belavokên partiyan

ENKSê.. Rexne û lixweveger!?

Rojnama Newroz *

Li ber bilindbûna dengê tevgerana gelê Sûryê, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûryê li dawiya sala 2011ê hate damezrandin. Girêdana kongireke netewî kurdî û avakirina lêvegereke siyasî ji kurdên Sûryê re, daxwaza gelê me ya kevin, rewa û pir pêwîst bû. Em zêde nebêjin, lê ew ji salên nodî de ji sedsala borî, ji Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd re armanceke sereke bû. Loma jî rola PYDKs, ji gava destpêkê de di avakirina ENKSê de çalak û balkêş bû.
Dema ku ENKSê hate avakirin, û hemî partiyên tevgera kurd û pêkhatiyên civakê lê beşdar bûn, hêviyên mezin li ba gelê me çê bûn, xelkê me li dora wê civiya û mîna nûnerê xwe yê siyasî pejirand.

Di navbera 43 mihan de ji temenê ENKSê, pir av herikî, bi sed hezaran mirov li Sûryê hatin kuştin, birîndarkirin û winda jî bûn. Bi hezaran sivîl, xort û keçên Kurd ên şoreşvan pakrewanî bûn. Bi milyonan xelkê sûrî û bi sed hezaran kurd jî warên bav û kalên xwe berdan, mişext û penaber bûn. Wêrankirina şêngeh û civaka sûrî û kurdî jî ji encamên wê bobelata giran in.
Roja îro mirovê Kurd dipirse: Di nava van xişm û bêtarên mezin de, ENKSa me çi kir, bi çi karî rabû û di navbera 43 mehan de bi çi mijûl dibû?
ENKSê di nava dora sê salan de civînên xwe bi tevahiya endamên xwe li dar nexist. Du herêmên kurdî(Kobanê û Efrîn) ji civîn û standina biryaran bêpar man. Nêzîkî sê salan derbas bûn û kongirên wê yên salane li dar ne ketin. Destê hinek serkirde û partiyên wê di perçekirina çend partiyên ku endamên wê ne aşkere hebûn. Heft partî ji nav xwe derxistin û “kûpîne lîstok“ji partîne nû danîne şûna wan. Ji qelsî û liva xwe ya giran xelas nebûye. Ji destpêkê de û hîn jî wilo ye, partiyeke tenê dixwaze bibe rêber, xudî biryar û ENKSê ji xwe re bike sîper û berjewendiyên partîtiya xwe pê pêk bîne. Herdem bi nakokiyên navxwe mijûl e û ji xebat û pirsên giring re ne vala ye. Bêhna gendeliya diravî û îdarî ji nav hildikele. Bi dehan endamên wê yên serbixwe dev jê berdane. Nikare li biryarên xwe xudî derkeve û bi tu Karên berçav ranebûye. Partiya “sereke“ hewil dide daxwazên xwe bibe serî, û nêrînên bilî xwe qebûl nake. Ji bilî van xalan hîn gelek pirs û pirsgirêkên giring hene, lê li vir nepêwîst e ku em hemiyan bijmêrin…
Roja îro, hemî xelkê me li ser van xalan daxive. Rastiya rewşa ENKSê ev e û derdên wê jî ew in. Ango em van tiştan ji ba xwe dernaxin û zêde nakin.
* Rojnama Newroz – hejmar /110/ –   Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…