Ramanê regezperest di riyek girtî de ye

  Dîmoqratî kurdî – hejmar 22

Tevî xurtbûna siyasetên şovînî û bizavên awarte di derheqa miletê kurd de, ev siyasetên ku dibin bandora ramanê newekhev û regezperest de ava bûbûn, armanca wan lidij hebûna netewa kurd bû û rakirina taybetmendiyên wê, di riya bikaranîna siyaseteke zordar û girtina mafên mirovane û medenî… lê tevî wê jî van siyasetan nikarîbûn armancên xwe bighînin serî, û tevî wê jî miletê kurd ma xwedî hebûn û xwedî nasnameya xwe ya netewî, û hestê netewî xurt bû, û bi xêra rola tevgera siyasî a kurdî û asta siyasî a bilind li cem civaka kurdî, weke xuya dibe îro roj ku hemû bizavên tunekirinê negihiştin serî, û dibin siya pêşketinên navdewletî û herêmî û niştimanî de di roja îro de ne mumkine ku ev siyaset berdewam bibin.
Û weke hemû dozen niştimanî, doza kurdî jî kes nikare wê tune bike yan bêje tune ye, yan jî berdewam be di bizavên xweyî xerakirin û tevliheviyê de.
Ji ber piraniya hêzên niştimanperwer û dîmoqrat di Sûrya de ev ramanê regezperest û kevneperest derbas kirine, û ramaneke nûjen û serdemî bikar tînin, û daxwazê dike ku siyaseta newekheviyê bête rawestandin û zulm û zordariya ji ber netewe yan dîn were sekinandin.
Herweha îro roj hêzên piraniya pêkhatiyên miletê Sûrya  û hêzên wê ên siyasî ber bi lêgerîna çareseriyên niştimanî û dîmoqratî ji dozen welat re diçe, û avakirina civakeke medenî ku bawer be bi mafê bingehî ji hemû pêkhatiya re û bawer be bi wekhevîyê di mafê hemwelatî û mafê mirovatî û netewî de.
Ev mejiyê regezperest gihişte rêke girtî, piştî ku gelek zerer û tade gihand bi pêkhatiyên civaka Sûrya ji ber siyaseta newekheviyê, ji loma siloganên wê ketin, bi taybetî rêbaza wê li ser miletê kurd. Ji ber bi dehê salan ev kesên regezperest xwe bi bingehin vala û nerast digirtin ji bona karibe berdewamiya xwe bi siyasetê bike li dijî miletê kurd, û siyaseta tirsê ji miletê kur dianî ziman, û tawanên mîna    (perçebûna xaka Sûrya û girêdana wê bi dewleteke biyan …HD) bi tevgera kurdî a Sûrî ve vedikir.
Û dibin van tawanan de siyaseta zordarî a netewî û hişk li dijî miletê kurd dimeşandin, û bi vê yekê derbak li hevjiyana dîrokî di nava pêkhatiyên Sûrya de lêxist, û hişte ku hindek newekhevî di navbera kurd û hemwelatiyên Sûrya de ê din bête holê, û herdem rewş ber bi vê nexweşiyê de dibir.
Ji ber wê îro roj divê bi giyanekî niştimanî lêgerîn li çareseriya çêbibe, ji bona avakirina civaka Sûrya li ser bingehin şaristanî, ev civak guhertinên herêmê û dunyayê bide ber çavê xwe û kar bi siyasetên awarte û regezperestê bête rawestan, û kar bi ciddî bibe li ser xurtkirina yekîtiya niştimanî di navbera hemû welatiyên Sûrya de bi hemû pêkhatiyên xwe.

* rojnameke mehane ye Partiya Dimoqrati Pêşverû kurd li Sûrya belav dike – hejmar (22) Destpêka Tîrmehê 2010

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…