Ji weşanên Dezgeha Sema Ya çandî û Hunerî ..

  Yekem Berhema Helbestvanê Kurd.. Abdulkadir Musa  (çengên Te … Ez bi fire… xistim).. derket  ..

Hozan Emîn

Di bin  navnîşan (çengên Te … Ez bi fire… xistim  ) Helbestvan Abdulkadir Musa  Berhema xwe ya yekemîn derxist Peşberî xwendevanan   û niha li Almanîya û Dubey û Herêma Kurdistana Iraqê  Tê Belav kirin .
Ev berhema ku ji navnîşana xwe diyar dibe Ku Helbestvan Ked û zehmetîya xwe ya ku di jîyanê de dîtîye ..? li Deverên Dûr ji xaka welat û di Jiyana koçberiyê de ku Pêşberî wî hatine bi  hastên Nazik û bi dîmenên pir bi êş û Jan Helbestên xwe Nivîsandine   ..
Em wexta behsa wî bikin dive ku em Ji bîr nekin ku windabûna Hevjîna wî û Delala ber dilê wî (Gulîstan) ew Keça ku bi Hêvîya Hevgihînê   dildoz bû û di kêlîkek Kurt de weke Mûmek ê Vemirî   Ev buyer di Jiyana wî de   , Kulek din li ser kulên wî Zêde Kirn   û Muhra

xwe li Helbestê wî xistine .
Hêjayî Gotinê ye ku ev berhem Hatiye çapkirin li Herêma Kurdistan a Başûr ya Azad (Hewlêr ) û Pirtûka (7)an e   ji weşanên Dezgeha Sema ya çand û Hunera Kurdî ye li Imarata Erebî  ( Dubey) .
Pêş gotina berhema wî Mamoste Selîm  Biçûk Nivîsî ye ..û  gotiye    
  Ku (Abdulkadir vê êşê van têkçûnan van xewn .Hêvî û evînên Mirî di Helbestên xwe de bi gewde dike û dinehwirîne )
Pirtûk ji 68 rûpela pêk tê û di nava xwe de 13 Helbestên nûjen û berfireh  Dilorîne .
Û Berg û Derhênan ya Hunermend Reşîd Hisso ye . û Matîvên Nava pirtûkê yên Hunermenda Almanî : Bettina Peiffer .
Li çapxana Kewêl – Li Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistana Iraqê hatiye çapkirin . û li pirtûkxana giştî ya wezareta Rewşenbîrî Hatîye spartin jemareya wê 939 .

Kurte Jiyana Helbestvan   .. Abdulkadir Musa  
 

 

Abdulkadir Musa  di sala 1969 wek nixuriyê Dayka xwe , li bajarê Amûdê ( Rojavayî Kurdistanê ) ji dayik bo ye . li wir dibistana xwe ya serkî bi dawî kiriye . û di sala 1987 dest bi xwendina Ziman û toreya Firensî li Zanîn geha Helbê Kiriye û bi dawî nekirîye .
Di navbera salên 1986-1991 ê Helbest bi zimanê Erebî Nivîsî ye û di rojnama  û Kovarên Erebî û kurdî de Belav kirîye .
Ji wê sale û şûnde bi zimanê kurdî dinivîse û werdigerîne .
Ji dawîya sala 1995 an li Almaniya Dijî bi helbest nivîs û wergerandinê re mijûl dibe .

  ji Berhema wî vê Helbestê hildibjêrim .

Tu bûka berfê

Tu,
Ewê qeresiya sortirîn dilê
di devê min re derketî, di binê piyalê de nehêle…
ewê pêşkêşî min bike,
ez bi tirs im ku lêvên te di devê xwe de ji bîr bikim…
û ji hemû rengê meyweyan
bitengijim.. !
Tu,
Ma te nedît ! Bê çawa kuçên
pêpilka ’’Turm’’ ji ber pêyên me
dişemitîn û dîlaneke mest…
Mil li hêlekê

Ser li hêlekê
Kinc li hêlekê
Laş li hêlekê û can, du can ha.. !
Bi maçan diçûn mirinê
Yasemîn li kenaran hilor dibûn,
di koça dirêj û teng de.
Ma te nedît ! Pencên min yên nîvkuştî,
Meyweyên kerik li ser bejna te
diwerandin, û bi tîna silavên
dildarên li paş tixûban ew bi şaxên te ve dimişmişandin.
Ev Helbest bi dawî nebûye Hun dikarin di pirtûka wî bi tevayî bixwînin

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Were xanim!
Were!
Da ez hemû şkestinên xwe
Revecengên xwe
Di çavên te de bixwînim
Kirasê dîroka xwe jê bikim
Cugrafiya çavên xwe
Di awirên te de dorpêç bikim
Dema ez
Li çavên te dinerim û
Di kûrbûna wan de noq dibim
Bi girafêtê
Qirika Selahiddîn dixemilînim
Riha wî kurt dikim û
Li Waşintun, Mosko û Berlînê digerînim û
Geh
“Igalê” dikim stukura wî û
Wî li…

Ofîsa Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi êş û xemgîniyek mezin nûçeya koça dawî ya hunermend Gulîstan Tahir-Sobarî bihîst, ku şeva çûyî koça dawî kir, û mîrateyek hunerî dewlemend û bîranînên hêja giranbiha di dilê malbat, xizm, dost û heval û hezkiriyên xwe de hişt.
Xwedê jê xweş…

Bavê Zozanê
Piraniya stranên kurdî eger ne hemî bi rêk û pêk hatine ristin, xweş, hesan û sivik in,ji xwere mere li ser dev û lêvan dihelin .
Qam û qilafeta strana Kurdî tê xuyanîkirin ku ew êşa zor û giran ,tevlî kar û barê jiyana dijwar ku bi rengekî zelal û hesanî ji guhdarê…

EBDILBAQȊ ELȊ

1-Çarçoveya Erdnîgarî, Stratejîk û Dîrokî

Qamişlo li bakurê rojhilatê Komara Sûriyeya ye, li xaça 37.30 pileyan a bakur û 41.13 pileyan a rojhilat, li bilindahiya nêzîkî 450 metreyan ji asta deryayê. Sînorê wê yê bakur bi Çiyayên Torosê ve tê girêdan, tenê yek kîlometre dûrî sînorê Tirkiyeyê ye û…