Dîmoqratî kurdî – hejmar 22Ji ber piraniya hêzên niştimanperwer û dîmoqrat di Sûrya de ev ramanê regezperest û kevneperest derbas kirine, û ramaneke nûjen û serdemî bikar tînin, û daxwazê dike ku siyaseta newekheviyê bête rawestandin û zulm û zordariya ji ber netewe yan dîn were sekinandin.
Herweha îro roj hêzên piraniya pêkhatiyên miletê Sûrya û hêzên wê ên siyasî ber bi lêgerîna çareseriyên niştimanî û dîmoqratî ji dozen welat re diçe, û avakirina civakeke medenî ku bawer be bi mafê bingehî ji hemû pêkhatiya re û bawer be bi wekhevîyê di mafê hemwelatî û mafê mirovatî û netewî de.
Ev mejiyê regezperest gihişte rêke girtî, piştî ku gelek zerer û tade gihand bi pêkhatiyên civaka Sûrya ji ber siyaseta newekheviyê, ji loma siloganên wê ketin, bi taybetî rêbaza wê li ser miletê kurd. Ji ber bi dehê salan ev kesên regezperest xwe bi bingehin vala û nerast digirtin ji bona karibe berdewamiya xwe bi siyasetê bike li dijî miletê kurd, û siyaseta tirsê ji miletê kur dianî ziman, û tawanên mîna (perçebûna xaka Sûrya û girêdana wê bi dewleteke biyan …HD) bi tevgera kurdî a Sûrî ve vedikir.
Û dibin van tawanan de siyaseta zordarî a netewî û hişk li dijî miletê kurd dimeşandin, û bi vê yekê derbak li hevjiyana dîrokî di nava pêkhatiyên Sûrya de lêxist, û hişte ku hindek newekhevî di navbera kurd û hemwelatiyên Sûrya de ê din bête holê, û herdem rewş ber bi vê nexweşiyê de dibir.
Ji ber wê îro roj divê bi giyanekî niştimanî lêgerîn li çareseriya çêbibe, ji bona avakirina civaka Sûrya li ser bingehin şaristanî, ev civak guhertinên herêmê û dunyayê bide ber çavê xwe û kar bi siyasetên awarte û regezperestê bête rawestan, û kar bi ciddî bibe li ser xurtkirina yekîtiya niştimanî di navbera hemû welatiyên Sûrya de bi hemû pêkhatiyên xwe.
* rojnameke mehane ye Partiya Dimoqrati Pêşverû kurd li Sûrya belav dike – hejmar (22) Destpêka Tîrmehê 2010

Şîrove (0)