Ka em tovê tirsê diyarî hev bikin…!

Diyar Ehmed

Di zimanê bazar û kirîfirotinê de têgeha xwestin û raxistinê serdestî û serdariyê li buhayê berhem, kel û pelên bazarê dike.

bi gotineka dîtir çi dema ku tiştek pir bibe û bi dêz û koman di bazarê de were raxistin,bê guman wê xwestin li ser kêm bibe û bi vê yekê wê nirx û buhayê wê jî bikeve.lê eger ew tişt kêm bibe, yan jê di bazarê de nemîne,wê daxwaz û xwestin li ser pir bibe,  li ser wê yekê buhayê wê jî bilin dibe .
Eger em li têgeha tirsê di bazara me de bi nêrin,emê bibînin ku dêzên tirsê di ser hev de ketine,tirs bi koman hatiye raxistin, îro di bazarê de, bazirgan  û bazarkeran xwe dane ber siha dêzên tirsê,li ber hênkaya siha wê bazarên xwe dikin,ava cemidî û çayê vedixwin û pê re gilî û gazindên xwe ji hev re dibêjin,û çixara xwe dikêşînin. 
Ev ne tiştekî nû ye, ji berê ve di welatê me de, dema yek tovê şîniyekê nû tîne yan jê diçîne,cotyarên deverê tev de wê salê, ji wî tovî diçînin.çavlêkirine,zikêşî û dilreşiye,nimizbûna astê rewşenbîriya çandinê ye, û ji ber wê jî, berhemê wê di bazarê de pir dibe,buhayê wê jî kêm dibe,cotyarê belengaz berhemê wî, wê salê, yan bi buhayekê erzan tê firotin,yan jê dimîne di nav çavên wî de,ji dost û hijêkerên xwe re  dike xelat û diyarî.
vêca va îro berhemê tirsê di bazara me de bû ye dêz,ne tê dizîn û ne tê firotin.me her tiştên xwe paş guhên xwe ve avêtine,axaftin,çîrok,xewin,xelat,civat,dan û sitandinên me li ser çinîn û çandiniya tirsê ye, û tirsê rayên xwe berdane herderî,koçik û dîwana,mal û dikana,civîn û civata.piştî ku tovê tirsê bi vê berferehbûnê di nava cotyarên me de belav bû, em di tirsan ku em bimînin li paş,havî bibin, ji derveyî refê xwe bistirînin,dawiyê xelik bêjin teredînin û mejî jî nînin. tirs ketiye di kelşên hinavê me de,di nava qurmûçekên rûyê me de zîl daye,li ber rûbarê rondikên dayîkên pakrewanên me di seride,kate dide,û bi me re weke guloka berfê  mezin dibe,bû ye hevalcêwiya kul û xemên me, û mîna sihika me bi me re diçê û tê,û  tucarî ji me venaqete.
Eve çend salin em tovê tirsê diçînin,diçinin û tovê wê divewejêrin,pir dikin, li herêmê belav dikin,şarezayî û pêzanînên berkerî li ser mifadariyên wê ji nexweşiyên dûrbihîstina guhan,dûrdîtina çavan,rehetiya dilan,canê giran,qurmûçekên rûyan, piştpehinbûn û zikmezinbûnê re didin xuyanîkirin.hûn di zanin ku tiris dermanê gelek nesaxiya ye,derdê gelek nexweşî û birîna ye,û bi me re pîrbûye û şax û rîçalên xwe li dora hiş û sewdanê me pêçaye, hêvî û xewnên me dorpêç kirye.
 Tovê tirsê di pêma û keleporê me kurdan de jî kevinare,di ferhenga zimanê me ye şêrîn de hatiye dîtin û di zargotina me de hatiye bikaranîn,bav û kalên me di berê de gotine: (Tirsoneko… temen dirêjo) .ji ber wê jî tiris di civaka me de ne şerme,yê tovê tirsê neçîne ne zane,û yê ne tirisê ji xwe ne zilame, bê mejî û sewdane,mirovê tirsonek serê wî bilin de,rûyê wî geşe û dilê wî xweşe, îro ew cihê rêz û siyanetiye di civaka me de,xelk ne tenê bi destekî silava wî vedidin,lê belê li semta wî disekinin,silava wî  bi herdu destan vedigerînin û pêre serê xwe jî jêre ditewînin,û amadene ka çi weca wî heye jêre biqedînin,çi daxwaz û xwestekên wî hene jêre pêkbinin…!?.li Ser bextê wan be, ji ber ew xwediyê şêwir û beryara ne, dibêjin wê îsal deriyê berîkana tirsê di miha avdara bê de were vekirin,û wê binêrin ka kî pir tirsonek û bizdoneke di welatê me de , ji ber mirovê tirsonek çeleng û kêrxwehatiye,jêhatî û serketiye di jîn û jiyana xwe de, û ji bo mafê wî wenda nebe pêtviye navê wî bikeve di nava lîsta kitêba Gênsê de, bawernama danerê têgeha tirsê û kilîta zêrîn ya dilê tirsonekan di serê sala nû de diyarî wî bikin. Ji ber jiyan bê tirs nabe,tirs xuye,tirs havên û hevîrtirşke, tiris bûye ba, xwarin û vexwarin, û her û her di gumana me deye,tu devê me vekê wê zincîra têgeha  tirsê  ne yê birîn, û ji xwe tu zikê me biqelêşê wê îsir û kewarên tovê tirsê birijin xwarê, me tirs li ser delavê  bilind di axurên hespan de daniye kurik,ji bala me dernakeve,eger carna ji bîra me diçe, yan em bi xwazin ji bîr jî bikin, xêrxwaz hene ku bînin bîra me,li me negirin…li me biborin…!!

eger şensê we hebe û hûn di miha avdarê de li me bibin mêvan,hingî hûnê merasîmê ahenga vekirina berîkana tirsê amadebibin,û em jî wê derfetê ji dest xwe bernadin,emê xelata mêvandariya we çengek tovê tirsê ji we re bikin xelat û diyarî.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…

Qado Şêrîn

 

Dema bêrya helbestê dikim, diçim kilasîkan dixwînim.

Helbet nehemû kilasîk tên xwendin, wek dema me ya aniha. Berê jî gelek helbestvan hebûn, wek aniha, lê hindik mezin bûn û man û hey man, nimûne gelek in, lê gelek jî hema ku mirin winda bûn. Aniha jî gelek xwe dikin…

Şîlan Doskî

 

Şerekê gengaz di navbera Îran û Îsraîlê de ne tenê pirsên jeopolîtîk derdixe holê. Lê ew rasterast bandorê li mîlyonan mirovan dike. Bi taybetî Kurdên li her çar aliyên Kurdistanê dijîn: Rojhilat, Başûr, Rojava û Bakur di bin metirsiyê de ne.

Şerekî bi vî rengî wê ji bo wan…