Di Qedera Nivîsandî De

Maruf Yilmaz

Ahmedê Xanî Mem û Zîn nivîsî. Ya ku bi pênûsê were nivîsîn, bi bivirê nayê şikandin, dê heta bi heta, dê xwe berda nav: 
Ferhat û Şêrîn,
Leyla û Mecnûn,
Warqa û Gulşah,
Wîs û Ramîn,

Aucasîn û Nîcolet,
Heta bigire
Ilyada û Odysséen, 
Trîstan û Îsolde,
Remeo û Julîa,
Rîgveda, xweşiya xwezayê,
Diyarî ji bo xwedayan,
Ez ji xwe dipirsim tawana min çî ye, ey Varuna-ez
dixwazim bibim zarokeke piçûk ji derd û kulan dûr,
çîroka gernas, Ramas, Ramayanayê mezin
bixwînim, ku VAlMIKÎ pê bû nivîskar.
Li ba Dînozoro yekî wekî VAIMIKÎ be, heye? Li wir
yekî din ku bi mêrxasîya ve bişibe BARZANî, heye?
Di vê demê de me mirovek wekî Kawayek be, heye?
Ez ji we tikayê dikim, bînin bîra xwe,
Nivîskarekî wekî Ahmedê Xanî.
 
Li wir yên din ku wekî Homeros, Sapfo, Dante,
Shakespeare bin, hene, ku berhemeke nemir biafirînin.
Di nav we  de  Cervastesek tune ye ku berhemeke wekî
Don Kîşot biafirîne, li ser bextreşîya we.
 
Ew qesr û qonaxên wan dê hilbiweşîn.
Laşên wan dibin xweliya bin lingan,
Kevirên gora wan dê bibin axa lingan,
Gor û goristanên wan dê bihêne jibîrvekirin,
Lê navên wan ji bo xatirên kîtabên wan yên zêrîn,
Yên, ku wan bi xwe nivîsin, ew heta bi heta,
dê hebin. Bibe nivîskar! Li ba wan,
Da ku navê te bibe wekî navên wan.
Ew derî û sifireyên xwe,
Ji bo xirabkirin û wêrankirinê vedikin,
Aqilmendên wan dê winda bibin,
Bextreşiya wan dê  bibe bela li ser wan,
Zervan, bavê Xwedayan û qiralan,
Dê laşên wan bike xweliya bin lingan,
Rabin li ser zilma pênûsan, bibin nivîskar,
 
    Bibe nivîskar,
    Bibe nivîskar,
  Dostê min,        
    Dijminê postê min.
Ey hêz û quweta Zervanî û Zerdeştîyan,
Haoma, Haomayê Zazayan,
Haomayê Sasaniyan û Zervanîyan,
Haoma, Haomayê hejaran,
Zervan û Haoma,
Ferîdun û Kawa,
Dîyako û Yîma,
Gurgîn û Dara.
 
Li pey we dijmin em li zincîran xistin.
 

(1992) Qedera Nivîsandî, Jîndan bokförget

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

Ez bi tenê rawestiyame,

Çemek ji ramanan,

Wêneyên ji sîberê di nav tevnê de,

Vedeng bêhingivtin.

Deng bi çirpekî xwe dişêlînin,

Henaseyek ji nostaljiyê,

Ronahîyek dişkê,

Xeyalên hilweşiyayî.

Bazin dizivirin,

lîstika demê,

dilopek dibare,

deng belav dibin.

Ta…

بێوارحسێن زێباری، هه‌ولێر

ئه‌گه‌ر ئه‌م ل سه‌ر ناسنامه‌ و گه‌لێ كورد ڕاوه‌ستین، دێ ئێكسه‌ر هزر و بیرێن مه‌ دێ بۆ وان شۆڕه‌ش و سه‌رهه‌ڵدانێن گه‌لێ كورد چن ئه‌وێن وان ئه‌نجام دایێ د قویناغێن جۆدا جۆدا دا بووینه‌ مایه‌ی ده‌ستكه‌فتن و ئه‌گه‌رێن هندێ كو كورد ببن خودان بڕیار و ده‌ستكه‌فێن زێده‌تر و…

Tengezar Marînî
Mirov hene, dema tûşî nexweşiyekê dibin,
pir kes û mirov bi wan diêşin, sedem jî ev in: an di nav civakê û di qada pê ve mijûl bi xeml û rewş dikin, an jî xwedan temen hindik û pichûk in û mirov dua dike, ku xwedê wan bi selamet bike. Mizgîn xweda evan herdû xesletan…

Konê Reş

Dr. Ehmed Nafiz Beg, yek bû ji wan têkoşer û welatparêzên kurd yên ku navê wan tucarî nayê jibîrkirin, bi taybetî di nav kurdên Cizîrê de. Ji ber ku ew ji yên pêşîn bû di warê dermankirina xelkê Cizîrê de.

Ew kurê welatparêzê kurd (Yusif Begê…