Siyamend Brahîm
Rastiya ber bi çavan tê xuyakirin ku li dirêjahiya bablîskin derbas bûne di her warî de dijmin em herifandine, ew kesîtiya kakilê mejiyê me xweşik kolaye, û civaka me ji hevxistiye, jihevxistineke hew kes dikare dermanekî xurt bibîne, belê li ber van nexweşiyên han bijîşkên pispor matmayî dimînin gelo wê çawa me derman bikin?
Li vir hêjaye gotinê ku yek ji van nexweşiyên me yên kirêt ew bêbextîye ku di jîyana me ekama vê kira de han roleke xerab dilîze, û ew bi xurtî getiye ferhenga jîyana me, na ew di tevgera konevanî, rewşenbîrî û beşên din bûye tiştekî bi pergal û dawiya vê kira han mirine, ango mirina xweyetî û kesayetiya mirovên paqij û niştimanperwerin, belê bêbextî şaxên jîyana me ya sipehî li erdê dixîne:
Niha ger em xweşik li dîroka gelê xwe û yên cînarên xwe binerin bê ji ber vê nexweşiya han çiqas kes hatin kuştin, û bê çiqas mirovê xebatkar hatine dalqandin, û çendî mirovê pak navno bûne, lê werîsê bêbextiyê kine?!, lê peyhûdeye wekî kurd dibêjin: Piştî hasil çûye Mûsil:
Tiştê her dikeve çarçeva pêkenoka mendalan ku pênûseke genî bi nave Ekerem Elî der barî min nuçeyke kirêt tewşo mewşo derxistiye, û têde çêl û behsa mesela ku ez pesnê xelkê didim û tiştin xerab…..belê ev
Belê Ez derbarî van gotinan wan yên çewto mewto kiznebûme, lê ez li ber kesayetî û ramana van kesên han bê çawa mirov rexna helewesta wan bike?!
Hêjayî der barî vê helwesta (Yekîtî) ku rewşenbîrê rexna wan bike, îcar ferhenga bêbextiya tê vegerin, xinizî, nandozî?!
Ev kirên han tiştekî din jî diçesipîne ku divê mirov haydar be, belê ji xap û pîlanên wan hişyar bin, û li dûr binere, ji ber ku celebin ji wan hene xwedan derûnin nizminin!
Nûçeyeke wisa bê pirsyar dihêle ku miov têkeve gumanan gelo kiye ê ku bi hêzên Serdestan girêdayîye, teqez ne yekî tenê belê bêtir ji yekî xweşik hatine girêdan,
Ev bû sih û salên girove ku ez mijûlî zimanê kurdî bûme, û ez bi doza gelê xwe girêdayî me, û min li seranserî welatê Sûryê û Kurdistanê bi hezaran pirtûk û kovara ASO belavkirin, her sibeh li ber tîrêja roya zêrîn ez bi fincana mezin helesa perîşaniyê vedixwim, qeher, zindan, bê mal û mewdan?!
Lê bera xweş bizanin ez jî wekî mamosteyên xwe Celadet, Osman Sebrî, Hesenê Hişyar ji vê doza zimanê kurdî û berxwedana gelê xwe venagerim wekî mamostê min Osman Sebrî gotiye:
Xwe danînim bo sitem û zorê
Divê ez serbilind herim gore
Gava bi rûmet çûme goristan
Hêjaye bibim lawê Kurdistan
———————
Siyamendbrahim@gmail.com