11ê Êlûnê li Emerîka û 12ê Êlûnê li Kurdistanê

 Ciwan Dêrikî

2001an li Emêrka navenda bazirganiya cîhanî ji aliyê rêxistina el-qaîde ve hate rûxandin , bi hezaran kes mirin û herdû bircên herî naskirî û navdar hilweşiyan . di pey re Emerîka û hevalbendên xwe şerek berfireh li himber terorê dane rêvebirin . êrîşî Efganistanê kirin û rijîma Talîban ya hevkarê el-qaîde bû rûxandin . di pey re ketin Îraqê  û Sedamê dîktator û rijîma be-es avêtin û diktator li sêdarê dan .  her weha li hemî cîhanê operasyonên xwe ne rawestandin û hêjî ev cenga cîhanî li ser terorê – wekî binav dikin – berdewame .
12ê Êlûna 1980an rijîma faşist a tirk , bi desteserkirinek leşkerî giha deshilatiyê , û her tişt qedexekir , hemî partî û rêxistin , siyasetvan zindankirin , bi sole cendirmeyên xwe pêl hemî rûmetan kirin , çavşkandinek dan despêkirin , hovîtiyek be nimûne birêve birin . . bi taybet li ser kurdan hemî axa kurdistanê kirin baregehên şer . kurd û rêxistinên wan hemî nerewa dîtin . êdî koçberî bi zehfî çêbû , piraniya endam û rêberên partiyan hatin dîlkirin , yan jê mişext û penaber bûn . îşkenceyek pir hovane ajotin , xwestin xwesipartinê bikin rewşek licî û berxwedanê bikujin , lê pêşengên PKK yên wek Mezlûm Doxan, Xeyrî Durmûş, Kemal Pîr  û bi dehan rêhevalên wan li berxwedan û xwesipartin pûçkirin , dirûşma ( Berxwedan jiyane ) bû banga her berxwedêrekî , dengê xwe bilindkirin û tariya ezmanê kurdistan vegirtî .. belav kirin , hêvî careka dî li milet vegerandin , ji tinebûnê hebûnek pîroz afirandin , bûn çira û ronaka şoreşa kurdistanê , ta ku gel gihandin serhildan û raperînan , îro jî bi milyonan ji bo doza xwe li ser piya ne . çanda berxwedan û rûmetê bi pêşket , bi serket ,  bû bermayek zêrîn ji nifşan re .  hêzek çekdarî , siyasî , civakî , li meydanê bi cih bû , êdî ew rijîma hovane ya ku kurd li ser heyvê jî nedipejirandin neçar maye ku kurdan bipejrîne – bi derewan be jî – behsa mafê wan bike . belê 12 ê Êlûnê ji mirina kurdan re hatibû , conta faşist xwestibû li Amedê bîr û ramanên kurdîtiyê , hêviyên kurda yên geşbûyîn di ciwaniya wan şoreşgeran de .. hê di dergûşê de pûçbike û hilqetîne . lê bi berxwedana lehengan , bi xweragirtina wan ya polayî , jiyanek nû û serdemî ji hemî gelê kurd re hate pêşkêşkirin , dîroka cegerdariyê bi xwina sor hate nivîsîn , êdî kurd hene û doza kurdan di rojevê de ye ,  kes nikare kurdan derbas bike û wek carkê caran li qeraxê mirinê bihêle .
Erê piştî deh salan ji êrîşên 11ê Êlûnê li ser bircên bazirganiya cîhanî li Emerîka yê.. rêxistina el-qaîde lewazkirin û rêberê wê Binladin kuştin . belê piştî 31 salî ji 12ê Êlûnê û êrîşên şovenên tirk di gel hemî zordarî  û hevkariya neyarên kurdan,li ser kurdistanê .. partiya karkerên Kurdistan di bilndbûna xurtiya xwe de ye , û li ser piyaye . rastê rêberê wê birêz Ebdulla Ocelan bi kompiloyek navneteweyî dîl kirin, lê baweriya pkk-iyan neşkest û doza xwe ajotin , ha va em dibînin hêza herî xurt û çalak û rêxistinkirî li hemî kurdistanê û li derve .. hêza wê ye , belê evjî ne ji xweve hatiye , bi hezaran cangor bûne qurban , lehiyên xwînê herikandine , bi hezarê dayîkan kezebşewitî bûne ,  bi zorî û zehmetiyek bê hempa re rûbirû mane , ta gihane vê qûnaxê , êdî kurd bi bawerî buye û çavşkestî nabe , doza xwe tajo û ti sînoran nasnake , hemî siyasetên tinekirinê , qirkirin û pişaftinê pûçdike , bi taybet siyaseta 12 Êlûnê . bi qehremanî û berxwedana pêşengên şoreşê .. mirin bû jiyan , tirs û xwenenasî bû vejîn ,  kabûs bû cegerdarî û lehengî , Amed bûye paytexta kurdewariyê piştî ku kiribûn navenda kurdkujî û kurdpişaftinê . em dikarin bi dilnermî bêjin kurd bûne xwedyê kurdistanê û ji her demî bêhtir li yekbûna xwe dipirsin û berjewendên xwe didin pêş , êdî nema kurdistanê bi dest xelkê ve diberdin .

11 9 2011 *

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...