Zarokên kurd û pişaftin

 Ciwan Dêrikî

Sala nû ya dibistan û perwerdeyê despê dike , salek dî ji hêvîkuştin û qirkirina sipî .  Şoreşa mezin di civakan de ji ziman despê dike , ger gavek di vî alî de were avêtin .. di gelek hêlên dî de jî hêsan û sivik dibe .ger ji piçûkanî em dest bi fêrkirina ziman bikin ango zarokên xwe hinî zar , çand , toreya bav û kalan bikin û pê bidin bihîstin û xwendin .. êdî hîmekî sereke ji avakirina civaka nûjen re tê danîn ,  dikarî li ser vî hîmî hemî gavên dî jî bavêjî .
ya vê gotinê pesend dike jî em bi xwe ne , em wek nivîskarên bi kurdî bi qelsiyek mezin dihesin ji hêla nivîsa bi zimanê dê ve , ci derbirîn be , çi peyv , çi wate , û çi şêweyê nivîsandina bi huner û rêkûpêk be . sedem jî ji pêseroja me ya bûrî tê , çimkî em bê perwerde mezinbûne , dûrî alav û şêwazên xwendin û nivîsandina bi kurdî .. bi kesatiyek sextet û qelp , em hemî dizanin ku ev rewş jî çawa pêkhatiye . di baweriya min de ev jevketin û dûrketina nivîskar û rewşenbîrên me ji hev .. ji vî sedemî tê , çimkî me ji yek kaniyê nevexwariye . xwendina bi yekzimanî dihêle hevgirtin , nêzikbûn , yekîtî û avakirina gulistana çand û toreyê di mejiyan de ava bibe  , xewn û nîgaşên hevbeş bêne  afirandin . . .
Em vegerin mijara ku dixwazim balê bikişinim ser , perwerdeya bi zimanê zikmakî . vaye sala nû ya perwerdeyê di piraniya cîhanê de despêdike , zarokên miletan wê disa des bi perwerdeya bi zimanê xwe bikin di dibistanên fermî û rewa de , bê astengî û alozî , tenê zarokên me des bi pişaftina wan tê kirin di dibistanên fermî de . siyaseta qirkirina zimanê me despê dike weke her sal , bi milyonan zarokên me wê zimanekî ku tênaghêjin pê perwerde bibin , rijîman em bixwe jî kirine alavên vê kuştin û pişaftinê . zarok kurdin û mamosta jî kurdin .. lê perwerde ne bi kurdî , bi zimanek dî ye , bi kotekî û çewsandinê em nifşê paşeroja xwe bi zarek dî hîn dikin , heskirina zarek dî têxin mejiyê wî , çandek dî , dîrokek dî kû dûrî rastiyê pê didin zanîn . mixabin di vî heyamî de ku êl û netewin pir piçûk mafê wan yê perwerdeya bi zimanê wan heye .. em miletek boş , bi milyonan û li ser axa xwe , hê zimanê me li me qedexe ye . cîhana derwîn , guroverîzma demoqrat û aştiyane , hê dengê xwe ji vê kuştara sipî re naniye . me jî tu ked û danek bi nirx di ber de ne kiriye , me xwe ava nekiriye , me heskirina zimanê dê jî bi zarokên xwe nedaye çêkirin , her yek ji me ji bo berjewendiya xwe .. berê zarokên xwe dide zimanê serdestan , me ew heskirina çand û ziman neçandiye ne di malê de , ne di civakê de . herweha ronakbîr û nivîskarên kurd jî bi xemsarî nêzî vê mijara sereke dibin . lêkolînên berketî li ser ziman nayên kirin , semîner nayên dan , bangeşî û piropaganda herikîna ber bi zimanê dê ve nayê kirin . heger tiştek hebe jî dimîne gavek piçûk û helwestek takekesî , bi sazîbûn nêzîkatî ji vê pirsgirêkê re nehatiye çêkirin . di başûr  de xebatek birêve çûye , lê di parçên dî yên kurdistanê de , hê ew êşe , hê ew jane . ez ji bo rojava bêjim ( li sûriyê ) ku hê kesî lê nepisiye û ew xema dijwar jê nekişandiye , tu dibê qey ji wan re nexeme , tevgera siyasî li vî parçî di belavokên  xwe yên partetî de .. di sernivîsên mezin de , di nav xwestek û armancên xwe yên sereke de doza mafê çandî-civakî dikin , lê bi rastî ti karî di ber de nakin . ha va em dibînin derfet hatiye jî lê amadekariya piraniya rêxistinên me ji karek welê pîroz re nîne . çiqas emê dilxweşbûna gava ku di despêka vê sala xwendinê de me bi zimanê xwe jî des bi perwerdeyeka piçûk bikira ! Çiqas meyê hêvî daba nifşê nûhatî , nifşê dilbij û dilşewat ji çand , tore û zimanê kurdî re ! de ka her yek ji me ji mala xwe despê bike , bi tîpeka kurdî des bi hînkirina zimanê xwe bike , bi çîrokekê , bi serhatiyekê .. paşî bi dost û hevalên xwe re berdewam bike . ku ev bibe ez bawerim di 3 mehan de emê bikaribin bihezaran xwendevanên zimanê kurdî derxin û amade bikin . alozî wê hebin .. lê  di karanînê de wê hinohino hemî çare bibin . wek dibêjin hezar gav ji gavekê despê dike . tenê maye em bêjin : ( ya xudê ) .. .
22/9/2011

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Xalid Cemîl Mihemed

BÎRDANKA NETEWE

Ziman sîstemeke pêwendiyê ye, di navbera mirovan de, ku ji gelek rêsa û hêmayan pêk tê. Di bîrdank û hişê mirovên civakekê yan neteweyekî de, cih digirin û bi rêya axaftinê ew sîstem dikeve bikaranînê, bi mebesta dirustkirina pêwendiyê, ne tenê di navbera takekesan de, lê…

Ezîz Xemcivîn
Sal 1980î bû, tîpên Kurdî ên latînî ji bo min ji hêla mamoste Abdulkerîm Abdulkerîm Xelef hatin nivîsandin, berî ewê hingê min bi tîpên aramî derbirrîna hestên xwe dikir….
Piştî ko ez ji ewê reşbelekê tîpên latînî hîn bûm, min hin pirtûkên destpêkî li ser zimên peyda kirin, ji wan jî pirtûka M. Berzencî, lê…

Di vê rojê de, dema ku em Roja Zimanê Kurdî pîroz dikin, em di Kampanyaya Azadî de tekezî li ser statûya zimanê Kurdî weke stûneke bingehîn a nasnameya çandî ya gelê Kurd dikin û weke pireke ku nifşan bi hev ve girê dide û bîranîna têkoşîneke dirêj a rûmet, naskirin û azadiyê di…

Tengezar Marînî

Bi vê boneyê fermon ev nivîs:

Roja Zimanê Kurdî: Nîşaneke geş a berxwedana wêjeyî.

Dîrokek di salnameyê de ku ji hejmarekê pir wêdetir e – Roja Zimanê Kurdî mîna stêrkekê di tariya jibîrkirinê de dibiriqe. Ew nîşaneke bihêz a berxwedana çandî ye, bîranîneke bêdeng a tirs…