Ez ne birayé we me!

Arjen Arî

Heftiya çûyî hemû nivîskarén ‘quncikxewletdewlet’ di eniya şer de geh bi serokwezîr û serfenmandar re ketin kemîné li qelevîzka rûniştin, geh bi handan û navtédan hinavén xwe sotin û gotin, ‘serokwezîr… û di eniya şer de çokan bide erdé’?
Mafdar in! Hem jî ji ferş ta bigihe erş:

Arteşa ku 80 sal e xwedî û zérevané dewleté ye, arteşeke ku rast-derew di baweriya wan de li Gelibûliyé, li Çenaqeleyé ‘destanén lehengiyé’  dane nivîsandin, néşét di eniya şer de xwe bike mertal bo serokwezîré xwe yé wérek û dilér?!
Dilérî; tékçûn û şikestin be di şerekî ku ji 1846é ve didome de…
Dilérî ; pesendkirin lé çaresernekirina pirsgiréka herî gewre- rayedarén payeberz wisa bi nav dikin-  ya Tirkiyeyé be…
Dilérî; bi navé çereseriyé sé caran navguhertina pévojoya (ne)çareseriyé be…bawer bikin, li tevî çogan dé qidum jî bişikin !
Û; qidum ku şikestin, dest û pî dibin du résî!
Ji devla/bedéla ku aqilmendén dewleté destén xwe deynin ser hev; seré xwe bidin ber hev û wekî mirovén hevdem, péngava yekemîn bavéjin û nevekî li vé pirsgiréka xirboqî ya ku 150 sal e dikin û nakin seré té zevt nakin, bikin; ne çétir e?
Binerin; yén ku di her kéliya xeternak de seré xwe bi héla leşkeriye ve dikin û li devé leşkeran xar-xayîz dimeyzénin…li tevî ku serfermandar – piştî piyaseyeke li ser sedén sînor- eyan beyan dibéje, ‘ev pirs, hew û bi tené  bi ré û rébazén leşkerî nayén çareserkirin’, héviya xwe bi şer ve girédidin!
Niha, ‘gunekreş’ di ser seré xwe nedîtibûna, me yé bigotiba amenna!
Bînin bîra xwe; serokwezîré ku niha milé xwe bi yé aretéşé ve difirkîne, di dîroka komaré de cara ewil ranebû û negot, ‘ev pirs pirsa min e’?
Bînin bîra xwe, serokkomar ji devé xwe nepekand û negot, ‘tiştén baş dé pékwerîn’?
Wisa dixuye ku kuştina 11 leşkeran li telé şerxwazan ket, ku niha di bernameyén tîvîyan ‘ én bebet çareserî de (!) bermayén Ergenekoné  li defa şer dixin, û dixwazin govenda şer a belavbûyî dîsa bigerînin, li dar bixin!

Sergovengeré vé ‘dîlané’ mîna duh îro jî refdar û keftarén İtîhatûterakîst in!
Ewan tu rojan defa şer ji stûyé xwe dernexistin, û her gotin/dibéjin ‘ kurd hene, lébelé pirsgirékek Tirkiyeyé a bi navé pirsa kurd tune’!
Li gorî wan bi ‘aqil û ‘hişmend’an hebûna birayén wan én kurd nişaneya nînbûna pirsa kurd e?
Tu li vé hişmendiya kesî nedîtî, tu lé vé fersata korfensend binere:
Li gorî van hoke-mokan, li tevî min kurdén din; PAD (Partiya Aştî û Demokrasiyé), KCK (Kongreya Cıvata Demokratîk) dayikén kitanspî, MAT(Meclîsa Azadiyé aTirkiyeyé) zarokén girtî…tev maşik in…tev firne û fesad in, û hinin jé jî ‘ di çavé serokwezîr de ‘taşeron’ in!
Min bi xwe ne ji sedî deh, ne jî ji sedî yek ‘pul’ ji vé ‘îhaleyé’ wernegiryiye!
Îheleyek hebe, ew jî bi desté dewleté té dayîn!
Mînak; ji nişké de çékirina qereqolén hîmstûr, mîna kelahén asé ketin rojevé!
Mînak; wergirtina 5 hezar hezén taybet hate lévandin!
Mînak; dixwazin ‘îhaleya ohal’é téxin stûyé herémé…

Gotine, ‘ a diné, a diné; çavén gur li biziné’!

Sersiyasetmedaré ku bi kérî  çareserekirina pirsgiréké nehatin û paşé ‘çareserî’ hewaleyî leşkeriyé kirin taşeron in, an kurdén ku bi her deliveyé deriyé diyalogé vekirî hiştin, desté aştiyé diréjî destén bi xwîn kirin, taşeron in?
Evén wisa – wekî Bexçelî efendî û hin pirof û tirofan- dema ku dibéjin birayén me yén kurd, û bi vé gotiné re min jî dixin nava ‘bira’yén xwe yén ezîz; bawer bikin dikin ku wé kéliyé dilé min li hevkeve, ji kurdbûna xwe sil bibim.
Yaho ez bibim birayé cin û cihuyan, nabim birayé we!
Ez û biratiya bi we re?!
Ne ji dé, né ji démariyé, ne jî Adem û Hewwayé, ez bi xwe ne birayekî yekî ji we!
Bes û timam ji destén we û  vé biratiyé!
Her ku we gotiye em birayén hev in; xwîna bira héj béhtir herikiye!
Hûn bi Xweda kin, hûn çi bibéjin bibéjin, lé dev ji vé edebiyata biratiyé berdin!
Her ku hûn ‘biratiyé dilévinîn, Mahkemeyén İstîklalé téne bîra min; Newel Qesaban té bîra min, sédar téne bîra min…

Bira, ez ne birayé we me!

08.07.2010

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Merwan Mistefa

Îro 02.11.2025 biserperiştiya Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd,simînarek birêkupêk li bajarê Essen li Alemaniyayê hat lidarxistin bi navê Rola Sînema dîkomêntar di tevgera gelê rizgarîxwaz de ya hêja Dr .Brahîmê Mehmûd e ku dor 3ê katjimêran dirêjkir di nav re jî filemek dîkomentar li ser serbor û…

Fewaz Ebdê

Min dît

Pezkovî

Bi pênûseke ji qiloçên xwe

û ximaveke ji toza rê

namekê li hewa dinivîse.

Demê xwe di bêrîkeke asîmên de veşartibû

Daran xwe fêrdikirin

çawa bigirîn

bêyî ku yek pelî biweşînin

Ne…

Firyal Hemîd

Berbang bû kitikên demjimêrê di bêdengiya hundir de, bilind dibûn, pêre jî ew ramanên Wek girêkeke xirboqî lihev geryayî, ji hev venedibûn.

Gerek çi bikim?

Her ji xwe dipirsî û pirs jî bê bersiv dima.

Gelo wê veger biryareke rast be?

Zarok bi cih bûne, her…

Ebdilbaqȋ Elȋ

Di dȋrokȇ de hatiye zanȋn ku rȇjȋmȇn totalȋter gotara kȋnȇ li dijȋ rikberȇ xwe weke alav jibo reșkirina navȗdengȇ wan bikar tȋnin bi mebesta kontirolkirina wan yan rewakirina tepeserkirina wan, ȗ gotara kȋnê bi awayekî berçav bûye sedema gurkirina agirê zikreșiyê li dijî hin kom, gel û etnîkên bindest li…