Zinar Mistefa
Bêgoman netenê Cotarî, lê belê behra mezin ji xelkên herêma Cizîra Sûri di rewşeke
xirab de djîn. Sedema tengezarî û perîşaniya millet û li paşmayîna Cizîrê tevde li siyaseta dewletê divegere, ku 60 salên çûyî, piştî serxwebûna Sûrî ji bin mandata Firansa yê, û nexasim piştî ku (rêjîma Beis) di sala 1963 an de
xirab de djîn. Sedema tengezarî û perîşaniya millet û li paşmayîna Cizîrê tevde li siyaseta dewletê divegere, ku 60 salên çûyî, piştî serxwebûna Sûrî ji bin mandata Firansa yê, û nexasim piştî ku (rêjîma Beis) di sala 1963 an de
li Sûriyeyê bûbû desthilat, tu guhdan ji danîna binyateke tekûz , boyî avakirin û pêşxistina herêmê re di warê:-(Saxlemî , Çandinî, bazirganî, sineet, û zanistî de) ne hatibû kirin. Berûvjî, dewletê her zengînbûn :-(petrol,dexil,pembû,…..), ji Cizîrê kişandibû , bêyî ku tiştekî girîng, an jî, heqekî bi nirx lê vegerîne. Sedema sereke, ji wan siyaset û pîlanên qirêj re, ku dewlet li Cizîrê dajo: hebûna milletê kurd e. Li vir, em naxwazin kûr herin di şîrovekirina siyaseta şûvînî û pilanên nijadperest de – (mandelkirina mafên kurdan û erebkirina herêma Cizîrê ) ku dewlet dijî gelê kurd pêktîne, ji ber ku; herkes wê siyasetê nasdike . Bes, me dixwest, li ser rewşa cotarî û Çandiyaran bi giştî van 10-15 salên paşî rawestin – ka nezma jiyana wan gihaye çi astê ?
– Gelo, raste weke hikûmet dibeje: halê cotaryan xweş biwe, û waye îde zaro li tirimbêlan jî siwar dibin?
An jî, bi rastî: hikûmetê bar hemû avêtiye ser milên wan, û yekcar dev ji wan geraye.-
Ji lewra jî , ew ketine rewşeke şepirze de?
Weke ku tê zanîn: herêma Cizîrê ji Sûriye yê re, enbara: – dexlê û pêmbiwe – Ji (5) milyon ton (genim û Ce), û ji (1) milyonek ton pembû ku ji Sûriyeyê re tên 70 – 75 % behra Cizîrê ye. Ango, bi saya dewlemendiya Cizîrê, Sûriya dikarîbû di warê êkonomîyê de(di mijara me de: çandinî), xwe li ser piyan bigre . Vêce, pirs eve: ka dewletê ji kinarê xwe ve, çi daye cotaryên Cizîrê? ku bi ked û xwêhdana eniyên xwe, ewqas hebûn û zengîbûn didin welêt .
Bi gelekbûna hijmara xelkê re li Sûriyeye, îde hewceyîya welêt ji hatina gênim zêde bû. Ji lewra, dewlet mecbûr bû ku di warê çandiniyê de guhertinan bike, beriya ku problêmên aloz- civakî û ekonomî – derkevin holê. Vêce , ji destpêka 1980 yan ve , ji aliyê dewletê ve , di warê nûkirin û pêşxistina çandiniyê de, karekî pak hate kirin :
Li şûna tovikên kevin, ku dana wan kêm bûbû , tovikên nuh hatin çêkirin:-(Şam1 – Şam2, Şam3,Şam4 ….)
– Semad (ziblê çêkirî ): bi tivavên mezin , dewletê firote cotarî û çandiyaran.
– Herwesa , dewletê arîkariya cotaryan û xwedî erdan di kolana bîrên artiwazî de kir, da qene di salên ziwa de , û naxasim li biharê û havînê ( genim û pembûyên xwe) pê avbidin.
Di encama wan guhertinan de (wan gavên erînî de), hatina gênim zêde bû, û çandiniya pêmbû fereh bû . Herwesa, bihayên gênim û pêmbû hatin hildan. Lê heke, mirikê cotorî carekê ji wê zêdebûnê feydedikir, feyda dewletê du qet bû, û belkî hî,ji welo zêdatir bû. Ji ber ku, li Sûriye yê, ticareta mezin (çi li hindirû, û çi bi derve re) di bin destê dewletê deye. Bi gotineke dîtir :cotarî û çandiyar mehkûmê dewletên e.Û tu derfet li ber wan nînin ku genim û pembûyên xwe li devereke dîter bifiroşin. Li vir, dewlet rola bizirgan ê (Yekane) destîne, û dibe “capitalist ê hov”!
Ew siyaseta nerm, di derbarî cotari û çandiyaran de, geleki domnekir. Ji destpêka
90 an ve, dewletê bihayên gênim û pêmbû cemidandin. Di wextê ku; fiyetên wan madde û makîneyên ji çandiniyê re gerek (Semad, derman, tovik, terktor, helat û parçeyen guhertinê)li gor berîka cotaryan gihane asteke xiyalî!
Ji boyî şîrovekirina vî babetî , divêt ku em ser fiyetên (gênim û pêmbû) û maddeyên ji çadinîya wan re pêwîst rawsestin:
Em ê ji gênim ve destpêbikin:
Li Sûriye yê du(2) texlîtên gênim têne çandin- gênimê hişk û genimê nerm-
Nirxa tona genimê hişk=11800 LS (lîreyên Sûrîne)
Nirxa tona genimê nerm=10800 LS (lîreyên Sûrîne)
Weke ku me berê danî, ev bihayên han ji 90 an ve û ta roja îro, ne hatine guhertin.
Ka vêce, em awirekê bidin fîyetên wan madde û haletên ji çandiniyê re gerek . Gelo berê nirxê çiqas bu? û îro çiqase?
– Semad :
Semad a fosfatê (Super phosphate)
Semada azotê (Urea)
Di sala 1990 î de , nirxa tona wan = 1400 LS bû.
Niha, nirxa tona wan =8000 – 8900 LS ye . Ev, bihayê fermîye. Lê her û her, bi wî bihayî, semad bi dest cotaryan nakeve . Ji lewra jî , ew ji sûka reş, semadê bi bihakî girantir dikirin .
Derman: bihayê wî jî, duqet û sê qet zêde biwe.-
– Mazot: Di sala 1990 î de , nirxa litra mazotê 2LS bû – Di 2006 an de ,
lîtra mazotê = 7 LS ye .
– Hesin: -(Terktor, haletên nûjen, parçeyên guhertinê )-Ew hemû giranbûne- Terektora ku bihayê wê, berî (15)salan 150000 LS bû . Îro , bihayê wê 400000 LS ye .
– Tovik ê gênim : ew jî, biha biwe – Heke bihayê tona wî berê:11000-12000 LS bû.Îro, bihayê tonê hêjaye = 15000-16000 LS. Helbet, li gor texlîtê tovik (nerm an hişk)
De ka vêce , em deftera yekî çandiyar ji we re vekin : bê çiqas pere berê jê re diman ? û îro çiqas jê re dimînin ?
Deftera yê çandiyar dibêje : di sala 1992 an de , hatina mûsimê wî yê gênim= 1200000 LS bû. Mesrûfa ku yê çandiyar li danîn û hilanîna çandiniya xwe kirî= 400000 LS bû .
Yanî, tişta jê re ji mûsim mayî =1200000-400000=8000000LS bûn
Di sala 2005 an de , tişta ji mêrikê çandiyar re hatî : = 1200000 LS bûn . Vêcarê, mesrûfa ku lê çûyî:=850000LS bûn .
Pereyên ku ji yê çandiyar re di 2005 an de man: = 1200000-850000=350000 LS bûn.
Piştî hesêb , derdikeve ku xisara di navbera herdu mûsimên (1992 û 2005) li mêrikê çandiyar dibe:800000-350000=450000 LS ne.
Belê , xelk li dewletên dîtir zengîn dibin û bipêşve diçin. Lê em, feqîr dibin û li paş dimînin . Gelo vêce, çîrok û tinazokên halo , ji dewleta (çirto û virto) pêve , li derne dîtir diqwimin ?!.
Belkî , qîma hinekan bi vê nimûnê newe?. Ji lewra , ez mecbûrim ku, razekî ji we re derbixim: “Ezbenî ! ne ji mêj ve , di civînekê de li Qamişlo, bi parêzkarê Hisiça re, yekî cotarî dirabe serxwe û behsa kul û derdên xwe jê re dike . Herwesa ,ew dozê lê
dike : ku dewlet li feqîriya cotaryan binihêre û bêhtir guhbide wan.
Yê parêzkar , bi qurretî jê re dibêje : na ..na , rewşa we başe . Vaye hûn li tirimbêlan jî siwar dibin!
Vêcarê , yê cotarî diqehere, û bersiveke nexweş lê divegerîne û dibêje: “Em gû dixun…. Em gû dixun”
Raste, perîşanî û belengaziya ku cotarî tê de , dihêle ku ew di hizûra nizanim kîde
be jî , gotinên nexweş bibêjin.
Ku em bibêjin: navê merhemetê di dilê hikûmeta me de nîne, em neşaşin.- Di sala 1999an de, bi sedema nebûna baranê, mûsim li Cizîrê ne hat. Hikûmetê tu arîkarî bi cotaryan re nekir, û li deynên wan nebihurt.Di wextê ku, (Melikê Urdinê), di wê sala ziwa de, hemû cotaryên welatê xwe ji deynan efûkirin.Vêce, birako! ka binihêre: “melikên xelkê çawane? û berpirsiyarê dewleta me çilone??!!”
Bibihûrin, lê ezê ya xwe jî ji we re bibêjin: Ez jî (nivîskar ê vê gotarê)Xwedî-erdim, û ji kevin de, di çandiniyê de kardikim- Di sala 1995an de, dexlên min şewitîn. Ji dêla ku dewlet,bi çavên dilovaniyê li min meyzênê, wê ez mecbûrkirim ku 20% ji deynan bidim. Sala dîtir, wê bi derbekê pereyên herdu salan ji min hesilandin.
Ez bawerdikim: ji wê zilm û zorê wêdetir zilm nîne!!!!
Li vir bese, ka vêce em werin ser çandiniya pêmbû:
Heke çandiniya pêmbû ji Çandiniya gênim cudaye,lê çandiyarên herdukan yekin. Çiku; ew çandiyarê ku gênim diçîne, pêmbû jî diçîne. Lê vêce, di çandiniya pêmbû de, bar gelekî ji çandiniya gênim girantire. Sedema wê jî; ku pembû di keleqiçêna havînî de, ji aliyê kerraxan ve, bi kêferateke-kêferat, tê avdabn, û mesrûfeke biha li xwedîkirina wî diçe. Lê genim, bê avdanî, bi barana zivistanî û biharî çêdibe.
Çandiniya pêmbû: Çandiniyeke kevne-nûye li Sûrî- Kevinbûna wê: hê ji 1950 yan ve, lê bi hindikayî destpêkiribû. Wê çaxê, pembû li ber ava: ) çeman, kehniyên xurt, bîrên serû-erd) dihate avdan.Nûbûna çandiniya pêmbû: ji salên 1980 yan ve, piştî kolana bîrên artiwazî bi awakî berferh li Cizîrê destpêdike. Bê şik, destpêk pir zor
û çetîn bû ji cotarî û çandiyaran re. Çikû; tu zanebûn li nik wan di warê çandiniya pêmbû de nebû. Lê bi wext re, cotarî fêrbûne wê çandiniyê û bûne pispor tê de. Her wesa, bi ked û xwêhdana eniyên wan xelkan, sûriya bû dewleteke zengîn di dana pêmbû de. Îro, hatina welêt ji çandiniya pêmbû di salê de digihe: 1Milyon ton.
Çandiniya pêmbû li Sûriyeyê, hê bi awa û rêçikên kilasîk tê pêkanîn (nexasim çinîna wî- ku bidestan tê kirin). Ji lewra, ew gelekî biha li ser çandiyaran dikelife. Carna jî, ji xisarê pêve tiştek li wan navegere. Di wextê ku, dewlet (bazirganê yakane) wî pimbûyî hemûçikî digire xwe, bêyî ku li qayî serê zilikî west û xisar di ber de bibîne!!
Weke nimûne, emê çandiyarekî bistînin ku (50 donim) erd dike pembû. Ka vêce, em binihêrin; çiqas mesrûf li wî pembûyî diçe?, û çiqas pere ji yê çandiyar re dimînin?
Em ê ferzbikin ku: ji wî(50 donimî), 18 ton pembû hatin. Ev encameke pake ji dana pêmbû re li Cizîrê. Ku nirxa tona pembûyê çandiyarê me bi (26000LS): 1 ton = 26000 LS were.
Bihayê pêmbû hemûçikî dibe= 18*26000=468000LS
Mesrûfa ku li pêmbû diçe.
– 15% zelal ji nav komê, diçe ji kerraxê ku pembû avdide=15*468000÷100=70200 LS heqê kar ê wî.
– Çandiniya pêmbû= cot + tovik + derman + semad = 40000 LS
Amadakirina motor û tirimpa avê + parçeyên guhertinê + bettarî = 20000 LS-
Mazot +zeyt a motor = 90000 LS-
Aşêf = 50000 LS-
inîna pêmbû: pale,1 kg, pembû bi (5) LS diçinin. Ç –
ji çandiyarê me re 18 ton pêmbû hatibûn. Hesab tevde dibe = 5*18000=90000LS
barkirin û rêkirina pêmbû =25000LS –
– mesrûf tevde dibe:
= 70200 + 40000 + 20000 + 90000 + 50000 + 90000 + 25000 = 385000LS.
Li vir, mesrûf kême û ne zêdeye. Pereyên zelal ku ji yê çandiyar re dimînin evin:
=468000-385000=83000LS
Eve, keda saleke sax. Piştî wê xireçirê û kêferata ku çandiyarê reben kirî. Ku mûsimekî halo berî 9-10 salan hatibane, wê ji çandiyarê me re heta 150% bêhtir pere mabane?. Çikû, wê çaxê fiyetên 🙁 mazot, semad, tovik, heqdestên palan,…)bi gelekî ji bi bihayên îro arzantirbûn. Vêce, bihayê pêmbû veqas salên çûyî ma weke xwe- nirxa fermî ji tona pembû re li Sûriye yê: 1 ton= 30750LS. Lê bi vî bihayê ha, pembû yê xelkê nayê. Ji ber ku; ew bihaki wesa sexteye.Van 3-4 sal saln dawî, dewlet û memûren xwe, gelekî bi pembû yên Cotarî û çandiyaran deleyizin û teedariyeke zor li wan dikin. Îsal – di 2006 an de, tona pembûyên xelkê bi=16000 LS, û bi 10000LS hatiye??!!
Eha eve: problêma herî mezin li pêşiya cotarî û çandiyaran. Dewletê ne tenê bihayên –
pêmbû cemidandine, lê belê, pembûyên wan rebenan bi bihayê ku wê bi xwe jî danî, nakire?!
– Problêma didwan li ber cotarî û çandiyaran, çinîna pêmbûye: pembû li Sûriye yê hê
bi awayên Kevin û kilasîk (bi destan tê çinîn), yanî hê dewletê teknolojiya nû (patoz=derrase) ne aniye welêt.Weke ku tê zanîn:çinîna pembû bi destan hê li welatên paşketî pêk tê.Li Sûriye yê, hemû texlîtên teknolojiya çanînê hene, ji bilî patozên çinîna pêmbû. Dixwazin bikin serê xelkê de, ku pembû bi destan çêtir tê çinîn. Lê ev gotineke pûç û bettale. Çiku, karê bi destan, tucaran cihê makînê nagire.Ya rastî ewe: ku dewlet ji qest wê hîlê dike, da xwe ji problêma bêkarîye li Cizîrê xwe xilas bike.Û wî barê giran,hemûçkî,bike sukra (cotarî, çandiyar,û xwedîkaran de)?!. Di mijara me de, çinîna pêmbû bi destan ser cotarî û çandiyaran; duqet û sêqet bêhtir dikelfe, ku bi patozê were çinîn.
Problêma siysan ku teesîra xwe ya neyinî li çandiyarên pêmbû dike:- Nebûna –
fabrîqeyên rîstina pêmbûyê (Çirik) li Cizîrê. Bi tenê, çirikeke piçûk li Hisiça heye
Na bavo, kengî li cihê çandinî û dana pêmbû (li Dêrika Hemko, li Tirbespiyê, li Qamişlo, li Amûdê, li Dirbêsiyê, û li Serê kanîyê ) çirikan çêdikin ?Zaro, diçin, çirikên xwe, 400 km dûr, li Helebê ava dikin!
Ka vêce em fekin: nebûna çirikan li Cizîrê,çi xisarê li çandiyarên pêmbû dike?
1- Mesrûfa rêkirina barên pêmbû zêdetir dibe.
2- Weheye, di wê riya dûr de (heta Helebê) hinek ji şalên pêmbû windabibin, an jî werin dizîn.
3- Ev xal ya herî girînge: pembûyên cotarî û çandiyarên Cizîrê li çirikên Helebê dikevin nav lepên memûrên dewletê (wan qesabên bê merhemet) Ku şalên pembûyên wan rebenan diçirvirînin(qaşo pêmbû dinirixînin?), û talîyê jî,ji bihayên kêm pêve, teştekî zêde nadin wan.
Belê,çandiniya pêmbû biwe cihê xisarê. Ji lewma, van herdu (2) salên paşî, cotarî û çandiyar hino- hino dev jê digerin. Yê ku, ji çandiniya pêmbû feydedike: dewlete. Çikû; ew pembûyê xelkê bi bihakî arzan dikire, û li derve, duqet û sêqet bihatir (bi dolaran) difiroşe.Li vir, têklayî di navbera dewletê û cotaryan de, dikeve nolê rista koletiyê de-Yê ku dişixule û dixisire û xûna xwe dirijîne:(cotarîne). Lê yê ku, bê west û bêxisar, û bi zora xwe, her tiştî dibe:( Ew dewlete).
Ne tenê çandiniya pêmbû, lê belê, her tişt û her kar li Cizîrê, û li Sûriyeyê bi giştî, rêjîma (Beis) dest daniye ser û ew talan kiriye. Ji lewra jî, celxeke kûr ketiye di navbera gel û rêjîmê de. Herdu alî vêce, bi çavên nebaweriyê û tirsê li hev dinihêrin. Millet ê Cizîrê, hêjaye ku birûmet û serbilindî bijî, lê mixabin, ew ketiye bin destê rêjîmeke: hîloker, zorbe, û nijad perest de.
Têbînî:
Çandiyarên pêmbû , qazinê ji tovikê (Heleb 90) dikin. Berî 5-6 salan wizareta çandiniyê (Helelb 90) li şûna tovikê (Heleb 40) kiribû xizmetê de. Lê wî, tu encamên wilo erênî ne dabûn!