Ahîn Zozanî Erê dayê weke îroj bû,
Li bin dara hinarê te berxikê xwe dilorand.
Min jî dergûşa wî dihejand.
Lê ne ev der bû,
ne ev mal bû,
û ne ev sal bû…
Lê va ye dîsan li bin dara hinarê,
Tu berxikê xwe dilorînî
Ez jî darbesta wî dihejinim.
Rondikên reben di zindana xemgîniya min de dikelin.
Ji girtîgeha dilê min bazdidin dayê…
Nema dikarin di bêzariya min de bijîn.
De bilorîne dayê bilorîne
êşa min bilorîne,
da ko gula azadiyê di goristana evîna min de şîn bibe…
ne ev mal bû,
û ne ev sal bû…
Lê va ye dîsan li bin dara hinarê,
Tu berxikê xwe dilorînî
Ez jî darbesta wî dihejinim.
Rondikên reben di zindana xemgîniya min de dikelin.
Ji girtîgeha dilê min bazdidin dayê…
Nema dikarin di bêzariya min de bijîn.
De bilorîne dayê bilorîne
êşa min bilorîne,
da ko gula azadiyê di goristana evîna min de şîn bibe…
24.05.2010