Ciwan DêrikîEm vegerin mijara ku dixwazim balê bikişinim ser , perwerdeya bi zimanê zikmakî . vaye sala nû ya perwerdeyê di piraniya cîhanê de despêdike , zarokên miletan wê disa des bi perwerdeya bi zimanê xwe bikin di dibistanên fermî û rewa de , bê astengî û alozî , tenê zarokên me des bi pişaftina wan tê kirin di dibistanên fermî de . siyaseta qirkirina zimanê me despê dike weke her sal , bi milyonan zarokên me wê zimanekî ku tênaghêjin pê perwerde bibin , rijîman em bixwe jî kirine alavên vê kuştin û pişaftinê . zarok kurdin û mamosta jî kurdin .. lê perwerde ne bi kurdî , bi zimanek dî ye , bi kotekî û çewsandinê em nifşê paşeroja xwe bi zarek dî hîn dikin , heskirina zarek dî têxin mejiyê wî , çandek dî , dîrokek dî kû dûrî rastiyê pê didin zanîn . mixabin di vî heyamî de ku êl û netewin pir piçûk mafê wan yê perwerdeya bi zimanê wan heye .. em miletek boş , bi milyonan û li ser axa xwe , hê zimanê me li me qedexe ye . cîhana derwîn , guroverîzma demoqrat û aştiyane , hê dengê xwe ji vê kuştara sipî re naniye . me jî tu ked û danek bi nirx di ber de ne kiriye , me xwe ava nekiriye , me heskirina zimanê dê jî bi zarokên xwe nedaye çêkirin , her yek ji me ji bo berjewendiya xwe .. berê zarokên xwe dide zimanê serdestan , me ew heskirina çand û ziman neçandiye ne di malê de , ne di civakê de . herweha ronakbîr û nivîskarên kurd jî bi xemsarî nêzî vê mijara sereke dibin . lêkolînên berketî li ser ziman nayên kirin , semîner nayên dan , bangeşî û piropaganda herikîna ber bi zimanê dê ve nayê kirin . heger tiştek hebe jî dimîne gavek piçûk û helwestek takekesî , bi sazîbûn nêzîkatî ji vê pirsgirêkê re nehatiye çêkirin . di başûr de xebatek birêve çûye , lê di parçên dî yên kurdistanê de , hê ew êşe , hê ew jane . ez ji bo rojava bêjim ( li sûriyê ) ku hê kesî lê nepisiye û ew xema dijwar jê nekişandiye , tu dibê qey ji wan re nexeme , tevgera siyasî li vî parçî di belavokên xwe yên partetî de .. di sernivîsên mezin de , di nav xwestek û armancên xwe yên sereke de doza mafê çandî-civakî dikin , lê bi rastî ti karî di ber de nakin . ha va em dibînin derfet hatiye jî lê amadekariya piraniya rêxistinên me ji karek welê pîroz re nîne . çiqas emê dilxweşbûna gava ku di despêka vê sala xwendinê de me bi zimanê xwe jî des bi perwerdeyeka piçûk bikira ! Çiqas meyê hêvî daba nifşê nûhatî , nifşê dilbij û dilşewat ji çand , tore û zimanê kurdî re ! de ka her yek ji me ji mala xwe despê bike , bi tîpeka kurdî des bi hînkirina zimanê xwe bike , bi çîrokekê , bi serhatiyekê .. paşî bi dost û hevalên xwe re berdewam bike . ku ev bibe ez bawerim di 3 mehan de emê bikaribin bihezaran xwendevanên zimanê kurdî derxin û amade bikin . alozî wê hebin .. lê di karanînê de wê hinohino hemî çare bibin . wek dibêjin hezar gav ji gavekê despê dike . tenê maye em bêjin : ( ya xudê ) .. .
22/9/2011







Şîrove (0)