Prof. Îsmet Şerîf Wanlî (1924 – 9.11.2011) Serê Gelê Kurd Sax Be!

Konê Reş

Di roja 9.11.2011an de, roja xwepêşandana ku bi biryara Kongereya Niştimanî Ya Kurdî Li Sûriyê hatibû pêk anîn û Kurd bi deh hezeran derketin kolanên Qamişlo, doza azadî û serbestiyê dikirin, di eynî rojê de, li Swîsrayê, siyasetmedar û nivîskarê Kurd yê navdar Îsmet Şerîf Wanlî di seat di 04.00 sibehê de li nexweşxaneya CHUV a Lozanê koça dawî kir.

Îsmet Şerîf Wanlî 87 sal kiribûn, ji sala 1948 an de li bajarê Lozana Swîsreyê dijiya. Ew di 21ê berfanbara 1924 an de li gundekî nêzîkî Şamê paytexta Sûriyeyê ji dayîk bibû, di salên zaroktiya xwe de çav bi welatparêz û rewşembîrên Kurd wek mîr Celadet Bedirxan, Qedrî û Ekrem Cemilpaşa, Dr. Ehmed Nafiz û birayê wî Nûredîn Zaza, Elî axa Zilfo.. ketibû û ji wan fêrî Kurdperweriyê bibû û wiha wî jî xwe berdabû nav têkoşîn û berxwedanê di ber gelê xwe de.. Ji sala 1948 ve li derveyî welat bû. Li Swîsrayê di warê felsefe û hiqûqê de dîploma xwe wergirtibû û dersên siyasetzaniyê didan.. Her wiha di salên 1960-1962 an de jî li zanîngeha Sorbonê li ser Kurdnasiyê ders dane.. Di sala 1061 ê de li ser daxwaza Barzaniyê nemir çûye Kurdistana başûr û zîviriye Ewropa nuneritiya Tevgera Başûrê Kurdistanê a bi serokatiya Mela Mistefa Barzanîyê nemir kiriye.. Di sala 1995 de tevlî Parlementoya Kurdistanê ya Derveyê Welat (PKDW) ya ku di 1995’ê de hatibû damezrandin bibû. Di sala 1999 de dema Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) hatibû damezrandin. Ew bibû serokê KNK ê û demeke dirêj serokatiya wê kiribû.
Gelek berhem û pirtûkên wî bi zimanên biyanî derketine. Ji wan berheman pirtûka bi navê Li Tirkiyeyê Pirsgirêka Netewî ya Kurdan û gelek berhemên wî yên din jî hene.  Bi jinek Swîsreyî re zewicî bû û li Lozana Swîsreyê jiyana xwe derbas dikir.
Ji gotinên wî derbarî zimanê Kurdî de: Li zimanê Kurdî û kultura Kurdî xwedî derkevin.. Hemû Kurd, bela li ziman û kultura xwe xwedî derkevin, lê zêdetir divê yên derveyî Kurdistanê lê xwedî derkevin..
Erê, Îsmet Şerîf Wanlî xwendina xwe li dervî Kurdistanê; Libnan, Swîsra, Franse û DYA’yê kiribû wiha jî li xerîbiyê fêrî zimanê xwe yê zikmakî bibû. Li ser fêrkirina wî ji zimanê Kurdî re wiha digot: Her kes li derveyê welêt zimanê xwe ji bîr dike, lê ez li derveyê welat fêrî Kurdî bûm. Di heyamê çetîn û dijwar de Îsmet Şerîf Wanlî dengê Kurdistanê bû, dengê Kurdên rojava bû. Ez xemgînî û mixabiniya xwe ji malbata wî û gelê kurd re pêşkêş dikim û ji Yezdanê dilovan bi hêvî me ku cihê wî bihişta rengîn be û dawî dibêjim: Serê gelê Kurd sax be.

Konê Reş, Qamişlo/ 09.11.2011

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…

Qado Şêrîn

 

Dema bêrya helbestê dikim, diçim kilasîkan dixwînim.

Helbet nehemû kilasîk tên xwendin, wek dema me ya aniha. Berê jî gelek helbestvan hebûn, wek aniha, lê hindik mezin bûn û man û hey man, nimûne gelek in, lê gelek jî hema ku mirin winda bûn. Aniha jî gelek xwe dikin…

Şîlan Doskî

 

Şerekê gengaz di navbera Îran û Îsraîlê de ne tenê pirsên jeopolîtîk derdixe holê. Lê ew rasterast bandorê li mîlyonan mirovan dike. Bi taybetî Kurdên li her çar aliyên Kurdistanê dijîn: Rojhilat, Başûr, Rojava û Bakur di bin metirsiyê de ne.

Şerekî bi vî rengî wê ji bo wan…