Şoreş ji tirs ê şêlya


Nizar Yosif

Bi tevrabûn ê xwe navdan
Navçe yên sor bûne peyvgeh
Şoreş li welêt herikî  
Rûxandin dîwarê tirs ê

Pêlavêtinên gemarê
Ji ser çem ê nixumandî
Ramanên dîl kelbûn
Hêzên helwestên beniyan
Textê zordestan bê pê kirin
Gavên torîn bê lome
Bi coş a yek dengên xwe
Potînreşan liber şîpneyê tavêjin
Reşikên rojê
Hêzên devsor
Çilekên kedî
Har û bê ewle man
Lûleyên topan derizîn
Vepejiqandin a avjîna sîpeyan 
Ji navçeyên welat ê dîl
Kilît ên  kelha sitem ê hilweşandin
Text ê pêncî salî lerizî
Zor î serxweş ket meydanan
Gel ji bend ên pîstûriyê rizgar dibin
Sermest harbûn
Beratexwerên kelaşan
Ji bêçareyê sewsî ketin  
Serşûyên xwîn ê li paş xwe hiştin
Parçeyên bermayîyan li virin
Yên duhî yên îro yên herdem
Şînahiya xuzayê ji kelaş ên nûjenan dirije
Bê bextiya birînên sing û eniyê
Bi tund î me bi dilovaniya dayîkê ve dikêşînin
Teraf a bendewariyê bi sote
Mîxên şêlandin a bê dengiyê
Gihiştin alavên dawî
Bager a bagermiya başor
Ji kopê çiyayê Şam a şirîn
Ji peravê heta daristanên çiyayên dêm
Ji sêhlak ê Beyaban ê û kinar ê çem ê Ferêt
Heta deştên sinbilavis û hîviyên pira Bafêt
Xwestek nîşanên stêran
Asman ê reş xemilandin
Ji hev xistin reşperdeyên li ber tavê
Tov ê hîviyên roniyê li baxan geşî tên e der
Bi lezgînî hev di kêşin
Boyer bi rewşendarî tên
Vaye civak ji şewat ê vedipeke
Ji êtûn a 50 salî di şemite
Ser kinar ê feraşîn a ter di rûne
Serbilind î Dîrok va tê
Dengvedan e  
Bi boyeran avis di be
Li wekheviya şihîn ê gazî dike.

26,08,11

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…