Pîlanên rêjîma sûrî û şert û mercên hevdîtinê!!

  Dr. Zara Salih
 

Bêguman rêjîma sûrî ya diktator îro roj di tengasîk mezin de derbas dibe, piştî berdewamiya şoreşa miletê sûrî ji berî 3 heyvan û virde, û lingê wê ketiye soleke teng de û êdî ber bi roxandinê ve diçe. Û ev pêvajok normale bo rêjîmek xwînmij ku ti derfetê dan û standinê  pêre nemaye, ji ber nama rêjîmê ji roja pêşî de hişkere û diyar bu, û wê rêya leşkerî- ewlekarî hilbijartibu, û ta niha jî ev biriyara wê ye bo çareseriya rewşa welat.
Loma rêjîm dixwazê derzekê bixê navbera rikberiya sûrî de, û bide xuyakirin ku kurd li rexê wê rawestiya ne, û jibîr dike bê çi aniye serê wan di van salên bihurî de. Ev pêka han ji aliyê rêjîmê ve li cem her kesî xuyaye û em dizanin armanca wê jî çiye, loma tevgera kurdî ya Sûrî helbet zanê sedema vê dozdariyê û çima di vê dema niha de!! Em bawerin ku tevgera kurdî bi berpirsiyarî wê vê ezmûnê derbas bike û wê karibe roleke serete û balans bileyzê di rewşa guhertina demokrasî di paşeroja welat de.
Berî her tiştî ma bawerî bi vê rêjîmê heye? Ev bi xwe cihê gumanê ye, pêwîste ku rêjîm gavin rastî bavêjê div ê derbarê de ( ev jî gelekî zehmete ), bi kêmanî kuştin, girtin û hilanîna hêzên leşkerî û emnî ji hemû deveran, berdana hemû girtiyan û rûniştina bi rikberiya sûrî tevî re bo lidarxistina gongirekî niştimanî bo çareserkirina rewşa welat û guhertinên bingehîn û destûrî bo rakirina desthilatdarya partiya baes li ser welat û gel, û ev gav bixwe wê rêjîm ticarî nikaribe pêk bênê, jiber rêjîmên totalîtar nikarin bidin û xwe na guherin, lê pêwîste ku millet û hêzên xwe wê biguherin.

Şoreşa Sûrî lidare û êdî ferehtir dibe her în, veger bi şûnde nema heye û ev rêjîm jî wê bikevê weke xeynî xwe ji rêjîmên erebî, û wê kurd ji vê proseyê ne bêpar bin, jiber hêzeke li ser heve , û gereke di derbarê vê pirsê de jî yekbin û rêjîm nikaribe wan jihev bixê. Loma pêwîste ku şêwra rikberiya erebî jî bikin û yeke xwe bixin aliyê wan de û doza xwe weke erkek niştimanî fereh bo tevayiya Sûrî diyar bikin û xwe parçe nekin ji rikberî û şoreşa gelerî ya Sûrî, jibe rev kuştina hovane li gelek bajarên Sûrî ne dûre ku nêzîkî deverên kurdî jî bibe, çikû rêjîm bûye weke tebakê dev bixwîn û birçî û çi ji destê wî werê, wê bike bo ku temenê xwe dirêj bike. Baweriya civaka navnetewî jî êdî nema bi gotinê Başar tê û nêzîk wê biriyarên nerewayiya vê rêjîmê bête daxuyanî û ew sîwan ji ser rabibe, ji xwe baweriya gelê Sûrî her bi wan nayê, nexasim piştî van kuştina û buyerên dawî, sedema vê nexşeya zelal gereke bizava kurdî nerîna xwe bi mêranî bide xuyanîkirin û nama xwe hişkere ji rêjîmê re rêkê berî ku here hevdîtinê bi serok re, jiber gaveke şaş ji aliyê wan ve wê qelenê wê gelek be, lê ez bawerim ku bizava me hişyare û agahdare û wê karibe pêkek zîrekî bavêjê û helwesta kurdî bi hêztir bike di hundirê sûrî de û sûd bigrê ji vê derfeta han bo çespandina mafên netewî yên kurdî di paşeroja Sûrî de û bi hêviya serkeftinê û yekîtiya millet û tevgerê.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rebhan Remedan

Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…

Tengezar Marînî

Silav xwendevano:

Pirr biraderan ji min pirsiyar kirin û di rêka Messenger, WhatsApp û telefonan re, çima tu li Kongirê yekem amade nebûyî?. Birastî ez şerim dikim bibêjim, piştî bêhtir 40sal î ji nivîsînê, biraderekî nenivîskar, telefona min kir û got em te weke mêvan vedixwînin Kongira xwe ya Fiderasiyona nivîskarên Kurdistan li Diaspora دیاسپۆرا….