,
Bêy te, dengê azadiyê kiz e.
Dê rûbarê êşa xwe, bikim lehî û bi ser kavilên hizra te de biherikînim.
Xwîna te zingilê şevçiraxên deşta Mêrdînê vedilorîne.

Ji sîbera hizra te, şikestinên min jî kovandar in.
li ser çeperên vê jiyanê dibim çêra guran.
Bakur dûr e, mişt e ji mêrxasan
Kolanên cîran û brayan teng in, tu kesk dikî, li bendî vegerê me
tarî ye, li ser pêpelûkên van qûnaxan spîbûna te didize,
keskahiya te, zer û sorahiya te divên binax bikin.
Dem têra wan nake…
Em hîna xirecira şevçiraxên hawar te
Sinorên me ji dengê te dipelqizin
Qîrên me, kolan serxweş nekirin
Tenê hêviyeke min hebû,
ku baqek gul di destên te de bûya

daku li wir li nav cibeya Şêxê me bêhna xwe vedaya

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…

Xizan Şîlan

şev û rojên min

bi nalîn û keservedanên kûr

dibihurin

hinavên şewitî

bûye cîhê gund û bajarên

hilweşiyayî

henasa gewriya fetisî

ji bayê havînên nerm

werdigirim

rengê keskesora derûniya min

çilmisî

li ser axa şaristaniyê

koçberî û derbederî…