Dîmenên şoreşa Sûryê û ya kurda bi taybetî (1-2)

Siyamend Brahîm

Her ku ez nêzîkî cihana şoreşgeriyê dibim, Belê şoreşa ya ku ev şeş meh ji temenê wê bi serfirazî û xweşî derbas bû,  şoreşa me jî li bajarê Qamişlo ji mizgefta Qamsimo destpêdike, dilê me germ dibe, hêrza me xurtir dibe, û di kevçika dilên me teva de riçên azadiyê hatiye çandin. Her ku ez nêzîkî van xortan dibim, derûna min geş dibe, bayê xortaniyê li damarên min dikeve, xort tev li vî kalê ha temaşe dikin, lê matmayî namînin, ji ber ku ta êsta me xwe li ser wan netîtiye, her em bi wan re alîkarin, dilên wan xweş dikin, û ew jî bi rêzdarî li me dinerin, hêjaye gotinê ku ev pêwendiyê rêzdarî divbera xortan û kalan tiştekî cihê serfiraziyê ye.
Birastî li dirêjahiya şeş mehan gelek dîmenên balkêş ber çavên me qewimî, hin jê em digriyan, û hin caran jî em dikeniyanm, keneke me xwe ne digirt, ji ber ku erdhejîneke wisan mezin teqez wê gelek tiştên awarte û hin tiştên balkêş tê de çêbibe.
Lê ya herî giring ewe ku çend hevalên min ên hêja pêşneyariyeke li min kirin ku ez van rojên şoreşa me binivîsînim da ku nifşên bê ji zarkên me binasin bê me çawa şoreşa xwe berdewam kir, ta êsta êş, germahiya vê havîna dijwar ku pileya germbûnê giha 55 pile, me di vê meşê de du caran serê xwe bi avê dişûşt,
 Belê di hundurê vê şoreşê de lqonaxin balkêş çêdibe, û li  pêşiya me û li pişt me gelek  guhertin û bûyerên dibin em ji wan durşim û silogana berdidin û diçin ka bê çi qewimiye!
Û niha jî ez hez dikim ji we re çend dîmenên ku ji kakliê dilê min dernakeve bêjim:
Di destpêka van xwepêşindanan de min li ser duruşma azadiya disekinîm, ji ber ku hîn gelê Sûryê li hundir nexistin bala xwe ku ev rêjîmê han birûxînin, tenê xelkê Amûdê ji destpêkê biryara xwe dabûn ku ev  rêjîm ne destûriya û dibê bar bike, îcar min ji xortên Qamişlo re digote: kes nebêje rêjîm birûxe, û beriya vê xwepêşindanê xortekî 15 salî nêzîkî min bû û gote: Xalo tu hîn azadiyê dixwazî?
Ez keniyam û min eniya wî maçî kir û min jê regote:
Berê Azadî bû, Lê niha rûxandine…..
 
Siyamendbrahim@gmail.com

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mislim Şêx Hesen

Di Roja Zimanê Kurdî de, mirov bi rastî matmayî dimîne ku ewqas kîn û nefret li dijî zimanê bêtirî 50 milyon Kurdan tê kirin, û her roj hewildan tên kirin ku zimanê neteweya Kurd ji holê were rakirin. Ev yek eşkere dike ku nijadperestî û şovenîzm bi awayekî kîndar…

İSKAN TOLUN / Köln

 

Her çiqas ku pelên salnameyan rojên xemgîn, bi êş û elem bînin bîra meriv jî, bê guman, di nav de gelek rojên baş û xweş jî hene… Wek ku roja ladê, dehê mehê (10’ê Gulanê) Roja Dayîkên Cîhanê bû û niha jî (15’ê Gulanê) roja Cejna zimanê Kurdîye….

Firyal Hemîd

Helbesta nexwendî

di mêjûyekî Jibîrkirî de,

Toza li ser xêzên wê,

Ji tirabêlka binê

Lingên hespê demê rehwantir e..

Gunpisîkên Buharê

xwe dinava

tîpên wê de veşartine..

Rewanê wê,

tevlî rengên tabloya

xwezayê dibe..

bi têlên kemana Dilşêd re,

<p...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…