Pirtûka çaverê kirî ya Helîm Yûsiv, Ausländer Beg derçû!

  Cesare Pavese bi awayekî nemir gotibû: “Dê mirin bê û di çavên min re li te binihêre.”

Çîroknûs û romannûsê navdar, Helîm Yûsiv jî di berhema xwe ya nû, Ausländer Beg de, ya ku ji 28 kurteçîrokên wî yên nû pêk tê, dibêje û dibêqey risteya Pavese dupat dike û diçespîne:

“Her dem dengê ken reş bû.
Her dem rengê girî spî bû.
Di navbera reş û spî de jî, rengê xerîbiyê hebû.
Kirasekî di vî rengî de, xwe li jiyana min pêçabû û ew spartibû dîwarê mirinê.
Ne jiyana min bi dawî dibû, ne jî dest pê dikir.

Wisa rawestiyayî, ji xwe re, li her du çavên xweşik yên mirinê, dinêrî.”
Ausländer, ango biyanî, yê ku tevî zehmetiyên nebînayî, bi awayekî ji awayan xwe ji pêsîrtengî û karesatên welatê xwe rizgar kiriye û kariye xwe bigihîne welatekî Ewrûpayê yê mezin û pêşketî. Bi ser de jî ku ev ausländer yekî Kurd ê nivîskar be, li welatê xwe yê mişt bi reşebayiyan temenê xwe yê tijî têkçûn, tirs û xofa zik li ser biryara nivîskarbûnê, nivîskariya bi zimanê qedexe kirî ava kiribe, tûşî trajediya ku hem civaka wî hem jî hêzên dagirker tînin serê mirov bûbe û bazdana ji welêt ji xwe re kiribe deriyê felatê, bi peregendetî xwe gihandibe Elmanyayê, hatibe nava çandeke biyanî, zimanekî biyanî û şêwejiyaneke biyanî û ne mêvanperwer û ne xerîbdost, gelo çi rewşine, hal û hewaline trajîkomîk tên serê wî? Di bewerbungê de, daxwaznameya ku ji bo peydakirina kar tê nivîsandin, çawa çêdibe ku çênabe wekî kar “nivîskar” bê nivîsandin? Di nava keftelefta akincîbûnê û hewildana peydakirina kar de, ji bo ku yê ausländer bikaribe îqameya xwe bistîne, kîjan rê û rêbazên seyr diceribîne?

Nivîskarê bilîmet û jêhatî, Helîm Yûsiv, di pirtûka xwe ya kurteçîrokan a bi navê Ausländer Beg de, ya ku ji 28 kurteçîrokên bi navê wekî Ausländer Beg û Dîwarên Asê; Ausländer Beg, Mêrê Du Jinan; Ausländerê Helbestvan, Ausländerê Ker, Ausländer Beg, Nivîskar e, Ausländer Beg, Welatparêz e, Ausländer Beg, Sen Türk müsün?, Ausländer Beg û Şoreş û Ji Bîranînên Ausländer Beg pêk tê, wêneyê Kurdekî ji ber şer, serêşî û dijwariyan ji welatê xwe reviyayî, bi şêweyekî realîst-trajîkomîk, bi zimanekî gelekî fesîh nîgar dike û reng e bê gotin ku bi vê zincîreya kurteçîrokên li ser destpêka qonaxa pêkhatina dîasporaya Kurd, berhemeke ku dê bi berdewamî bê xwendin diyarî zimanê Kurdî û wêjeya Kurdî dike.

Weşanxaneya Lîs vê berhema Helîm Yûsiv a nû ya çaverê kirî bi şanazî pêşkêşî xwendevanên Kurdî û xwendevanên Helîm Yûsiv ên dilsoz dike. Ji ber ku di nava xwendina Ausländer Beg re dê bê dîtin ku Helîm Yûsiv berhemeke mîna wê berhema klasîk a navdar a nivîskarê Çek, Jaroslav Hašek, Şvaykê Şêrleşker, tevî destkeftiyên wêjeya Kurdî dike.

Her wiha, dê xwendevanên dilsoz bibînin ku nivîskariya Helîm Yûsiv a ji pirtûka wî ya pêşîn a bi navê Mêrê Avis dest pê kirî, hem bi rasteqînî hem jî bi honakî, gihiştiye kîjan qonaxê û ew ê reng e berê xwe bide çi aliyî.

Ausländer Ber
Helîm Yûsiv
Kurteçîrok, 176 rûpel
Sermawez 2011, Amed

Weşanxaneya Lîs

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

berȋ 68 salan şert, rewș û kawdanên siyasî yên derdorȇ ȗ yȇn ku gelê Kurd li Sûriya wȇ serdemȇ tȇ de jiyan di kir hiștin ku hestȇ netewȋ yȇ kurdȋ li sȗriya were vejandin, hizir ȗ bȋreweriya netewȋ di hiș ȗ ramanȇ gelȇ kurd de bilind bibe, ji ber ronȋ…

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…

Qado Şêrîn

 

Dema bêrya helbestê dikim, diçim kilasîkan dixwînim.

Helbet nehemû kilasîk tên xwendin, wek dema me ya aniha. Berê jî gelek helbestvan hebûn, wek aniha, lê hindik mezin bûn û man û hey man, nimûne gelek in, lê gelek jî hema ku mirin winda bûn. Aniha jî gelek xwe dikin…