KOVARA W HEJMARA GULAN-PÛŞPERA 2010 AN DERKET

Naverok:
*Ji edîtor / 2 
 *Hevpeyvîn bi Hêmin re – Mehmed UZUN, Mehmûd BAKSÎ / 3
* Nifşê bêjî -II- – Helîm YÛSIV / 9
* Xêz – Ahmet BÎLGE/ 16 
 *Stok – Îsmaîl HACANÎ / 17 
 *Jana kedî û helbesta kuştî – Hecî NEHSAN / 18 
 *Di helbestê de hestên azadiyê – Kamran Simo HEDILΠ / 19 
 *Sê helbest – Guillaume APOLLÎNAÎRE  / 24
 *Kakil – Dilşêr BÊWAR / 26
 *Şîn – Janbijan AR / 26
* Bavê min tiştek nekiriye – Kawa Şêxê / 27
* Çîroka kurdî û çîroknûsekî kurd – Îsmaîl DÎNDAR / 31
* Dilopek jiyan – Welat DILKEN / 33
* Rewşa kirmanckîya ewroyêne – Mehmud NÊŞITE / 34
* Nîno vatişî – Nesrîn NAVDAR / 37
* Roje – Daîmî BÎNGOL / 37
* Kenê miriyan – Qado ŞÊRÎN / 38
* Xewna xwedawendî – Evdê Koçer CANO / 39
* Sema – Şivan AR / 40
 *Tu ji bo çi nakelimî – Robîn ŞERNA / 41
 *Xewnerojkek – Şengul OGUR / 42
 *Kêferata helbestdanê – Hekîm EHMED / 42
 *Civak, kultur, biwêj û nivîskar – Medenî FERHO  / 43
 *Şahid kî ye? – Bextiyar ELÎ / 47
* Dosye – Arjen ARÎ / 55
 *Ji devê Arjen Arî jînenîgariya wî  / 57
* Hevpeyvîn bi Arjen Arî re – Elîxan LORAN / 59
* Derwêşê tekiyeya helbestê Arjen Arî – Berken BEREH / 67
 *Wan rojan, risteyên me – Kawa NEMIR / 73
* Ji bo poetîkaya Arjen Arî çil deqdeqûsk – Lal LALEŞ /74
* Di ‘arî’ya peyvê de ‘arjen’eke h-ar  – Omer DILSOZ /75
 *Di helbestê de simbêlên Arjen – Ferzan ŞÊR / 76
 *Arjenîka – Mihemed RONAHÎ /78

Ji edîtor
Kovarên wêjeyî yên zimanekî, tê heye ku peyveke giran e jî, namûsa wê wêjeyê ne. Ji ber ku kovar li ser tiştên di tûr de ne kaban diavêje û wêje jî hewl dide ku hûrê xwe yê filitî bêtir bifilitîne, bifelişîne û bi hûrê xwe yê ku dixwaze bi gorî dilê xwe dagire re kaban diavêje. Çawa ku xwendevan xwe li agirê kovaran digirin, kovar jî xwe li agirê wêjeyê digirin. Agirê ku kovar pêşkêşî xwendevanan dike dibe ku ev qasî hindik be jî, ku jehr be jî xwendevan pê nemirin lê divê ev yek were bîra me ku kovar jî agiran ji wêjeyê didoşe.
Me di pêşgotina hejmara 25’emîn a Kovara Wyê de jî qala “romana me ya ku bûye jînenîgarî, çîroka me ya ku bûye bîranîn û helbesta me ya ku bûye helbeşq” kiribûn. Îcar saet 12’ê şevê ye û em ji hev re rast bibêjin, ji bo ku di romanên me de serleheng axkolog –arkeolog!- be –jînenîgarî û jiyangeriya niha!- ma divê em li hêviya Godot bimînin? Ji bo ku em çîroka xwe bi devê pisîkekê bibêjin ma divê em li albûmên jiyana xwe ya bihurî –bîranîn!- binihêrin û li wêneyê pisîktiyê binihêrin? Ji bo ku em helbestan binivîsin divê eşqeke ciwaniyê –helbeşq!- hebe? Heke mebesta me ji helbestê tenê eşqa jin û mêran a takekesî be, nexwe ya me ne helbest e, hebe hebe mewlûda wî kesî yan jî wê kesê ye!
Ji ber vê yekê jî hejmara rûpelên kovaran, hejmara belavbûn û kirîna kovaran, hejmara muptelayên kovaran, hejmara aboneyên kovaran û hejmara kesên ku kovaran bi tiştekî nahesibînin, ev hemû grafîkên testa eforê ya wê wêjeyê ne. 
Û li ser rewşa polîtîk em dikarin vê bibêjin; Kurd û serdest di vê hevokê de yek in, hûn me bigirin jî em bi gir in!
Hûn me bigirin jî lê em xwe ji azadiyê venagirin!
Hûn me bixwin jî lê em ji ber we danaxwin!
Wekî her hejmar me xwest em di vê hejmarê de jî dosyeyekê pêşkêşî we xwendevanan bikin. Mijara vê dosyeya me Arjen Arî bû. Berken Bereh, Kawa Nemir, Lal Laleş, Omer Dilsoz, Ferzan Şêr û Mihemed Ronahî bi nivîsên xwe beşdarî dosyeyê bûn. Dîsa di dosyeyê de hevpeyvîneke bi Arjen Arî û ji devê wî jînenîgariya wî heye. Em dîsa dibêjin ku, dosye nikarin hemû aliyan vebêjin lê dikarin mijara/kesa/kesê qesta wê/wî hatiye kirin, binimîne.
Him ji bo balkişandinê, him ji bo handanê û him jî ji bo platformeke derbirandinê di hejmara bê de em ê lingên girtiyên azadiyê di ser yên li derve ne bigirin. Ango hejmara bê –Hejmara Tîrmeh û Gelawêja 2010’an- bi tevahî dê ji nivîs û karîkaturên ji girtîgehan, nivîsên li ser pirtûkên girtiyan, rewşa nivîsandinê li girtîgehan pêk be. Kesên li girtîgehan û kesên ku dixwazin li ser berhemên ku li girtîgehan tên nivîsandin binivîsin divê heta 15.06.2010’an (Pûşper) nivîsên xwe bişînin.
Ji ber ku dê hejmara tîrmeh û gelawêjê ya kovarê berhemên ji girtîgehan be, nivîsên ji derveyî vê mijarê dê bimînin ji hejmara rezber û kewçêrê re.
Mizgîniyeke me jî li we dê li Amedê cara pêşin fûara pirtûkan a TUYAP’ê were lidarxistin. Kovara W jî dê li jêr banê Enstîtuya Kurdî ya Amedê li TUYAP’ê be, em ê li standa xwe li benda we bin!
15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ji niha ve li we pîroz be. Em ji niha ve vêya dikarin bibêjin ku bi pêşengiya TZPKurdî dê Cejna Zimanê Kurdî mora xwe li meha Gulanê bixe.

Em û gul bi hev re bişkivîn û em û gul va ye li we qesidîn.
Heta kelekela tîrmehê bimînin di xweşiyê de

Enstîtuya Kurdî ya Amedê
Kalem Sk. No: 32 / 4 Huzurevleri
Kayapınar/DİYARBAKIR
Tel & Faks: 0 (412) 237 43 16

 kovaraw@yahoo.com
kovarawe@hotmail.com

WEB: www.kovaraw.com
 
Şertên Abonetiyê
Nava Welat, salek: 30 TL
Welatên Dereke, salek: 70 EURO

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji bo beşdariya di dehemîn Mehrecana Kuteçîroka Kurdî de, Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê pêşwaziya çîrokên beşdaran dike.

Mercên beşdarbûnê:

1- Divê çîrok bi zimanê kurdî be.

2- Hejmara gotinên çîrokê herî kêm 500 û herî zêde 2000 gotin be.

3- Nabe çîrok li cihekî din hatibe belavkirin, û…

Mislim Şêx Hesen

‏Kurd her sal di 15ê Gulanê de Roja Zimanê Kurdî wekî sembola çand, nasnameya neteweyî û niştimanî pîroz dikin.

‏Her çend zimanê Kurdî ji aliyê rejîmên dagîrker ve rastî gelek astengî û hewldanên pişaftin û înkarkirina wî hatibe, yên ku hewl dane wî ji holê rakin…

Konê Reş

Sebaretî 3emîn Festîvala Cil û Bergên Kurdî ku di rojên 29-30ê Nîsana 2025an de li Zaxo hat lidarxistin û wek vexwendekî têde beşdar bûm, ev e gotina min: Wek ku diyare 3 tişt nasname û hebûna miletan destnîşan dikin, ew jî ev in: Erdnîgariya ku her miletek li ser…

Beşîr Botanî

Min çend şîret ji stiranbêjên nû re hene ji bo serketina wan û serketina stiranên wan jî lê mixabin e ku piraniya wan wesan çewt hizran dikin:

Ez tenê piştbestin li ser xwe dikim.
Ez tenê piştbestin li ser bavê xwe dikim.
Ez tenê piştbestin li ser birayê xwe dikim.