belavokên partiyan

Di salvegera roja mafên mirovan de

Hersal li seranserî cîhanê , roja 10-ê meha Berçille bi gelek hawan tê bîranîn . Ji ber ku , ev roja bi rastî rojeke awerte , bê hempa û di dîroka civînên rêxistina yekîtiya netewan de , pir bi nirx , giranbiha û pîroz e , roja 10-ê Berçille sala 1948-an ku nûnerên hemî dewletên cîhana wê hîngê – Sûriyê jî di nav de – erê kiribûn û îmza xwe avêtibûn ser belgeya lîsta mafên mirovan , bi şan û şoret , bi hêviyên gerim û hestên serkeftina viyana mirovheziyê û pêdiviya parastina jiyanê û raya giştî re bi gelek zimanan dihate aşkerekirin .
 Ji hîngê ve , ev roj bûye navnîşaneke balkêş û mezin , bi taybetî ji gelan re , çi reşik , çi sipî , çi mezin , çi biçûk , nemaze ji xêrnediyên weke me re , bûye doz û armanc , daxwaz û hêvî , lewre jî , gava mirov bala xwe bide , mêze bike , dê bibîne ku , çendî tevgera kurd li Sûriyê ji roja roj de xebitiye , xwestiye û dixwaze ku bîrbawerî bi naverok û wateyên vê belgeya dîrokî û fermî di civaka Sûriyê de cî bigre , bête çandin , gol vede û belav bibe , da ku rojek bê , dûr – nêzîk , ber dide .
Li ba pîlan û pirograma gelek hêzên serdest û karbidestan , paşverûtiya sîstema eşîr û êlperestiyê , tarîtiya hinde hêz di  bin perda netewperwerî û olperestiyê de , belgeya mafên mirovan metirsiyeke gewre ye , derd û kul e , pir bive ye .
Di çand û kultûra wan de , di hiş û rewşenbîriya wan de , wekhevî û mafên mirovan , çêrokên qurf û tinaziyê ne , ji ber ku ew malxwir û kedxwirin , nijadperest , sergerim û çavsorin , çavtengiyan li zimanê me yê dê dikin , li jiyan û hebûna me dikin , li îmza dewlet û welatên xwe nabine xwedî , ew durû ne û dizanin durû ne .
Lê , em bivên nevên , dem tê guhartin , pêvajoya çanda mirovhezî û zaniyariyê ne li paş e , li şûn nema ye , her diçe leztir pêşde dihere , çalakî û xebatên bona rêzgirtin û parastina mafên mirovan li seranserî cîhanê ciyê rêz û hurmeta hemiyane .
Bi xêra pêşketina şoreşa zaniyarî û di saya pêvajoya ragihandin û hesaniya danistandin û têkilvaniyê de , rewş û nûçe, rastî û derew , nema têne veşartin . Hebûn û dadmendiya pirsa gelê kurd li Sûriyê û mafên mirovan nema bincil dibe .
Rojên li pêş ne ji şerxwazî , binpêkirina mafên mirovan û gelan re ne , Ne ji domkirina qedexekirina zimanê me yê kurdî re ne .
M.Şêx Allî
Sekreterê Parta Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê .

Dawiya Berçille 2010

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…