Dem: Roja yekşemê, 13/11/1960î li bajarê Amûdê- barêzgeha Hisiça.
Ev roj, rojeke dîrokî û bi nav û deng e. Ev roj, roja şewata Sînema Amûdê ye. Roja şewata 300 zarokên bê guneh e/ ji bilî nîvkuj û birîndaran/. Roja ko 300 nav ji dara jiyanê hatin weşandin û di goristana Amûdê de li rex girê Şermola hatin veşartin.
Lê fincana qehwê li ber xwedayê zemîn e û bi berdana dûmana çixarê ji herdû qulên poz û devê xwe re dida der û hilma şewata laşan li pozê wî dida û pêre pêre digirnijî, serî dihejand û serxweş dibû..!! Belê dayê.. dikeniya.. dengê kenê wî bû babîsok û digeriya.. bû icacok û li hev digeriya.. bû kirasekî reş û li Amûdê aliya… Li bajêr bo qêrîn û hawar.. li ezmanan bo şer. Şerê Homan û Ehrîmanan.. li hev dan. Şeytan û perî bi hev ketin. Periyan agir vedimrandin.., şeytan û iblîsan bi baskên xwe agir gûr dikirin. Şeytanên erd û ezmanan li hev pirsîn… û li wan zarokên bê guneh bûn yek..!! Dêwên sor û reş bi poşan çûne hev… Ehrîman û hirmiz hev talan kirin. Bi narevînê em haş kirin…!!!! bi ne zanînê em gunehkar kirin…!! Tiştê bû, bû û çû.. em ketin xewê.. em ketin temara mirinê… bê pirs û bersiv..!! ka çibû…!!??. Çewa bû..!!??. Kê kir..?! Gunehê kê bû?!!.. Ka rêber û xwediyên vî miletî?!… ka Axa û Şêx.., kanîn ew qehreman..!?. her tişt hate jibîr kirin…!!. Homan û iblîs li hev hatin…!! Hêdî hêdî… her tişt hate jibîr kirin. Belê dayê tu jî hatî jibîr kirin?!..
Ferîda Elî
Ferîda Elî û Kurê xwe Muhemedê Îsmaîlê Emê.
Erê dayê.. ez qurban.. te çikir..!?..pêşiyan gotiye: (Şêr şêr e, çi jin e, çi mêr e)!!. tu jinek bû.. lê ne wek her jinan!!.. te şer bi agir, bi şeytan û iblîsan re kir. Te çend caran xwe avêt nava êgir..?! Te çand caran bi qeflan zarok ji nava êgir rizgar kir..?!! Ez qurban.. te karibû bi dehên zarokên bê guneh ji agirê sînemê riha kirba, lê te nikaribû birayê min Ehmedê Îsmaîlê Emê ji wê dojehê riha kirba.!!! Te digot: lawo!.. ev tev zarokên me kurda ne.. ev tev berxên ber kêrê ne.. li me ferman e…
Rast e dayê ev tev zarokên me Kurda ne.. bi destê şeytan û iblîsên erd û ezmanan hatin şewtandin.. li me nezana ferman e.. zarokên bê guneh şewitandin, teyr û tulûrên buhiştê tev fetisandin û bi xwendina lavija şeytanî re gihan armanca xwe. Lê me çikir ??!!… Em bi xwendina Sûreta Yasînê daketin.. Em bi gotegot û çiqeçiqa ber bayê aşê vala ketin.!! Em bi êşa mirîşt ji hêkê ye, yan hêk ji mirîşkê ye ketin!! Ka rêber û serok, ka axa û maqûlên kurdan!!??. Ka rewşenbîr û nivîskarên leheng û şêr!!??.. Ka Kurdên …,..,… ne tenê wisa bû. Lê, lawên te wa te jibîr kirin. Dayka pakrewanan jibîr kirin.. tenê wêneya te wek wêneyek bê can û rewan tê belavkirin. Ez bawerim tu kesî nepirsiye ew wêne ya kê ye?! û xwediyê vê wêneyê kiye û navê wê çiye?! û çi kiriye?!..
Dayêêê…ji neçarî ezê hinek gazinan bikim. Di vê civata daholvanan de, tenê navûdeng ji mêran re ye. Tenê salixdan û pesindan ji axa û maltêran re ye..!!. Bila dilê te bi halê te neşewite . Ez dizanim nivîskar û rewşenbîran keda te ne anîn ziman û te jibîr kirin..!!.. Ez dizanim daholvanan hin kirin leheng û hin jî bin pê kirin. Erê dayê, karê me Kurda ev e.. Em dikarin dawetekê bê dahol û zirne li darxin. Em dikarin li dahol û zirna xelkê jî xin. Lê, dayê tu hatî jibîr kirin..!! Ne ji bo tutiştî, tenê ji ber ko tu jin bû. Tu ji malbateke xizan/feqîr/ û welatparêz bû. Lê sed aferîn ji wan rojnamevanên biyanî /Rojnama Elmûsewir- ya Mesrî/ re ko berî lawên te keda te anîn ziman û rastiya te ji xelên te re diyar kirin. Lê dayê ew ne lawên Kurdan bûn!! Lê ka law û neviyên te çikirin!!?..
Mexabin di dema îro de, daholvan û zirnevanên me pirtir bûne bê ko rastiyê vekolin û lê bipirsin û wek bûyî.. wek heyî.. bibêjin û mafê her kesî li gorî keda wî bînin ziman. Lê ez bawerim wê dîroka gelê te qet wê mêranî û lehengiya te jibîr neke. Wê li sedem û ûşt û gunehkarên wê qetilamê bipirse.. wê xwedî li pakrewan û diya pakrewanan derkeve.
Di roja îro de, lawên te yên xwedî birûmet xwedî li dîroka xwe derdikevin. Belê, tu nema tê jibîr kirin…. Ez bawerim wê navê te li serê sernameya pertûka dîrokê bi tîpên zêrîn bêye nivîsandin.
Erê…Erê…dayê, rast e birayê min Muhemd ji wê dojehê riha bû.. û laşê wî yê şewitî.. bi dem û rojê re.. ji wê şewatê rehet bû.. lê ji pêt û agirê şewata ahing û derûna hundirê xwe rehet nebû. Rabûn û rûniştina wî.. tevger û jiyana wî tev kul û derd û birîn bû. Tirsa agirê sînemê û sawa iblîs û şeytanan xwe bera hundirê wî dabûn… şewata birayê wî Ehmed ji ber çavên wî nediçû. Ev agirê sînemê her û her pê re ma û xwe ji hizir û dil û hişê wî bernedida. Ew agirê di hundirê wî de, roj bi roj, mezin û gûr dibû. Bi dengê qêrîn û hawara zarokan re har û dîn dibû.. Tew kula mezin bavê min bû. Bavê min.. kuldar û xemxurê wî bû.. Ne bijîşk û hekîm man .. ne derman û ocax man… qet tutişt bi lawê wî yê nesax kêr nekir. Bavê min bi wê kulê mir. Erê dayê.. kula me bi kul be û di canê dijminan de der be, ew kul bi te re jî çû gorê… lê diyar e we soz bi hev re dabû… Birayê min Muhemed jî pir dirêj nekir.. bê ko xatir ji min bixwaze ewî jî barkir ji vê jînê… Tu bawer ke dayê xatir nexwest û barkir…koçkir û ez bi tenê hiştim. Erê, ez bi tenê hiştim….