WAN di bîranînên minî (Geology) de? Ez du caran ji Wanê mat mayî dimam?!

Lewend Dalini

Di despêka buhara sala 1989an dema ez weke pisporekî û Endezyar ê Petrolê bi Şirketa “Halliburton” re çume Qeyserê, Malatiya û peyre jî Wan ê, bi sedema gera li Petrolê li wan herêman, ji min re weke seyraneke bi şahî û keyfeke mezin bû, nemaze dîtin û gera wan deverên ku nayên pesindan ji xweşîya xwezaya çiya, newal, dar, devî û daristanên wê re? Sêv û mişmişê Meletê ên xwş û bi tam?! lê a ji wan xwştir karê cara yekmîn bi karkerên Kurdan re, û axaftina bi kurdî.
Temamê Teknîsîyan û karkerên me ji Diyarbekir ê bûn û bi taybet ji LICê bûn?! Û bi rastî jî ku ne bi alîkarî ya wan ba ew karê Petrol aramê, wê ne mumkin ba, di wan çiyayên asê û devîyên bê rê de? (Hîna di zaroketiya xwe de min nav û dengê swarê Licîyan bihîstibû, di şevekê de tûtina qeçax tanin biya xetê û bi swarî vedigerîyan malê)!?.

Newal bi newal, deşt bi deşt ,zinar bi zina, me bi temamî sehkir, tanî berî dawiya havînî me bi dîmahîk kir, lê berî dîmahîka programa me li Meletiya, programê gera li Petrola Wan gihişte destê me û me amadekarî jêre kir, çi ji alîyê teknîkî, û çi jî ji alîyê guhestina kampa firmê.

Berî dema ku wê program destpêbikê bi heftiyekê, biryar hate dan ku ez (Di warê Geology û Geofîzîkê ) digel (pisporekî Kenedî di ware Topografî) de, pêwiste em herin Herîma Wanê û ji herdu alîyên Topografî û Gîofîzîkî ve emcontrol bikin.

Bi gihiştina me li dergehê bajêr me fotografê kitikeke ku çavên wê bi du rengan bûn weke simbola bajêr hate xuyanî kirin?! Û em herdû mat mayî man, peyre li Ûtêla bajêr me çîroka wê fêmkir?.

Cara duwemîn ku tîmê me tev jî mat mayî man ewbû, ku têsta yekemîn li ser xaka Wanê û bi armanca ku em paramitrên pîvana zebzebatê nasbikin, ku bi Dinamîtê yan jî bi Vibretoran (Mekînake ku Sîgnela Sîsmîkê çêdikê bi frikwansa tîbet û dişînê hundirê xakê), me dişande zikê xakê û me tomar dikir, berî vê yekê dema me sîsmogramên xwe vekirin û me amadekrin ji bona pîvana zebzebatê me ên ku emê cenerêt bikin, Instrumentên me ên tomarê ji durbûna nêzîkî sih kîlometrî ve zebebat ji hejandina xakê tomarkirin?! Û ev jî berî ku em sîgnelê bişînin nava xakê? brastî ev yek tiştekî pir kême û me tevan û tevlî gelakan ji me bêhtirî bîst û pênc salên wan di vî karî de çêbûbûn, û behtrên me li hemû alîyên cîhanê jî kar kribûn, vî tiştî ew mat mayî hiştin?!.Sîgnela hejindina xakê bi berdewamî û bi frîkwasîyeke taîbet û bi rengeke xwezayî di instrumentên me de hate tomarkirin!?.

Me dev ji karê xwe ê programa gera li petrolê berda û me dest bi lêkolînan kir da em nasbikin ka sedema va zebzebatên xwezayî çine û ji ku dighine me!?.

Piştî heftiyek ji test û lêkolînan, û bi alîkariya senterên Sîsmologî, ji mere hate belû kirin ku Wan li ser xakeke xwedî tiktonîkeke aktîv e. (Di wê demê de ev fînomonîya weke rîportekê me amadekir û gihişte destê karbidestên TPAO û Şirketa Mobil ê).

Sîsmolocîy a Turkî û a Wan ê

Turkî yek ji welatên ku behtrîn xakhejok lê çêdibin û sedema wê jî ewe ku Turkî dikeve cihekî ku çend platformên Tiktonîk dighine hev û tevde jî aktîvin.

Li gorî Geology yan, Turkî li ser platfoma Anatolîya ya tiktonîk e û hawîr dora wê, Platformên Tiktonî ne, Platforma tiktonîka Erabî, platforma tiktonîk a Ewropî, û a Afrîqî jî. Hereketa van platforma tevan ku tanî îro jî bi temamî aktîvin, dibin sedema ku bi sedan xakhejok her meh çêdibin, û sîsmogramên herîmê wan tomardikin çi giran û ç sivik.

Wan weke beşekî ji vê platform dimîne dibin tasira hereketa vê platform de (Platforma tiktonîk a Anatolîya.

Ev xakhejoka ku li Wan ê çêbû (7.2 Derece Rixter) li gorî lêkolînerên akadîmî, yek ji qewîntrîn ku li Turkî çêbûne ji sala 1999 û virde. Senterê wê di kûrbûna nêzîkî 20 Kîlomitran bû, û gelekî nêzîkî bajarê Wan ê bû, loma gelek zirar gihand (Nizimbûn û nêzîkbûn ji sentrûma xakhejokê gelek zirarê dighînê). Û sedema din a ku hişte zirar bighê bajêr evbû, ku Wan dikeve keviya golê û di bazinê wê de li ser peravên Sedîmentên golê rûdine û ev jî di hêle ku pêla wê xurtir, ferehtir û bi domtir bibe.

Wan ji aliyê Tiktonî dikeve rojhilatî platform a Anatolê de û gelekî jî active e, Gol 607m3 û korbûna wê 451m.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hişmend Şêxo

Ev çend salin di bîranîna roja “Zimanê Kurdî” de xebateke hêja ji bo pêşxistina zimên tê kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Zimanê Kurdî tevî hemû siyasetên tunekirinê ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê ve heya roja îro hebûna xwe di qada cîhanî de çespandiye û bi şanazî serî hildaye û xwedî dîrokeke taybet e, ew jî di…

Merwa birîm

Havîna par têvel û bi min pir xweş bû, rojan e, nexasim li danê êvarê ez di vê kolanê re derbas dibûm, bêhna axa şil ji pêş xaniyan wek refek sêrçe difûriya, jin û keçikên sinêle di talda dîwaran de diciviyan, kalemêrekî piştxûz xwe bi darê zorê li ser kursiyeke…

Komîteya Çalakiyan a Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê

We vedixwîne roja zimanê kurdî :

Rewşa zimanê kurdî li bakurê Kurdistan
Nivîskar: Fettah Timar

Asteng û Aloziyên zimanê kurdî
Nivîskar: Ednan…

Hozan Yûsiv

Di 15ê Gulana 1932an de, dema Mîr Celadet Alî Bedirxan kovara Hawarê li Şamê derxist, ne tenê destpêka kovareke wêjeyî bû, lê belê cihê werçerxeke dîrokî bû di riya ziman û çanda kurdî de.

Hawarê peyameke zelal da cîhanê ku zimanê kurdî ne kêmtirî zimanê derdora xwe…