Masiyê Helîm Yûsiv

Ehmedê Huseynî
ehmedehuseyni@live.co.uk

Di romana kurdî ya îroyîn de, rakêşana vegotin û vebêjî, ristin û vehûnana çend rûpelên pêşîn ên romanê, rê li ber dudiliya xwendevên digire û wî naçar dike ku xwendinê berdewam bike. Ji xwe eger ew çend rûpelên pêşîn bi çurîskên helbestvaniyê, rewanbêjiya kurmanciyê û bi herikîna derbirînê  xemilandî bin, wê çaxê yê xwendevan jî alavên xwe yên xwendina deqekî dahênane bi şêwazekî bîrtûjane amade dike û bi coşa ku ev xwendin dê tiştekî xweş bidêyê, dixwîne.
Min, gelek caran, piştî xwendina çend rûpelan, roman ji destê xwe avêtiye û min di cih de hest kiriye ku xwendina vê romanê dê ziyanê bigihîne zimanê min, xeyala min, çêjwergirtina min a wêjeyî û bîrûboçûnên min ên der barê jiyanê, mirinê, evînê, hevaltî û gelek têgeh û çemkên min ên mirovane, ango xwendina vê romanê di şûna min bi pêş ve bibe, asoyên nû di hişê min de veke, tiştekî li min zêde bike, hestên min ên mirovane berfirehtir bike û wateyên cihêreng pêşkêşî nasnameya min, xewna min, merc û egerên hebûna min bike, dê min ber bi paş de vegerîne û ziyanê bigihîne asta min a çawatî û çiyetiya xwendinê, lewre min biryara ji destavêtina romanê di cih de daye û min ew romannivîs ji ferhenga xwe û ji dîmena avakirina geşepêdana kurmanciyê avêtiye.
Bi gotinek e din, pêwist e romannivîsên kurmanciyê berî ku dest pê bikin û romanan binivîsînin, bizanibin ku xwendevanên romanê, pêşîn romanên xweş bi zimanên din dixwînin û dikarin di kêlîkên xwendinê de, birawerdiyekê di navbera romanên zimanên din û romana kurdî de ava bikin. Ango dikarin berhemên xweş û yên ne xweş ji hev derxînin.
  Li vir jî dixwazim ji xwendevanên kurmanciyê re bi zimanekî eşkere û zelal bibêjim: Di cîhana wêje û afirandina kurmanciyê de, ne her tişt hêjayî xwendinê ye, ne jî her berhemeke madem bi kurmancî hatiye nivîsandin, pêwist e em wextê xwe ji boyî xwendina wê terxan bikin!
Berhema ku çêj jê neyê wergirtin, ya ku mirovan sermest û sersom neke, ya ku xwendevanê xwe tûşî aloziyan, sawîran, dudiliyan, têramandin û hizirînan neke, ya ku mirov di nav kod û amaje û sîberên xwe de winda neke, pêwist nake were xwendin.
Hetanî ku li darê dunyayê bin, dê Masiyê Helîm Yûsiv ji bîra min neçe.
Ev neçûna Masî ji hiş, wek nimûne, nîşana herî ronak a serkeftina nivîsandina romanekê ye.
Wek ku çawan hetanî aniha Prince Myshkin û Rascolinov ên Dostoyevsky, Juan Brithiadoyê Rolvoyî, Ahabê Herman Melville û Jose Arcadio Buendia û Florentino Aretha yên G. G. Marquez ji bîra min neçûne, wisa jî dê Masî wek lehengekî serencrakêş, têkelkêş, jîndar û kartêker ji bîra min neçe.
Desthilatbazî û dagîrkirina Masî ya hest û bîr û bîrewerî û hizrên xwendevanên xwe, serencama proseseke wijdanî, siyasî, civakî û derûnî ye. Romannivîsê romanê, di kêlîka ku qehremanê xwe, mîna gelek romannivîsan hema hema dikuje, wî radestî bûyeran, rûdanan, kêşeyan, gîrûgiriftan û barûdoxan dike, li koşeyên erdnîgariyekê wî bêsima û bêarmanc û bêhêvî û bê ling û bê evîn dihêle, di heman kêlîkê de, Masiyê xwe hetanî radeya dawîn a nîgaşan û xeyalan û fantaziyan, ji hundirê hundir ve ronî, eşkere û şirove dike. Ji hundir ve ronîkirina kesan, zeftkirina nakokiyên bingehîn û cewherî yên hest û têramandinan, bi lêhûrbûn û hûrgilî pêşkêşkirina rabirdû û aniha û siberoja qehremên û amajepêdana çarenûsa trajîk a bûnewerê ku di bizava giştî ya romanê de desthilat e, wisa dikin ku şopa Mazî di şaneyan de kûrtir bibe û di hiş de jî ezmûnên xwe yên takekesane û gelemper bi cih bike.
Cûre, qat, şêwaz û formên vegotina zimanî yên di romanê de, ango bikaranîna zimanên cihêreng û cihêwaz ên ku derbirînê pêktînin- zimanê şer, zimanê tenhatiyê, zimanê evîn û mikurhatinê, zimanê tirsê, zimanê dilsojiyê, zimanê hevaltî û mirinê- û hewldana Helîm Yûsiv ku xwendevanê xwe bi zimanê yekaheng newestîne, çend hoker û faktorên din in ku, di Gava Ku Masî Tî Dibin de, mirovan hem bi Masî re tî dikin û hem jî rê nadin xwendevên da ku xwe vehesîne.
18. 05. 2010
London

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Elî Cefer

Berhema Dr. rojnamevan û lêkolînerê naskirî Ebdilmecîd Şêxo, ya bi navnîşana: Rolên ( Jîn. Roja nû. Ronahî ) di pêşketina bizava çanda Kurdî de, wek pirtûk ji lay weşanên ( Sersera ) – Berlin ku xudiyê wê rêzdar Dr. Beşar Mistefa ye ronî dît.

Dr. E. Şêxo di va…

Kurdistan Elî / Axin – Elmanya

 

GERDEN XALID HESEN Sindî ya kû ji Zaxo jidayik bûbû Sala 1930 çû ber dilovaniya xudayê xwe yê dilovan , GERDEN Kiye..?

Ev Şerejina kurd kû ji sala Enfala ve 1988, Jiyana xwe bi girî û Nalîn dinav Robarê Fermêska de derbas dikir , belkê ne tenê GERDEN Dayika Şehîdan bû…

EBDILBAQȊ ELȊ

Di haman dema ku șandeya kurdȋ ya hevbeș ya ku ji encamȇ konferansa yekrȇzȋ ȗ yekhelwestȋ ya kurdȋ ku 26 nȋsana derbasbiwȋ li darket hatiye pȇkanȋn xwe amade dike jibo ku ber bi șamȇ ve birȇbikeve ȗ li gel serkirde ȗ rȇberiya nȗ li șamȇ giftȗgo ȗ diyalogȇ bike. Di heman demȇ de rȗpelȇn…

Mehmûd Bedlî

Dema ku hêzên rejîma Esed ya Dîktator ji hin deveran vekişiyan û rê li ber hêzên Heyet Tehrîr el-Şam vekirin ku di nava çend rojan de Ebû Mihemed el-Culanî li koşka serokatiyê rûnişt û ragihand ku Sûrî ji zordariyê rizgar kir, her wisa gelek xelkên Sûrî jî hîs kirin…