Pirtûka çaverê kirî ya Helîm Yûsiv, Ausländer Beg derçû!

  Cesare Pavese bi awayekî nemir gotibû: “Dê mirin bê û di çavên min re li te binihêre.”

Çîroknûs û romannûsê navdar, Helîm Yûsiv jî di berhema xwe ya nû, Ausländer Beg de, ya ku ji 28 kurteçîrokên wî yên nû pêk tê, dibêje û dibêqey risteya Pavese dupat dike û diçespîne:

“Her dem dengê ken reş bû.
Her dem rengê girî spî bû.
Di navbera reş û spî de jî, rengê xerîbiyê hebû.
Kirasekî di vî rengî de, xwe li jiyana min pêçabû û ew spartibû dîwarê mirinê.
Ne jiyana min bi dawî dibû, ne jî dest pê dikir.

Wisa rawestiyayî, ji xwe re, li her du çavên xweşik yên mirinê, dinêrî.”
Ausländer, ango biyanî, yê ku tevî zehmetiyên nebînayî, bi awayekî ji awayan xwe ji pêsîrtengî û karesatên welatê xwe rizgar kiriye û kariye xwe bigihîne welatekî Ewrûpayê yê mezin û pêşketî. Bi ser de jî ku ev ausländer yekî Kurd ê nivîskar be, li welatê xwe yê mişt bi reşebayiyan temenê xwe yê tijî têkçûn, tirs û xofa zik li ser biryara nivîskarbûnê, nivîskariya bi zimanê qedexe kirî ava kiribe, tûşî trajediya ku hem civaka wî hem jî hêzên dagirker tînin serê mirov bûbe û bazdana ji welêt ji xwe re kiribe deriyê felatê, bi peregendetî xwe gihandibe Elmanyayê, hatibe nava çandeke biyanî, zimanekî biyanî û şêwejiyaneke biyanî û ne mêvanperwer û ne xerîbdost, gelo çi rewşine, hal û hewaline trajîkomîk tên serê wî? Di bewerbungê de, daxwaznameya ku ji bo peydakirina kar tê nivîsandin, çawa çêdibe ku çênabe wekî kar “nivîskar” bê nivîsandin? Di nava keftelefta akincîbûnê û hewildana peydakirina kar de, ji bo ku yê ausländer bikaribe îqameya xwe bistîne, kîjan rê û rêbazên seyr diceribîne?

Nivîskarê bilîmet û jêhatî, Helîm Yûsiv, di pirtûka xwe ya kurteçîrokan a bi navê Ausländer Beg de, ya ku ji 28 kurteçîrokên bi navê wekî Ausländer Beg û Dîwarên Asê; Ausländer Beg, Mêrê Du Jinan; Ausländerê Helbestvan, Ausländerê Ker, Ausländer Beg, Nivîskar e, Ausländer Beg, Welatparêz e, Ausländer Beg, Sen Türk müsün?, Ausländer Beg û Şoreş û Ji Bîranînên Ausländer Beg pêk tê, wêneyê Kurdekî ji ber şer, serêşî û dijwariyan ji welatê xwe reviyayî, bi şêweyekî realîst-trajîkomîk, bi zimanekî gelekî fesîh nîgar dike û reng e bê gotin ku bi vê zincîreya kurteçîrokên li ser destpêka qonaxa pêkhatina dîasporaya Kurd, berhemeke ku dê bi berdewamî bê xwendin diyarî zimanê Kurdî û wêjeya Kurdî dike.

Weşanxaneya Lîs vê berhema Helîm Yûsiv a nû ya çaverê kirî bi şanazî pêşkêşî xwendevanên Kurdî û xwendevanên Helîm Yûsiv ên dilsoz dike. Ji ber ku di nava xwendina Ausländer Beg re dê bê dîtin ku Helîm Yûsiv berhemeke mîna wê berhema klasîk a navdar a nivîskarê Çek, Jaroslav Hašek, Şvaykê Şêrleşker, tevî destkeftiyên wêjeya Kurdî dike.

Her wiha, dê xwendevanên dilsoz bibînin ku nivîskariya Helîm Yûsiv a ji pirtûka wî ya pêşîn a bi navê Mêrê Avis dest pê kirî, hem bi rasteqînî hem jî bi honakî, gihiştiye kîjan qonaxê û ew ê reng e berê xwe bide çi aliyî.

Ausländer Ber
Helîm Yûsiv
Kurteçîrok, 176 rûpel
Sermawez 2011, Amed

Weşanxaneya Lîs

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Rojavayê Kurdistanê dikele
û dilên me dikelîne..
Agir bi dexl û danê me ketiye
agir, me bi pêtiyên bêbextiyê disojîne…
Agir dêwekî devbixwîn e,
laşê min bi destê bêsozan disojîne…
Bîrîna me ne tenê Hocan û Sîpan e
û ne tenê zindaniyên Kobanî ne,
serjêvekirina kêşeyeka sêwî,
bê xwedan û kurdîniya Kurdên bê xwedî ne…
Serê me bi kêrgemara xwe…

Hişyarê Emerê Le,ilê

Bi te bûme helbestvan
Bi hest û vîn û raman
Kevoka ber dilê min
Karxezala kurdistan
Tu pîrozî tu cejnî
Bi te şahî dibin can
Hemî cejnên buharê
Bi te dibin gulistan
Vîna min û te cejne
Avdar dibakê nîsan
Gul û sînem geşdibin
Dibê sema û dîlan
Digel Reqsa botanî
Bi şêxanî bablekan
Bihna gula difûrê
Şaxdidin gul û rîhan
Hest û dilê me…

Hozanê Girkundê

Bajarekî wêran darbesta evîneke
Westiyayî
Li ser piyê xwe hildigire
Bi dilekî şikestî
Xulmaş dibe!
Jiyan digrî
Êşê bi rondiken zemînê dişo
Perperîk
Şevnema li ser pelên
Sibehan dinosînin!
Zarokên pêxwas bi morîkan
Dilîzin sarbûna axê
Maçî dikin û qevdên hermelê
Bi dîwarê xewnên xwe
Dadilqînin!
Her tişt li derdora xuristê
Tê….guhertin
Babelîsk li beyaren payîzê
Keserên salan kom dikin!
Darên pîr toza
Demsalan ji ser xwe diweşînin
Rengê rokê bê…

Mehmûd Badilî

Sûriyê, piştî salên dirêj yên şer, parçebûn û wêrankirinê, derbasî qonaxeke pir hestiyar bûye, qonaxeke ku dê rengê dewletê û paşeroja têkiliyê di navbera pêkhatiyên wê de ji bo salên pêş de destnîşan bike, ku ji hemû aliyan tê xwestin ku ji mentiqê serdestî, mandelkirin û tunekirinê derbasî mentiqê lihevhatinê û avakirina dewletê bibin….