belavokên partiyan

Nûçeyeke balkêş

  Cankurd

Mirovekî Misrî, yê bi navê Mensûr Şelbî ye, û ji başûrê Misirê ye (700 KM li jêriya Qahîre), di mala xwe de hinek kaxed û dapiyên kevin dîti bûn, ku hemahema li ber rizînê ne, ji zû ve bizava xwe dike; bi cîh bike ku ew ji pişt û neviyên Sultanê Serkeftî, Selahdînê Eyûbî ye. Ew axaza gelek zevîn û dêrînê dike, li Sûriye, Li Misir, li Urdun û li Filistînê, bi ser ve jî ew axaza kilîtê camiya El-Eqsayê li Qudsê dike, û ji dewlet Misrî parekê ji hatinên wezareta Geşt û seyranê dike, ji ber ku gelek kes ji dûrwelatan têne Misirê, bi mebesta serlêdana koçk û keleh û dêrînên Selahdînê Eyûbî. 
Tê gotin ku ew ji 20 salan ve li pey mafê xwe digere, hema heta niha tiştek bi destê xwe nexistiye. Niha ew bêtir û germtir li ser axaza xwe ya zagonî rawestiye, û dibêje ku ew dikane bi cîh bike ku ew ji pişt û neviyên sultanê mezin e, ku Ereb wî bi „Mestirîn Rêberê Ereb“ didin xuyakirin û tew nabêjin ku ew Kurd e.

Gelo, ma bo çi malbata Eyûbî ya ku li Şamê ji wê hîn gelek kes hene, dijîn û xwe Kurd dizanin, wekî vî mirovî li pey mafê xwe nagerin? Eve bi rastî seyr e…

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din ên nivîskar: welateme

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…