Bedran Hebîb Ehmed
badranhabeeb@yahoo.com
badranhabeeb@yahoo.com
Navgînên ragihandina bêalî, rê nînin bigihin Sûriye ta dîmeneke rast ya wan bûyerên rojane li wî welatî rû didin veguhêzin. Tenê çend dîmenên kêm û kurt bi rêya înternetê hene, her çend ew bes in bo venasîna wê rejîma ku 40 sal e bûye bar û kamûsek bi ser sînga gel de. Dîmenên qafên ku dibin armanca guleyên nîşandariyan û xwîn ji ber derê, ling û piyên xwepêşanderan li kolanan di li cih mane, kesek newêre biçe ser wan ji ber ku ew ê bibe nîşana nîşandariyan. Ev dîmenên ku berdewam dubare dibin li Sûriye.
Dîmeneke din, ew girtiyên dest girêdayî ku peyayên rejîmê bi cilên sivîl wan didin ber pênan, berî çarenûsa wan bê serûbin bibe mixabinî lê bihê. Birayên cêwî Baas bi qasî mûyekê jî ji hev nabin , ev dîmen heman dîmenên piştî raperîna sala1991 li Iraq in, bi taybet ew dîmenên başûrê Iraqê yên gihiştin ber destê televizyonan û ber çavên dinyayê. Her ev karê hovane bûn sedem ku sozdarî ji hemû aliyan ve bi rejîma Baas a Iraqê re nemîne û dawiya wan anî.
Bi dûr nebînin ew wêne dam û dezgehên ewlekariyê bi xwe ew belav kiribin ji bo tirs û toqandina xwepêşanderan, di heman demê de nikoliyê lê dikin û înkar dikin ku ew wêne ên wan bin dibêjin, “cilên me ên ewlekariyê cuda ne” û dibînin, “ev kes ne bi ser me de ne, ev wêne li ku hatine girtin û bi ser me de hatine jimartin”. Ev jî kurtbîniyeke din li ser vê rejîmê, hovîtiya wê ji bo gelê Sûriyê nedihat nasîn, çavgirtin û derew jî nû ne. Bi berevajî bi hovîtiya xwe hemû rêz û hurmet li ba gelê Sûriyê ji dest da piştî ku ew çek û fîşekên ku ji dehan sal de qaşo ji bo berangarbûna Îsraîl veşartine, îro li dijî welatiyên xwe yên doza azadiyê dikin bi kar hênan.
Di vê navçeyê de çi rejîm nînin ji Sûriyê xwederçûtir, bi dehan sal e bi vê mezinahiyê ku mil nahête milên wê, hemû alî ji bo wê bi cih dihêlin. Ji aliyekî ve seqamgîrî û ewlehiya Libnanê ji dest bir û tê de bi ser ket, destekî wê di nav tevgerên Filistînî de ye û mal li wan wêran kir û destê din di bêrîka Iraqê de ye û nahêle çarenivîsa xwe bibîne. Ji gelê xwe re çi hesabî nake û ji meşekê biçûktir dibîne. Ew rejîm hîn li ser hesabê milmilaneya cemserên dijeber yên şerê sar temenê xwe dirêj dike. Ne şaşiya Sûriyê ye, Çîn û Rûsiya kitûmit wekî serdema şerê sar bergiriya wê dikin û terazûya hêzê navbera rojava û rojhilat bi vê navçeyê dinasin. Lê ma di dinyayê de çi binemayê danûstandinê li gor serdema şerê sar maye? Êdî kêşan û pîvana nû ya civaka mirovahiyê Çîn?
Xwepêşandana gelê Sûriye roj bi roj bere bi bere diçe, ta di demeke nêzîk de pêk were, her çend ku dam û dezgehên ewlekariyê bi ser ketine, bi hovîtiya xwe danûstanê digel xwepêşanderan dikin, bi tevî wê jî xwepêşandan berev pêş diçin. Di nav raperînên welatên ereb de, qet wek raperîna gelê Sûriyê sertaserî nebûn, dirûşmeyên wan jî qet wek yên Sûriyê demokrasî nebûn û ne “tenê” ji bo azadiyê bûn. Zêdebarî wê, xwepêşanderan çi karname ji mala xwe nehênan ji bilî daxwaza azadiyê û niyaza şikandina qeyd û bendan û pêwendiyên koletî. Dengê dijbereyê di van xwepêşandanên xwînî de ta niha nehênî û daketî ye, tenê gelekî reşûrût di kolanan de ye û dengekî nêrane jê tête bihîstin û çi pişta wan nîne. Ew tawanên ku ragihandina Sûriyê davêje ser xwepêşandan ku destekî derekî li pişt e, derket tenê benê derewan e û kes bi du firankan nakire.
Lê bila her derfet nebin ragihandina dinyayê bigihe Sûriyeyê û ragihandina Sûriyeyê jî her bike fişefiş û derewan bike, û bila civaka navdewletî jî her li ser tawankarî û karesatên karbidestên rejîmê bi ser xwepêşanderan de çavên xwe bigire. Wire û morala xwepêşanderan û piştgiriya azadîxwazên cîhanê têra wan dike ji bo bidestxistina serkeftinê di vê rikeberiyê de. Teknîkên nûbelav ên dinyayê gihiştine ta gundekî dûredest. Tenê telefoneke bêrîkan bes e ji bo aşkerekirina rastiyên bûyerên veşartî. Rejîma Sûriyeyê di xewa xefletê de ku hîn dihesibîne ew dikare bi pîvana şerê sar temenê xwe dirêj bike û dengê gel kiz bike. Binaseya destêwerdana navdewletî ku piştî şerê 1990î bûye nîşana cîhana nû, ne tenê li gor berjewendiyên nepenî yên zilhêzan e, lê vîna gelan dê bûyeran yek alî bike eger sîstemên siyasî ji guhartinê tirsiyan û li pey hesabên xwe çûn. Kitûmit wek tiştê bi kurdên Iraqê re li paş raperîna 1991ê rû dayî. Lewma êdî gelê Sûriyê bi tenê li meydanê namîne.
Diyar bû ku binkedara rejîmê ya fireh nîne, Sûriye ji aliyê pêkhateyên xwe ve welatekî firehreng e, lê yekrêzî û yekrengiya di xwepêşandanan de destebereke dine ji bo serkeftinê bi tevî ew rejîm 40 sal e bi pîverên cuda cuda danûstanê bi vî gelî re dike. Ev jî nîşan e ku ev rejîma han nûnertiya çi tiwêjekê nedikir û tenê pişta xwe bi dam û dezgehên ewlekariyê girêdabû. Niha jî xwepêşandanên bo azadî û demokrasiyê, gelê Sûriyeyê kire gelekî yekgirtî û xurt berevajî daxwaza rejîmê.
Azadî… azadî… dema ez van peyvan ji xwepêşanderan dibihîsim, ez kêfxweş dibim ne tenê ji ber ew peyv kurdî ne û ji qirika birayên me kurdên Sûriyeyê dertên, lê her wisa ji ber ew amade ne û paşde nemane ji xebata rêya demokrasiyê. Her wiha ez kêfxweş im ku siyasetmedarên sûriyê û ragihandina ereb bi serdemiyane nêzî kurdan dibin, îro di danûstanê de cudahî nîne wek salên 1991ê bi ikurdên Iraqê re.
Azadî, ew peyva ku bi dehan sal e xebatkarên Sûriyeyê ji bo wê dixebitin û di nav wan de kurd jî û şevareyê ji bo dikşînin, gelek nemaye bibe rastî. Çend roj yan çend hefte naçin ta rejîmeke din ji rejîmên dîktator hildiweşe, kurd jî digihe mafên xwe yên bi sedan sal e ji ber ve evdal e. “Azadî” ew peyva ku ji gewriya şoreşgerên kurdên Sûriyeyê derhat, kete ser zimanê ragihandina ereb. Oxî, mala xwedê ava, ev cara yekem e, kurd digel gelên navçeyê de peyveke hevbeş dibêje, ew jî xweşbextane: Azadî ye.