Hêvan, Dîwanek Hemkoçerê Cezawîr A Nû Ye

 

Konê Reş
   Di vê pêla dawî de dîwanek helbestvan Hemkoçerê Cezawîr a nû, bi navê (HÊVAN), ku ji helbestên Çarîn anku çar rêz pêk hatiye, di nav xwendevanên zimanê Kurdî de hat belav kirin. Helbestvan daneyek ji vê dîwana xwe bi diyarî ji Efrînê bo min şandiye. 
   Piştî ku min xwend, hûr di çarînên helbestên wî de ponijîm bi du xisletan derketim: Yek jê êdî nema mirov cudahiya şêwezarî di navbera berhemên Kurdên Efrîn û Cizîrê de dibîne.. Anku mirov têde dernaxîne ka gelo Hemkoçer ji Efrînê ye an ji Cizîrê ye..
Bê guman ev yek li elfabeya latînî û kovara Hawara Mîr Celadet Bedirxan vedigere hem jî li bizava rewşenbîrî -tevî lawaziya wê- a ku ji çend salan ve di nav me Kurdên Sûriyê de belav e..

   A din ku helbestên dîwanê bi rengê çarîn û şeweyekî hêsan û rewan hatine nivîsandin, bi gotinên kurdî yên resen û têgihiştî, rist bi dûv hev de rêz dibin û dûrî gotinên ferhengî ye.. Eger hin gotinên devera Efrîn di nav re derbas kiribin jî, ez vê yekê ji mafê wî û dewlimendiya wî di zimanê Kurdî de dibînim û wî spas dikim..

   Dîwan ji 100 rûpelî ye. 164 helbestên çarîn di nav rûpelên xwe de kom dike, bi çapeke baş hatiye çap kirin.

Helbestvan Hemkoçerê Cezawîr ev dîwana xwe bi vî şêweyî diyarî xwendevanan kiriye:

Silav li civaka me

Li hîn û zikmaka me

Li dûrişm û li alê

Li welêt û li xaka me

Ji bax û gulistana

Ji nav rez û bistana

Ji devera Efrînê

Ji warê daristana..

Mebest wêje û tor e

Riya zimên jî dûr e

Ez negîştim dawiyê

Li çewtiyan bibore

Ev helbesta Koçer e

Ji hest û hişê te re

Ji min de yadîgar e

Ji we re ew diyar e

Ez ji dil vê berhema dostê xwe Hemkoçerê Cezawîr pîroz dikim û bi hêviya berhemên çaktir û bi vê helkeftê ez vê dîwana wî li xwendevanên ziman û afirînerên peyva Kurdî pîroz dikim.

Qamişlo, 05.08.2011

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…