NEWROZ Û XWESERÎ

Mîrza RONÎ

Bi ve hatina biharê re heviyên azadiyê jî gûr bûne û pêla azadiyê ber bi girava azad de diçe. Ez wek kurde kî dema dikevim demsala biharê de newroz tê bîra min û agirê azadiyê di nava mejiyê min de cihê xwe digire. Wek dîmenek raperînî agirê newrozê ber çavê min re derbas dibe. Ne xasim ew agirê girtî bedena; laşê min di tevizîne û kulma min digûvêşe.
Newroz! Nû-roj roja nû a bihara xemla kulîlka. Lê ji bo me kurda; an jî ji bo gelên bindest newroz çiye? Ew newroze ku hêviya gelên bindeste, hêviya azadiya hebûna mirovahiyê ye. Ronahiya roja tarî ye, qetandina zagonên serdestane. Qîrîna ciwana a ji bo azadiyê ye. Sembola çakuçê Kawayê hemdeme, sembola agirê azadiyê ye.

Yekemîn car nû-roj di nava dîrokê de wek dîroka azadiya gelê Med; ango gelê kurd hatiye nivîsîn. Lehengê dîroka newrozê Kawa ye; Kawayê hêsinkar. Di dîrokê de derketina newrozê li hember zilma Dehaqê xwînmij derketiye. Di nava bajarê Med’an de her roj Dehaqê zalim ji bo jana serê xwe, serê ciwanên kurd jê dikir û pê mejiyê wa, jana laşê xwe derman dikir. Her diçû ev jana wî zêde dibû û bêhtir ciwanên kurd qetil dikir. Lê ciwanên kurd jî vê rewşê nema li hember disekinin û diçûn di nava çiyayên azad de xwe vedişartin. Heta hingî xortên kawa jî ji bo gûrandina Dehaq bûbûn kurban. Kawa sebrek mezin hêsinê xwe dikutan û heta dîsa rojekî lêşkêren zalim Dehaq hatin ber deriyê mala wî dîsa; lê vê carê kawa yê hêsinkar ne netbû ku zêdetir qurbana bide û li hember vê zilmê çakuçê xwe bilind dike û encama bilind kirina çakuçê wî li ser serê Dehaq sedikine û bi çakuçê xwe Dehaq ji bo mirovahiyê û azadiyê ji dîrokê pakij dike. Bi vê serkeftina kawa ciwanên kurd azadiya xwe bi sembola agir bilind dikin liser çiyayên azad. Bi vê çîroka kurt dîroka agirê newrozê hatiye nivîsîn ji bo dîrokê. A ku em ji berxwedana kawa û kawayan derdixin hertim kurda bi sebrek mezin benda azadiyê mane. Encama zilmê hertim bi destê kurdan dawî bûye di nava dîrokê de. Ji dîroka Kawa em bigirin heta dîroka agirê bedena Mezlum, Sema, Rewşen hwd.  em dibînin û jê derdixin ku ew agir; agirê azadiyê ye. Ji wê roja bihara azadiya çakuçê kawa em bigirin heta bihara niha hertim bihar ji bo azadiya kurda bûye nû-roj. Çawe ku em di gûharîna xwezayê de dibînin ku di biharê de qalikê xwe nû dike; em kurd jî vê teybetmendiye ji xwezayê digirin û qalikê zilmê di vê miha biharê de li ser xwe tavêjin û ber bi azadiyê ve diçin.
Dîsa em ketin nava biharek rengîn û kulîlkî de. Xweza wê va roja qalikê xwe nû bike û rih bide zindîtiya xwe. Dive dîsa di vê biharê de em kurd jî qalikê ku ev çend hezar sale liser me em vê biharê de bi agirê newrozê û bi dirûşma ‘an azadî, an azadî’ di bin statuya xweseriya demokratîk de hebûna xwe mîsoger bikin. Îro çakuçê Kawa, agirê bedena Mezlûman bûye xweseriya demokratîk û dive em ji bo azadiya gelê kurd bilin bikin û bi hêza Kawa li serê zilma îro bidin û zilma kapîtalîst ji bo mirovahiyê pakij bikin. Heke em bi hêza xwe vê newrozê nekin starta azadiya xweseriya demokratîk wê zilma niha liser serê me bi dome. Sebra me a bi hezar sala îro berbi dawiyê hatiye û dive ew sebir bibe agirê newrozê û bigirê zilma Dehaqan. Bila cara dawî çakuç ji bo zilmê, neheqiye, zordariyê û desthilatdariyê bilind bibe û dawiya zaliman bîne. Bila ev rewroz bibe, hêviya newroza Kawa û Mezlum.  
Bi van bîr û baweriya newroza gelê Arî û kulîlkên li serê çiya pîroz dikim.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

SEÎD YÛSIF

sala1977ê de min li zanîngeha Şamê di beşê Felsefê de xwe tomar kir di wan salên xwendinê de min Ehmedê Huseynî naskir

Di wê demê de kampên zankoyê yên leşkerî hebûn em jî weke şagirtên zanîngehê bi wan neçar bûn

Xweş tê bîra min ku ez û Ehmed…

Ji encama ​êrîşeke dronî ya rêjîma Îranê li ser kampên sivîl yên penaberên Rojhelatê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê, pêşmergeyek bi navê Xezal Mewlan ya 19 salî bi giranî birîndar bû, tevî ragihandina agirbestê di navbera Amerîka û Israelê de ji aliyekî û rêjîma Îranê de ji aliyekî dîtir ve.

Lê bi mixabinî…

EBDILBAQȊ ELȊ

 

Bi dehȇn salan e, ku kurdȇn li Sȗriya di bin rejîmên li pey hev de, nemaze rejîma Bees, rastî kampanyayȇn şer ȗ zordestiya sîstematîk hatine ku ji înkarkirin û dûrxistinê bigire heta șerȇ siyasî ȗ aborî, jilewra damezrandina yekemîn partiya siyasî ya kurdî li Sûriyê di sala 1957’an de, bȗ…

Hişyarê Emerê Le,ilê

Buhiştî tu ji bo dilê min jînî
Nêrgiz û sînem û gul û beybûnî

Çi bêjim ez nikarim pesnê te de
Tu elendî ronî û hem mizgînî

Hemî zarav li hemberî te lalin
Tu tacî ser serê min hem evînî

Ji çavê te gelek nama dixwînim
Tu peyama evînêyî tu…