Çirîskeke biçûk li ser şoreşa Êlûna pîroz

Sıyamend Brahîm
 
Nizanim Ez tu bahoz mijî yan moranî
Birûske yan tu tîrljî ya tu ewrê tarî
Qamçiyê te Berno yî her tu siwarî
Madem li ser riya mamoste Berzaniyî
                      Izet axayê Dêrikî

Belê her sal wekî vê roja gelê Kurdistana rengîn pêşbaziya vê bîranîna şoreşa Êlûna pîroz dikin, Belê pêşbaziya rojeke pîroz ku pêt û birûska giranbuha li serê çiyayê Kurdistanê hate vêxistin, kî ji gelê kurd dikare bi hesanî li ser bîranîna şoreşa Êlûna neyne li ser zimanê xwe, û bi rastî min ji mej ve dil heye ez gotarekê li ser şoreşa Êlûna pîroz binivîsînim,
Lê xameya min xweşik mafê wê nade ku ez mafê vê şoreşa han rist bikim, ji ber ku birastî di jiyana gelan de çendî xalin dîrokî hene mirov çiqasî xwe li ser van bûyeran çem bike, lê ya rast û durst ew kes nikare bi hesanî wê derbas bike, û çavên xwe bigre, û bêje ev bûyer ne giringe?!
Şoreşa Êlûna pîroz ya ku em her sal beşdarî bîranîna wê dibûn, lê seranserî Sûryê ahengin mezin li dar xistin, lê mixabin îsal welatê me Sûryê di rewşeke aloz de derbas dibe, Li her derê xwîn tê rijandin?!
Û li vir kî dikare rola qehremanê gelê kurd Melle Mistefayê Barzanî jibîra bike, kî dikare guhê xwe ji nav û dengê mêrxasê çiya bide alî û bi rêzdarî li dîrok û nûçeyên şerê vê şoreşê nebihîze!
Hêjaye gotinê ku em mukur bên bi rengekî ji dil û wijdan li ser mêrxasiya vî lehengê han dûr û dirêj nekin, ji ber ku dîroka wî tijî afsane û dasîtanên mezinin, koçbarkirina wî ji Mehabadê heya Sovyêtistanê, û bê çiqasî zehmetî û dijminên kirêt û hov ji Turkan û Farisan dît, ev tenê mêrxasiyeke bê hempaye, û ya dudyan vêxistina şoreşa Êlûna pîroz gaveke gelekî di dîroka me de cihê serfiraziyê, Nemir Barzanî ne ramangîr bû, lê EW sergevazê gelê kurde, generalekî xwedan pilanin leşkerî bû ku dijmin  li ber şerê wî matmayî dim, ew tu carî sernexwînî nas nedikr, her doza wî bi serkeftina şoreşa gelê kurd û kurdistan ji destên van dijmana rizgar bibe, û kurd bi serfirazî û hesanî tê de bijî û vaye gelê kurdistana Îraqê bi mêranî amedekirina dewleta Kurdistanê pêktînin.
Belê çi kesê bêje ez barzanî me, divê xwedan kesatiyeke mezin be, singa ji her kesî re vekirî be û xwedan sinçiyeke bilind be, ji ber ku her kes nikare serkêşiya milletekî bike, eger bejin û bala wî, nerînên wî ne wekî berzaniyê nemir be! Û mixabin niha li seranserî Kurdistana çendî mirov di van partiyan de hene, tu xebatê nakin, bê siçîne, derd û kulên wan xweşiya dunyayê ye û danheve peraye, û bûne mafyatin ji zihayên çolan mezintirin, lê ya rast ne Barzanî ne. Berzanîtî xebat û tekoşîne, serfirazî û rûmeta mezine.
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...