Çawa emê nexweşiya bêbextiyê rizgar bibin

Siyamend Brahîm

     Ez bazgûrî yezdanê jorîn dibim, ku ev boblatên bi ser serê gelê me tên sivik bibin, û bi çavên mihrevanî û dilovaniyê li me binere, Ax….Ax.. ey feleka bê bext ev bû  hezar sale ku em di bin lingên van zordestan de dijîn, û hemû rengê qehir û serdestiyê dibînin., û em hîn heles û mûçandin zilindar dadiqurtînin.

Rastiya ber bi çavan tê xuyakirin ku li dirêjahiya bablîskin derbas bûne di her warî de dijmin em herifandine, ew kesîtiya kakilê mejiyê me  xweşik kolaye, û civaka me ji hevxistiye, jihevxistineke hew kes dikare dermanekî xurt bibîne, belê li ber van nexweşiyên han bijîşkên pispor matmayî dimînin gelo wê çawa me derman bikin?

 Li vir hêjaye gotinê ku yek ji van nexweşiyên me yên kirêt ew bêbextîye ku di jîyana me ekama vê kira de han roleke xerab dilîze,  û ew bi xurtî getiye ferhenga jîyana me, na ew di tevgera konevanî, rewşenbîrî û beşên din  bûye tiştekî bi pergal û dawiya vê kira han mirine, ango mirina xweyetî û kesayetiya mirovên paqij û niştimanperwerin, belê bêbextî şaxên jîyana me ya sipehî li erdê dixîne:
Niha ger em xweşik li dîroka gelê xwe û yên cînarên xwe binerin bê ji ber vê nexweşiya han çiqas kes hatin kuştin, û bê çiqas mirovê xebatkar hatine dalqandin, û çendî mirovê pak navno bûne, lê werîsê bêbextiyê kine?!, lê peyhûdeye wekî kurd dibêjin: Piştî hasil çûye Mûsil:

Tiştê her dikeve çarçeva pêkenoka mendalan ku pênûseke genî bi nave Ekerem Elî der barî min nuçeyke kirêt   tewşo mewşo derxistiye, û têde çêl û behsa mesela ku ez pesnê xelkê didim û  tiştin xerab…..belê ev

êrîşa tundkesî  û kirêt û bihna genîtiya çend kesên vê partiya tê û çi bihineke mejiyê mirovan gêj dike, ango mebeste ew ku ku bale bikişîne ku ew qencin û nakevin şaşiyê.

Belê Ez derbarî van gotinan wan yên çewto mewto kiznebûme, lê ez li ber kesayetî û ramana van kesên han bê çawa mirov rexna helewesta wan bike?!
Hêjayî der barî  vê helwesta (Yekîtî) ku rewşenbîrê rexna wan bike, îcar ferhenga bêbextiya tê vegerin, xinizî,  nandozî?!
Ev kirên han tiştekî din jî diçesipîne ku divê mirov haydar be, belê ji xap û pîlanên wan hişyar bin, û li dûr binere, ji ber ku celebin ji wan hene xwedan derûnin nizminin!
Nûçeyeke wisa bê pirsyar dihêle ku miov têkeve gumanan gelo kiye ê ku bi hêzên Serdestan girêdayîye, teqez ne yekî tenê belê bêtir ji yekî xweşik hatine girêdan,
Ev bû sih û salên girove ku ez mijûlî zimanê kurdî bûme, û ez bi doza gelê xwe girêdayî me, û min li seranserî welatê Sûryê û Kurdistanê bi hezaran pirtûk û kovara ASO belavkirin, her sibeh li ber tîrêja roya zêrîn ez bi fincana mezin helesa perîşaniyê vedixwim, qeher, zindan, bê mal û mewdan?!
Lê bera xweş bizanin ez jî wekî mamosteyên xwe Celadet, Osman Sebrî, Hesenê Hişyar ji vê doza zimanê kurdî û berxwedana gelê xwe venagerim wekî mamostê min Osman Sebrî gotiye:
Xwe danînim bo sitem û zorê
Divê ez serbilind herim gore
Gava bi rûmet çûme goristan
Hêjaye bibim lawê Kurdistan
———————
Siyamendbrahim@gmail.com

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…