Bêndera cotkar

  Lazgînê  dêrûnî 

Cotkar bêndera xwe zivistanê mezindikê ne havînî.
Cotkarê jîr û zane bê û xwedî bawerîbê dema tovê xwe tavêjê erdê û diçênê ji xwere dibêjê:weke îroye wê havîn werê û ezê bi çinim, ji lewra kar û xebata xwe dikê û gelekî di çênê da kû havînî bêndera wî mezinbê lê ew cotkarê bê bawerîbê dibêjê:

Ezê hindikî biçênim yan ez naçênim belkî belkî baran newê û belkî nîr nebaşbê û xewa sibihê lê xweştê helbet wê bêndera wî biçûkbê.
Ev salfeta kurdê SÛRİYE,64 sal bûrîn piştî serxwebûna welatê sûrî û kurd netewa duyemînin piştî ya erebî di vî welatîde ,lê hetta roja îro ti mafê netewî bi dest xwe nexistine,tevî kû partî avakirin û rêxistin jî çêkirin.
Gelek sedem hebûn,lê sedema herî giring dûrbûna partiyên kurda ji gelê kurd û neperwerdekirina keç û xort û zarokên kurda li ser bingiheke rast û dirist,û nikarîbûn gelê kurd bi kurdiyet û maf û doza wîve girêdê ,belê bêtir bi partîtiya tengve girêdida,ji lewra hijmarên tevlî partiya dibûn hindiktirbûn ji hijmarên kû dev ji partiyan di berdanb,bi vî awayî parçe parçe bûn û bûne gelek .lê roja îro mane binav tenê bê endamin  bê kar û xebatin bê rêk û pêkin ,dûrbûnek dirêj di navbera wan û gelde heye.
Vêce vê gavê ez dibînim di vê qûnaxa dîrokîde ya giring  kurdê SÛRÎ bê ser û berin bê kar û barin  dem ji nişkêve hat û ew ne amadene ji lewra îro dûrî salfetêne û dûrî şoreşêne.û tirs ewe kurd dîse weke hercarî bi mînin bê pişk û maf û helbet wê bêndera wan biçûkbê.

19-6-2011

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hişmend Şêxo

Ev çend salin di bîranîna roja “Zimanê Kurdî” de xebateke hêja ji bo pêşxistina zimên tê kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Zimanê Kurdî tevî hemû siyasetên tunekirinê ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê ve heya roja îro hebûna xwe di qada cîhanî de çespandiye û bi şanazî serî hildaye û xwedî dîrokeke taybet e, ew jî di…

Merwa birîm

Havîna par têvel û bi min pir xweş bû, rojan e, nexasim li danê êvarê ez di vê kolanê re derbas dibûm, bêhna axa şil ji pêş xaniyan wek refek sêrçe difûriya, jin û keçikên sinêle di talda dîwaran de diciviyan, kalemêrekî piştxûz xwe bi darê zorê li ser kursiyeke…

Komîteya Çalakiyan a Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê

We vedixwîne roja zimanê kurdî :

Rewşa zimanê kurdî li bakurê Kurdistan
Nivîskar: Fettah Timar

Asteng û Aloziyên zimanê kurdî
Nivîskar: Ednan…

Hozan Yûsiv

Di 15ê Gulana 1932an de, dema Mîr Celadet Alî Bedirxan kovara Hawarê li Şamê derxist, ne tenê destpêka kovareke wêjeyî bû, lê belê cihê werçerxeke dîrokî bû di riya ziman û çanda kurdî de.

Hawarê peyameke zelal da cîhanê ku zimanê kurdî ne kêmtirî zimanê derdora xwe…