Helbest u pexşan

Pêtê azadiyê

 
“Diyarî rewanê şehîdê azadiyê Mişel Temo”

Mamostecan,
Sibeha înê ye!
Tekoşîn û xwepêşindan e…
Pêtê azadiyê, rabe ser xwe milet li hêviya te ye…
Evîna şalê kurmancî, 
û evîna ala rengîn e…
Rabe pêtê azadiyê rabe…

Şevengên dijmin çi ji te divên?
Şevengên Kurdan çi ji te divên?
Destê xwe hilde û dîsa qîr bike.

Li goristana te jî sawdengê te Şevengan ditirsîne…
Mîro! 
Qelenê kuştina te çi bû?
Rabe pêtê azadiyê rabe…
Kê tu kuştî?
Bersivê nede!
Bila kulîlkên goristanê dîdevanên vekuştina findan nebin…
Vedenga te bilind e, 
Sûlava hawara azadiyê ye…
Were canê buha were…
Were neviyê çiya, 
aviya li ser rûyê giya,
navdayê spîdeyê 
û hilata roja nû were… were…

14.10.2011
Ezîz Xemcivîn 

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din ên nivîskar: welateme

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…