Konferansa Li ser Olên Kurdistanê li Swêdê pêk hat

Konferans bi  xêrhatina mêvanan ji alîyê Roza Kurd endama Komîteyê ve destpê kir. Bi ser navê  Însîyatîfa Kurd li Swêdê, Azîz Aliş him bi swêdî û him jî bi kurdî peyivî. Wî di gotara xwe de taybetî girîngîya nasnameya Neteweyîyê anî zimên û ji hemû alîyan daxwaz û hêvî kir ku, Kurd wek milletek xwedîyê kulturek dewlemende û bila ew newekhevî nimûneya civaka me ya dewlemend be, bila ew rengên me bin, lê bila evana me ji hev dûr nexe.

Pişt re dr. Celîlê Celîl ku ji Avusturyayê hatibû, wek axaftvanê mêvan gotara xwe kir…

Êdî dor hate panelîstan.. Moderator Kurdo Baksî gotina yekem da Munzur Çem û wî 30 dq li ser taybetmendîyên û wekehvîyên alewîtîyê yên bi taybetî yarsanî  û êzdîtîyê sekinî û wan wekhevîyan xal bi xal rêz kir.
Piştre Fehmî Kakeyî him bi swêdî û him bi 2 zaravayên kurdî dûr û dirêj li ser Yarsanî(kakeyî an ehl el heq) peyivî  û bi nimûneyan wekhevîyên wê yên bi alewîtîyê anî zimên.
Endaz Hawêzî jî felsefe û dewlemendbûna Zerdeştîyê anî zimên û got Zerdeşt yekem kese ku herkes wî, dÊ û bavê wî û malbata wî nas dikin û navê wan dizane. Ferqek mezin di nabêna zerdeştî û her 3 olên din tuneye û wekhevîyan yek bi yek rêz kir.
Piştî navbir/bihnvedanê, şaredarê bajarê Eskilstuna Jimmy Jansson peyivî û bextewarbûna xwe li ser mijarek wusa girîng ku li Eskilstunayê pêkhatîye anî ziman û hêvîya berdewamîya çalakîyên wusa kir.
Êdî dor hate Cengîzxan Hasso û ew jî li ser ola Êzdîtîyê peyivî. Gotina wî ya herî balkêş ew bû ku, wî got: heta îro min digot qansî mûyekê ferqa êzdîtîyê ji yarsanî û alewîtîyê heye. Lê nuha dibînim ku ew feqa jî di navbêna wan olan de tuneye û eve jî bextewarîyeke mezin e.
Di Konferansê de Kurdistan TV, televîzyona hêrêmî, Radio Zayele û radyo Sörmland û rojnameyên herêmê amade bûn.
Li gel ku bahoz û firtoneya berfê ji bo hatina hin kesan bû asteng, lê dîsa jî beşdarîyek derûdora 100 kesî ku ji bajarên Eskilstuna, Västerås, Katrineholm, Örebro, Stockholm, Oslo hatibûn û pirsên ji alîyê 23 kesan ve Konferans bi dilê hemû beşdaran bi dawî hat.
Encama Konferansê bi swêdî ji çapemenîya swêdî re hate şandin û daxuyanîya bi kurdî jî ewê ji Raya Giştî ya kurdî re were belav kirin.
13.02.2011

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Xalid Cemîl Mihemed

BÎRDANKA NETEWE

Ziman sîstemeke pêwendiyê ye, di navbera mirovan de, ku ji gelek rêsa û hêmayan pêk tê. Di bîrdank û hişê mirovên civakekê yan neteweyekî de, cih digirin û bi rêya axaftinê ew sîstem dikeve bikaranînê, bi mebesta dirustkirina pêwendiyê, ne tenê di navbera takekesan de, lê…

Ezîz Xemcivîn
Sal 1980î bû, tîpên Kurdî ên latînî ji bo min ji hêla mamoste Abdulkerîm Abdulkerîm Xelef hatin nivîsandin, berî ewê hingê min bi tîpên aramî derbirrîna hestên xwe dikir….
Piştî ko ez ji ewê reşbelekê tîpên latînî hîn bûm, min hin pirtûkên destpêkî li ser zimên peyda kirin, ji wan jî pirtûka M. Berzencî, lê…

Di vê rojê de, dema ku em Roja Zimanê Kurdî pîroz dikin, em di Kampanyaya Azadî de tekezî li ser statûya zimanê Kurdî weke stûneke bingehîn a nasnameya çandî ya gelê Kurd dikin û weke pireke ku nifşan bi hev ve girê dide û bîranîna têkoşîneke dirêj a rûmet, naskirin û azadiyê di…

Tengezar Marînî

Bi vê boneyê fermon ev nivîs:

Roja Zimanê Kurdî: Nîşaneke geş a berxwedana wêjeyî.

Dîrokek di salnameyê de ku ji hejmarekê pir wêdetir e – Roja Zimanê Kurdî mîna stêrkekê di tariya jibîrkirinê de dibiriqe. Ew nîşaneke bihêz a berxwedana çandî ye, bîranîneke bêdeng a tirs…