Ho Zemînê..


Mehmûd Badilî

(ji Wanê re.. ji giyanên di erdhejînê de çûn û yên man )

Ji sêwiyên xwe re bêje
çi di dilê te de digerî..?
min te di germa mista xwe de vedişart
dema ku  pûk û pêlên qeşayê
lêvên xwe di xwîna min de

tûj dikirin
av bi av
min te di navbera ewr û bayê de hildigirt
tu li hawîr xwe
ez li hawîr te
me xwe di hev de digerand
ji heriya rewanê xwe
min dîwar ji mana te re
bilind kirin
û pirça hebûna xwe
min ji destê te re dikizirand
de ji sêwiyên xwe re bêje
îro çi di dilê te de digerî..?
wisa tu bi rûyekî req
bi siya min de diteqî
wisa  di hinavê evîna min de dipişkî
wisa tu qeşaviya dîwarên xwe
bi ser kezeba min de hildiweşînî
de baş li hawîr min û xwe bigerî
û bê saw ji bin lingê min bişemitî
bê saw li hêsirê min binerî
bilerizî
biderizî
û bi  xweliya xwe  kulîlkên çavê min
kil bikî
dibe ku valahiya te ji êşa min dadiwerive
dibe ku carekê
alî li agirê min mikur bên
û axa sor li koka xwe vegerî
de binere zemînê binere
li paş û pêş binere
ew ava di zikê te de
ji arezûya mine
de li jor û jêr binere
ew bayê li bexçê sînga te dixe
ji henasên mine
de gelekî xwe nehejîne
xwe bi aliyên zorê re nehînijîne
berê berdîwarim
û xemgîniya min kûre
de birînên min yên bax dane bihêle
û destê min berde
min û Wanê di sîravka me de bihêle û here
divê ku dîwarek ji sêwîtiya min re peyda bibe
taku wêneyên zarok û dayikên Wanê
û nexşeya  êşa xwe

li ser binexşînim.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...

Li gorî PDKT’ê, avakirina ku bi navê “Bakur-Rojhilata Sûriyê” tê binavkirin, projeyeke ewlehiyê ya derbasdar û taktîkî ye ku bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hatiye şekilandin. Ev proje di tu qonaxê de mafên neteweyî yên gelê Kurd bi awayekî stratejîk û siyasal garantî nekiriye. Ji ber vê yekê, ku îro pêvajoyekî şikestinê…

Bizava Aştîya Navxweyî (BAN) sazîyeka sivîl e ku ji rewşenbîr, mafnas û akademîsyenên li Kurdistanê û dîyasporayê ne, pêk hatîye; bûyerên xeternak ku li taxên kurdnişîn ên Şêx Meqsûd û Eşrefîyeyê di van rojên dawî da pêk hatin, ji nêz ve dişopîne û bı tundi şermezar dike.
Di van bûyeran da, ev taxên kurdnişîn bi tank…