
Yasîn Hisên
Ey tu çiqa bê bêxtî, her ku ez wê xeleka nepen di navbera xwe û te de vedikim, tu min di avêje , û xwe di kezeba min de mîna mendalekî di zikê dayika xwe de li benda avê…ez jî te xwedî dikim…bi gotinên xweş..bi şîretên xweş…bi hêstirên xweş..
Sibehên te bi girî û kenê zarokan re di xemilîn…
rojên te mîna hev derbas dibin, şevên te di dilê xwe de çendîn kerban hembêz dikin….
ezê tevdan bi qurbana te kim, ew kerbên me…ew helbestên me ên nexwendî..nivîsandî û ne nivîsandî…
Ji ber wisa ji te ditirsin…dizanin tu di kezeba me de yî…ji loma jî em te naguherin…
ma ji bilî ava min çi di zikê te de heye?
ew çi bazarin li ser te dibin?.
û hîna min xweşik te ne afirandiye…bajarê min..?
Ji berî 95 salan de, û hejmar bi dû hevde hatin…72..49…24…5..
Û ez hîna ew kalemêrê derdan im…tizbiya xwe libo libo diavêjim…dixwazim 99 nava li te bikim…
Û te ji kezeba xwe …dernexim…







Şîrove (0)