Roja rojnamevaniya kurdî

Salih Demîcer – Beyrût

Bi boneya roja rojnamevaniya kurdî û bi amadebûna Neqîbê rojnamevanên Lubnan rêzdar Mihemmed Be`elbekî û miftiyê parêzgeha terablos  birêz Malêk Şe`aar û balyozgerê dewleta seltenet uman rêzdar Mihemmed Elcezmî û bireke mezin ji kesayetî û rojnamevan û lêvegerên siyasî û ayînî  , komela xêrxwazî ya kurdî a Lubnan kombûnek li navenda komelê li darxist û têde  sernivîserê rojnameya Ellîwai a Lubnanî rêzdar Selah Selam hate xelatkirin.
Rêvebirên komela xêrxwaz bala amadeyan kişandin ser rojnameye  Kurdistan a ku di sala 1898an de li Qahîra derçûyî  û rola wê ye berz di dîroka rojnamenvaniya kurdî de . ne tenê wekû yekemîn rojnameya  belê wekû nîşan û sîmbola biratiyê jî di navbera gelên kurd û ereb de,  bi taybetî ku ew li welatekî Erebî wekû Misir dercûyî. û dûpat kirin ku rêzgirtina rojnamevanekî Lubnanî jî geveke ber bi wî alî de.
Sernivîserê rojnameya Ellîwai  rêzdar Selah Selam sipasiya komeleya xêrxwazî kir ji bo vê rêzgirtinê û diyar kir ku  cihê serbilindiyê ye bo wî wekû rojnamevanekî were xelatkirin ji  kurdên Lubnan û komeleya  wane xêrxwazî de.
Ji aliyê xwe de neqîbê rojnamevanên Lubnan rêzdar Mihemed Be`elbekî di axaftina xwe de ev rêzgirtin wek rêzgirtinekê ji hemî rojnamevanên Lubnanî re nirxadin û kurdên lubnan wekû pêkhateyeke bingehîn a civaka lubnan dan nasîn .
Tê zanîn ku rojnameya ellîwai  roleke erînî di piştgiriya kurdên lubnan û rojnamevaniya wan de lîstibû di demekê de ku kurdan nikarîbûn bi awakî fermî  çi nivîsên xwe belavkin.
22-4-2011
 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…

Qado Şêrîn

 

Dema bêrya helbestê dikim, diçim kilasîkan dixwînim.

Helbet nehemû kilasîk tên xwendin, wek dema me ya aniha. Berê jî gelek helbestvan hebûn, wek aniha, lê hindik mezin bûn û man û hey man, nimûne gelek in, lê gelek jî hema ku mirin winda bûn. Aniha jî gelek xwe dikin…

Şîlan Doskî

 

Şerekê gengaz di navbera Îran û Îsraîlê de ne tenê pirsên jeopolîtîk derdixe holê. Lê ew rasterast bandorê li mîlyonan mirovan dike. Bi taybetî Kurdên li her çar aliyên Kurdistanê dijîn: Rojhilat, Başûr, Rojava û Bakur di bin metirsiyê de ne.

Şerekî bi vî rengî wê ji bo wan…