belavokên partiyan

spasname ji Encumena Neteweyî Kurdistanî – Sûriye

Em di van rojên xwînî de, ku di ser welatê me re li Rojavayê Kurdistanê derbas dibin, supasiya xwe bo heme part û rêkxiraw  û kesayetiyên kurdistanî, li Kurdistan û li derve, ewên ku piştvaniya xwe bo têkoşîna gelên Sûrî li hember zorbaziya rêcîma Beşar Esed anîne zimên, û di di serî Partî Demokratî Kurdistanî – Îran, ku ew jî li hember deselata xûnrêj a Komarî Îslamî Îran têkoşîna xwe ji zû ve dike û gelek qurbanî ta niha dane.
Li Sûriye ta niha nêzîka 2000 mirov, hatîne kutin, bi hezaran birîndar û girtî hene. Deselata Esed tevî ku evqas xûnrêj e û dij bi mirovatiyê kar dike, dîsa jî heta niha nehatiye riswakirin, û hinek dewletên mezin ên wekî Rûsiya û Çîn, ji ber liştên xwe yên aborî û diravî, tew ne amade ne bo hîç karekekî di UNO de dij bi sîstema Esed. Îran jî bi hêzên xwe yên leşkerî, diravî, bangeşînî, û bi Pasdaran û Hîzbullahê xwe yê Lubnanî, piştvaniya vê sîstemê dike.
Em, weku Kurd li Rojavayê Kurdistanê, pêdivê piştvanî û destpêdayîna neteweya Kurd in, û em ji ber wê yekê careke dî supasiya wan hêz û kesan dikin, ku li aliyê gelên Sûrî yên zorkêş di van rojên xûnî de rawestiyane.
* Herbijî neteweya Kurd
* Binkevtin bo zorbaz û dagîrkeran

08.07.2011

Encumena Neteweyî Kurdistanî – Sûriye

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din ên nivîskar: welateme

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…