Reqsa Konê reş li Batmanê Cigerxwîn di gorê de xemgînkir !.

   Luqman Yûsif
L.yusif@hotmail.com

     Berî ez daxwyanî û têbînên xwe di derbarê gotara mamosta Konê reş  

 de ya di malpera Welatê me de hatiye weşandin bidim xwyakirin ,ez dixwazim bêjim ku mamosta Konê reş bûye mîna sitûnek di wêjeya kurdî de û ji ber evê giringiya wî ez na xwazim ku ew li ti keleman biterpile!. Ji ber ez pê dizanim ku singa wî ferehe , dilê wî mezine û hişê wî  jî ciwane; min tê re dît ku ez van têbîn û rexneyên xwe li ser gotara wî diyar bikim.
  Konê reş di gotara xwe de nivîsiye ku Cigerxwîn hatibû xwyakirin bi xebata xwe ya di warê netewî de .Li vir ez dixwazim bêjim ku Cigerxwîn ne kesekî netewî bi tenê bû ;lê belê ew mirovekî netewî û cîhanî bû û ewî li ser hemî enyên cîhanî yên ji bo berjewendiyên mirovantî û gelan vebûbûn kar û xebat dikir ; tevî ku ewî ala netewa xwe bi rengekî bilind berba dikir û ev tê zelalkirin di vê helbesta wî de :
    Markisîme dixwazim li her derî dibezim
  Berî hertiştî kurdim
  Li afriqya dikim şer li ewrpa dikim ger  
hindî me bê kirasim serfirazim sovyatim
Berî her tiştî kurdim
……………..
Û ji bilî vê helbesta wî bi dehan hene.
  Têbîn û rexneya min ya dwemîn li ser mamosta Konê reş ewe ku dibêje: Heger Cigerxwîn ne gihabane Hemîdê Derwêş û tevlî partiya wî ne bûbane ewî ne bane !.Mixabin ev helwesteke pir şaşe û gunehekî pir mezine ne gerek bû bi pênûsa Konê reş hatiba nivîsandin .?.Ji ber her kes dizane ku Cigerxwîn bi ristên xwe hatiye xwyakirin û di nav miletê xwe û li cîhanê deng daye , û Konê reş bi xwe di gotara xwe de dibêje : Navê wî bi saya helbestên wî ji nav gel nayê ji bîrkirin!.Û heger rastî bê gotin dive her kes bêje ku hebûna cigerxwîn di nav partiya  Hmîd derwêş de bû ji sedemên alîkar ku hişt Hemîd û partiya xwe li ser piyan rawestin  . Ez wisa dibêjim ne ku xwîna Hemîdê Derwêş bi min tehle ( û ne zehf bi min şirîne jî) .Lê Ji ber ez pênûsa mamosta Konê reş ji kurdan tevan re dibînim ez naxwazim mêldarî bikeve nivîsên wî de.  Ji ber evê yekê ez dixwazim helbesta Cigerxwîn ya dibin navnîşana (ji hevalekî nezan re)( ji dîwana heştan  ) ku nakokiya di navbera wî û Hemîd de dide xwyakirin  ji mamosta Konê reş re bi bîr bînim :
  

 Ho hevalê cwanmêr
   Kengî pisîk dibin şêr
   Rista te ya pir cwan
   Pê xweş dibin dil û can
  
Vaye giha destê min
   Ew jî wekî ristê min
   Têde êrîş dibî min
   Lê nizanî ez kîme ?
 
Tu guh mede neyara
  Asin dişkî bi dara
  Dîkên xerzan xwe dan hev
  Hê nebûye dema rev
 
 Raste îro dizûrin
  Lê hê gelek li dûrin
  Millet kiye li cem te ?
  Ev çi ware, çi semte?
 
Li rojnaman binêre
  Kî pisîke ,kî şêre?
  Evên gernas û rêzan
  Dijûn didane Berzan

 Li cem minin xêzên te
   Nivîsar û rêzên te
   Êrîş dibî ser Hemîd
   Çi dixwazî ji Reşîd
 
 Xwe meke wek nezana
   Tu tif meke ezmana
   Tiştên pîs û kesnedî
   Dibin bela li xwedî
  
   Ji dil bavê gir û kîn
   Dibî dostê Cigerxwîn

  Di dawî de hêviya min ewe ku Kon konê kurdan tevan be û li ser bihtir ji sitûnekî vegirtî bi mîne .?

=================

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ehmed Tahir

Yarê ne xuya ye lo

Dilê min dêşê

Cih û war ziwa ye lo

Serê min dêşê

Milet jar û geda ye lo

Di zor û kêşê

Her yek ji hev cuda ye lo

Bê qad û bêşê

Rêber ne…

Dildar Sheko

Berî bi çend salan li Zanîngeha Rojava (di bîhnvedana havînê de) min dersa -Romana Cîhanî- dida. Bi gelemperî li ser zagon, pêdivî û şêweyê darijtin û amadekirina Romanê em radiwestiyan.

Nimûne:

1- Zagon; di darijtina Romanê de divêt yê nivîskar bê layen be da bikare rastiya serdema Rûdanê ji hemî aliyan ve…

EBDILBAQȊ ELȊ

Gelo çima desthilata dogmatîk gendel dibe?.

Çima kargêriya polîtîkî û aborî ya her desthilata ku rêbazeke bîrdozî digire têk diçe?.

bê gûman ev ne pirsin raporte ne,lêbelê ew pirsên bingehîn in ku me dixin pêşiya rastiya nexşeya siyasî û rastiya siyasî ya gel,û neteweyên ku bi kiryarên bîrdozî…

Adil Xelîl

Ji dûr hatin.

Bajarekî nenas, koçberin, dîsa xerîbin.

Her tişt wan diqewitîne,

Careke din wan bi dûr dixîne.

Mijek sitûr li wan rasthat

Ta bi qotê serê xwe

Di navde çûn

Mijek sitûr ew dorpêç kirin.

Çi mêrin, lehengin!

Bi hêvîyan…