Şepal Hêvo Shepalhevo@live.de
Eger ji dergehê Felsefeya Kant, Dîkart, Firoyd, Hîgil, Markis û toreya cîhanê tu delîveyên bazdan û revê bibînî, ez ê te bi bejna gotinên te bidarve bikim. Û eger dixwazî bibêjî: Xwendevanên birêz, û xwe bikûzînî û çîrokeke bombekirî di guhê wan de biteqînî, bizane ew xwendevan ne yê ku di qurtekê de di zengelorka ragihandinê de tête xwarê.
Ev gengeşeya arzan, lawaz û pîs, Çarçiya U’kaz û devavêtina Cerîr û Ferezdeq tîne bîra me, ango ez dikarim bibêjim: Hîn jî bandora zimanê erebî û bi taybetî beşê herî daketî ji toreya wê li me dibe, lê bi carekê wê dibîne mertalê rexneyê yê resen. Û ji bo nav û kursiyên xwe dikarin her kurdekî ji xewê şiyar bikin û jê re çîroka xwe pîne bikin.
Gelo di van her du mehên bûrî de çend nivîskar û çend siyastmedar ji nav me koç kirin? Gelo kesî navê Me’rûf Xeznedar li ser ekranê malperên kurdî dîtin û li ser keda wî axifîn? Ev tev de ji me re ne gerek bû, filankeso sergovendî girt bêvankeso bû mêvanê wê Tv yê û ta b.d, her kes di baweriya xwe de ku ew lehengê dastanekê yê, lê çawa û çilo ew nizane.
Ev kesê ku ji mêj ve dest bi vekirina dibistanên balkişandin û vebûnên şaristanî kiriye, nikare gotarekê li ser aloziyên ku dibine astengî li ber damezirandina pêpelûka yekemîn di toreya kurdî de binivîse, ha hooooo qey nikare bi wê standerbûna ku xwe pê paye dike, hinekî ji xwe daxe û li ser toreya Firansî , Rûsî, Elemanî, biaxife, yan jî li ser keda hin nivîskarên cîhanê yên ku bûne hêman û egera xwendinê binvîse. Na tenê parastinên kesayetî jê re gerek in.







Şîrove (0)