Konê ReşDi adara 1989 an de min û hevalê xwe Abdulbaqî Huseynî, kovara Gurzek Gul diweşand, her ku yek van ronakbîran dihat me xwe digihandê, me alîkarî pêre dikir û me sûde ji serboriya wan werdigirt.. Dema ku Dr. Eskerê Boyîk di bihara 1990î de hat Qamişlo û li me bû mêvan, ez û Abdulbaqî wek redakisyona kovara Gurzek Gul me xort dane hev û jêre şevbuhêrkek li mala Abdellê Misto, xezûrê Abdulbaqî pêk anî. Di wê şevbuhêrkê de, camêr ji me re li dor rewşenbîrên kurd li Ermenistanê axifî û hin helbestên xwe ji me re xwendin.. Hingê du dîwanên wî pêre bûn, yek bi navê (Kulîlkên Çiya) û yek bi navê (Şiverê) bû, lê mixabin ku herdu jî bi tîpên kirîlî bûn.. Hingê jî gelekan ji me helbestên xwe jêre xwendin.. Ez û Abdulbaqî jî di nav de bûn.. Dawî camêr helbestên me dene hev û bi xwe re bîrin Yêrîvanê, da ku wan di rojnameya Riya Teze de belav biket.. Piştî çend heyvan ji çûna wî, rojekê hevalê me rehmetî Ferhadê Çelebî rojnameya (Riya Teze) da destê min û got: Va Eskerê Boyîk du helbestên te di rojnameya (Riya Teze) de weşandine.. Hingî kêfa min gelekî bi belavbûna wan helbestan re hat .. Hêjî ew rojname li cem mine, hejmara wê No: 62(4320), roja şemiyê 4ê tebaxê sala 1990ê ye.
Dema ku Dr. Eskerê Boyîk li Qamişlo bû, me bi navê Gurzek Gul hevpeyvînek pêre li darxist, ew hevpeyvîn di kovara xwe Gurzek Gul, hejmara 8/9 an sala 1990ê de hat weşandin, di gel qabên herdu dîwanên wî: Kulîlkên Çiya û Şiverê.
Bi rastî, bi hatin û dîtina van ronakbîrên Kurd ji Ermenistanê, çavê me vebû û em ji berê bêtir li ser nivîsandina bi zimanê Kurdî gurr bûn û wiha hezkirina zimanê Kurdî ket xwîna me de..
Sebaretî min, min ji tevan sûd wergirt û hezkirina zimanê kurdî bi min re mezin bû. Belê bêtir ez ji Dr. Celîlê Celîl fêrî danheva zargotina kurdî bûm.. Ez wî wek mamostayekî ji xwe re dibînim, di warê eşq û danheva folklorê kurdî de..
Qîzî Kurda
Qîzêd çiyayê me
Mîna xezala kubar in
Mîna Xezala kûvî ne
Mîna kulîlka delal in
Mîna kulîlka rengî ne
Mîna kaniya zelal in
Mîna kaniya safî ne
Qîzêd çiyayê me.
Min kulîlkê çiya anîn te re
Pêşkêş..
Te got: Wê vandera bikne qirêj..
Qamişlo, 28.08.2011

Şîrove (0)