Bi kuve Goga lingan

Siyamend Brahîm

  Gava min li dibistana navendî dixwend ez nizanim bi çi rengî hezkirina wisa goga lindgan bi xurtî kete dilê min, ku min nema karîbû  dersên xwe bixwînim,  ev nexwe‏şiya ha kete dilê min, û ez dibêjim ew wekî nexweşike  bê derman cihê xwe di dammarên xwîna min de kolye
teqez tu bijîşk di dunyayê nikare min ji vê nexweşiyê rizgar bike û min biparêze, û çilo cihên xwe di têde çêkir, û caw a pile pile bi rêk û pêk  di canê min de ciyê we xweş kiriyeş, min tu çare ji vê neweşiya xwe re nedît  , ez mat û gêj mam gelo ev vêrûsa ha çilo kete xwîna min , û nema ji damarên xwîna min  derdikeve, hemû bijîşkên dunyayê tu çare ji fîxanên min re ne dîtin, ew tev peyhûde çûn, ji sala 1969 ta roja îro ez li pey goga lingan diçim, min bajar bi bajar li hemû rojhilata navîn geriyam, min lîzkên hemû hemû yaneyên Sûryê dîtin, bi hezara lîstikên goga lingan beşdarbûme, min gelek ji kat û demê xwe   di vê riya ha wenda kirye.

Dinêv van lîskvanan yek ji wane yên ku bi xurtî bala min kişand helbet ew lewend û çelengê Qamişloka rengîne û lîzkvanan yanaya Cîhad (Heysem Keçoye), belê ew xwedayê behrewriyeke mezin bû, belê behreweriya bi vî rengê xurt kêm caran di beşên jiyanê de tê, belê dara çinarê tu caran di lîskên xwe yên werzeşî de nediçikaha, her kat û şaxên vê kesîtiya ha bilnd dibû, riçên xwe yê xurt her di qada werzeşiyê de ziwa nedibû,
Heste û hezkirineke xurt bi alî vî lîztikvanî diçû, ez timî lîskên yaneya Cihad li kîjan bajarî bame dibûm, belê ev hezkirina ha ne tenê li cem min çêbûye, lê belê di dilên hezaran kesan hatine çandin, ev xortê ha, ev lewendê yaneya Cihad dilên me bi wan golên xwe yê macîk û sihredar xweş dikir, dînbûneke gerim em wekî serxweşan li me dihat, ax û ofên dilên me hênik dikir,
sal û dem derbas dibe ez nikarim koçbarkirina vî xortê hêja ji qada mejiyê xwe, ji hişê xwe bidim alî ez nikarim, ez nikarim birînên xwe biaxêvim, gelo çawa ez wan hevdîtinên xweş di wan stadyoman de jibîr bikim, teqez mirov zû bi zû êşên xwe jibîr nake,
Gelo çilo ew bazdana me li pey goga lingan bi vê hêsaniyê jibîr bikim, cihana werzeşiya goga lingan ya xweş ji alîkî din ve  ew xweşiya ha di dil wijdanê me de kola,  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz EBDÊ

Xak

rehên xwe li ber ronahiyê vedike

rokê weke piyaleke meyê di 21ê Adarê de vedixwe

Çiya

xeftanekî ji bê davêje ser mile xwe

radibe ser tilîkan û çirayên xwe li quntaran vêdixîne

li asîman reng vedidin

<p...

Dr. Mahmud Abbas

Cejna Newrozê nêzî sê hezar sal berê hatiye avakirin û di dîrokê de weke têgeheke piralî derketiye holê û di nasnameya manewî û çandî ya gelên herêmê de cih digire.

Cejna Newrozê ne tenê cejneke derbasbûyî ye, lê rêûresmek e ku di nav sembolan de ye,…

Fewaz EBDÊ

Şeva qirkirinê

Şeva wêranê

Şevek ji şevên Remezanê

Şevek ji Adara kulên kurdî

Osmanê Ebdo malbat li dora xwe kom kiribû

Xewna zeviyeke genimî berfereh ji wan re digot

Şeva wêranê

Çivîkan baskên xwe ji sibe re amade dikirin û

Keçika…

Fewaz EBDÊ

Helebce!

Ey bajarê ji destê qederê şemitî û

li ser milê ba di xew ve çû

Di bêdengiya gerdûnê de birîn vebû

Şiyar bû, xwe bi girî pêçayî dît!

Ji bilî siya kêlên jibîrkirî li wir tunebû û

ne nalîn…