REWŞENBÎRÊ CIWAN EHMED QILÎÇ( ) MÎNAK E

  Nivîser: Abram ŞAHÎN

“Kurdan gelekî ji bindestiyê kişand, loma gerek ew bilind bibin asta nakokiyê û fikreya lavêj û perîşaniyê li pêşiya raya gîştî berdin, û li dêvla wê sratîjiya globalkirina lawaziyê, weke cuhî û ermenan bixebitînin”
Ehmed QILÎÇ      

Geva miletek xwe dide xuyan weke miletekî perîşan ev tişt ne xwedî wateya ku gelên din dê bi çavekî dilovan li wan binêre, ji ber perîşanî û edaleta dozê bi xwe ne bes e ku xelk li doza te weke dozeke adil binêre. Û tevî ku lê nihêrîn weke dozeke xwedî maf gelên din ji xwe ber dest nadin kurdan û alîkariyê nakin ji ber bandorek li wan gerek e ku wan tê vede palpiştiya doza kurdî bikin.
Pêngava yekê ji xebata gelên bindest ew e; wergirtina piştgiriya raya gîştî û hestê wê ji bona dozê ye. Anku gerek doza kurdî derbasî jiyana cîhanê bibe û xwe lê ferz bike. Ji boyî cîhan tev bigere ku alîkariya kurdan bike. Bi gotineke din gava gelek xwe perîşan dike û pişt dide dîwaran, wê hîngê ti kesî hay ji wan nîne û dibe ku ew doz bimire bêyî balê kesî bikişîne.
Gîheştina asta nakokiyê ne tim bi kiryarê leşkerî diqewime. Gelek caran destavêtina çekan dibe çareya dawî. Cîhan niha di serdemeke nuh de ye ji cengê navê xwe cenga ragihandinê ye û eger nûnerên dozê vî çekî baş bikar bînin, hîngê rê li pêşiya çareseriya dozê fireh vedibe.
Her doz pêdivêyî marketkirin an globalkirinê ye ji raya gerdûnî re. Gerek doz ji wan re baş were zelelkirin û li gor çanda wan were şirovekirin û gerek tirsek li ser dozê di dilê wan de were afirandin derbarî çareserkirina dozê. Wê gavê em dikarin raya dervayî ji kêrî dozê re misoger bikin. Û ne tim hêzên xurt bi tenê dozên xwe global dikin, lê hêzên qels jî dikarin lawaziya xwe global bikin weke ku cuhiyan Holokosta xwe global kirin û weke îro ermen dixebitin boyî jenosîda (komkujiya) ku tirkan der heqê wan de kiriye global bikin û mukirkirineke navnetewî wergirin ku cîhan tev li aliyê wan bigirin ji bo wêrana ku bi serê wan de hatibû. Wisa divê kurd şehreza bin di xuyakirina lawazî û rastiya pirsgirêka xwe. Em dibînin gelek caran kurd û bi taybetî endamên partiyan bi awakî sert û nezan bi hemberê xwe re dide distîne û gelek caran xuya dikin ku nikarin mirovên kurd ên asa bervî dozê bikşînin û wan bidin têgihiştin bi rastiya doza xwe.
Lê globalkirina dozeke bi girêk, mîna doza kurdî ne, barekî hindik e. çend merc li kurdan divê ji bona doza xwe baş bigihînin cîhanê. Ji wan mercan bi kurtî: gerek kurd kesayetiya xwe baş binasin û bidin nasîn. Anku çanda xwe, dîrok û nasnameya xwe û gerek ev proses ne bi awakî hestyarî pêk were, le gerek li ser mijara nasname û çandê bi awakî zanistî bixebitin û nameya xwe bi zîrekî bigihîne gelên din û ji wan re bi awayî ku ew têdigihin û hîkar dibin pêşkêş bikin.

Di nav siyasetmedar û rewşenbîr de rîaksyon zor girîng e her yek ji wan hîkariyê li yê din dike û pê hîkar dibe, loma pêwîst e siyasetmedar û rewşenbîrê kurd û bi taybetî kesên di cihê biryargirtinê de hawîrdora xwe û dijberê xwe baş binasin. Anku gerek zagonên dewletên serdestî Kurdistanê baş werin têgihiştin heya kurd bikarin bandorê lê bikin û li kêrî doza xwe bixebitin ta biguhêrin. Her wiha pêwîst e kurd zagon û têkêliyên navnetewî baş bizanin û xeydandina xwe ji cîhanê rawestînin, êdî li kurdan divê ew bervî cîhanê biçin ji ber heke wisan bimînin cîhan bervî wan nayê.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Silêman Bavê Sîpan

Ez Kurdim, li her derê
Nabê tiştek min biguherê

Ev zimanê min Kurdî ye
Min ji dayika xwe girtiye

Ne bi tirs û ne bi şerm
Serbilind im ez her dem

Kurdim ez, ji kok û reh
Kurd dimînim li her cih

Kurdî bo min,ne zimane
Ew dîrok e, ew jiyan e

Ew dengê bav û kalan e
Ew stranên…

Ezîz Xemcivîn

Kî li benda te bû
Kî li kolana dildariyê bendewara gulekê ji destê te bû?
Dildareka bêdeng im,
yarê min!

Evîndara bayê hênik û axa warekî me,
ne baskşikestî me,
ne bineka ketî me,
çima li şaneşîna evînê tu min nabînî,
yarê min?!

Roja evînê bi hêviyên neyar nayê girtin…
Sozên li hev badayî,
bi hêsanî…

Fewaz Ebdê

-1-

Ezbenî!
Herdû çavên te ji zaroktiyê re bexçene
Kenê te hêlana asîmên e.

-2-

Her ku li te dinerim ezbenîLanguage Resources
Zarokekî li paş sîberên salaln dibînim
Bi destê xweyî biçûk
evînê qenewîç dike.

-3-

Tu mîna zarokekî ji rîhanan hez dikî
û mîna ku hê nû te
temen vedîtibî
çîrokan dibêjî.

-4-

Çaxê tu di nav neviyên xwe de rûdinê
Temen kirasê xwe di ser xwe…

Dildar Aştî

Te rojekê
Kevirekî kelemî
ji rêçekê hilnekir
Te rojekê
Şûşeyekî şikestî
Ji ber lingên mendalekî ranekir

Te gulek tî
Di bexçeyê evînê de av neda
Te goleke meyayî
Li ramanê tev neda!..
Te berxeke windayî
Negihandiye nav kerî
Te pîreke rêwindayî
Negihandiye ber derî

Di şeveke bi tirs de
Çi nameya evînê te neguhest
Mafê peyveke tenê
Di civata padîşah de te nexwest
Te rojekê
Simbilekî ziviyê
Ji şewatê neparast
Ne li keviya rêyekê
Ne li…