Yasîn HisênDi pêşiyê de, çêçkê mekînê çi ne? ew çêçkê mirîşkê mekînê ne, ku kurd ji wan re dibêjin çêçkê mekînê, ji ber çawa çêçik ji hêka xwe derdikeve roja din dibe mirîşkek e qelew giraniya wê heta bi du kîlo û du kîlo û nîvan jî derdikeve. Ji lewra hatine naskirin bi çêçikê mekînê.
ê ma aniha moda malperên Internêtê li cem me xurt bûye, ev dunya di hundurê dunyayek e din de, lê mixabin ê me em ji ku destpêdikin û di ku re derdikevin, ez dibêjim qey kêm kesên pispor di vî warî de di nava me de hene…
lê ev moda han di çend qonaxan re li cem me derbasbû? Li cem ê ku ev zaniest çêkirin, di gelek qonaxan re derbas bû, û sade ji me re hat, anku em di tu qonaxan re derbas nebûn, tenê me hazir rahişt vê zanistê û me dest bi karê xwe kir…
her yekî ku karîbû xwe bighîne razên vî karî ji xwe re malperek vekir, û li gora kêfa xwe malpera xwe xemiland bi gotar û helbestan û wêneyên xweşik…lê heta çi astê ew malper ji aliyê rojnamegerî hatiye qebûl kirin? mixabin heta nuha kêm lêkolînên rexneyî li ser van malperan çêbûne..?
vaye di roja me ya îro de bi dehan malperên Internêtê vedibin û her roj diçe malperin din vedibin…
belê ê me em kêm di qonaxa rojnamegeriya kaxetî re derbasbûn, ji ber wê em tîbûna xwe bi malperên Internêtê dişkînin… ji ber ev malper gelekî erzan bûn e û hinek ji wan hene belaş in. vêga herkes dikare bibe xwedî malper bi pereyin kêm. Lê ev kes heta çi radeyê pispore di vî warî de?
Hin malper hene mercên hunerî di wan de heye, lê gelek mercên karê rojnamegerî di wan de peyda nabe, û li vajî wê hene ên ku nîv nîv in, û hene herdû merc jî di wan de peyda nabe…!

Şîrove (0)