Newroza kurdên Rojava li Herêma kurdistanê

Li kurdistana azad û di nav çiyayên Sefîn de, kulîlik û ciwanên Koma Arî bi dîlan, şano û sitranên filkilorî, ruyê buhar û newroz û ser sala nû ya kurdî geşkirin.
Newroza îsal ji alîyê her sê rêkxistinên Civata Siyasî li Hewlêrê “Azadî, Partî, Yekîtî”  hat birêvebirin û rêkxistin, û têda bi hezaran kurdperwer û dostên gelê kurd û tevaya rêkxistinên Civata Siyasî li Herêma Kurdistanê amadebûn.

Pirograma newrozê bi marşa “herne pêş” ya kulîlik û ciwanên Koma Arî û piştire bi deqek rawestan li ser canê şehîdên  kurd û kurdistanê û şehîdên newrozê digel siroda niştîmanî “Ey Reqîb” destpêkir
 piştire beşê mozîkê yê koma Arî bi çend awazên filiklorî dilê amadebuyan şad kirin, helbestên pêşkêşvanê şahî yê jî bêtir xelk dilgerm kirin, û bi derbasbûna kulîlkên Arî coş û xroşa amadebuyan gurtir bû û bi dîlanên filiklorî karîbûn cihê xwe di nav dilê her kesekî hazir de vekin, ciwanên Arî jî bi cil û dîlanên filiklorî di programê de cihekî diyar û balkêş girti.
Di dirêjahî ya pirogramê de, koma Arî çend şanogerî pêşkêş kirin û têde balkişandine ser êş û kul û derdên gelê me yê kurd li Kurdistana Sûrî.
Helbestvanê navdar “Emerê lalê” li ser texta şano yê bi parçe helbestekê jî amadebû, piştî bi dawî hatina pirograma Koma Arî, hunermendên amade “M. şeref, Ezîz Mihemed, Dilber, Heval qamişlokî, Rêzan, Salar “dîlan gerandin û bi govend û çepkên amadebuyan şahî ya newrozê dom kir.
Em jî Bi navê Koma Arî cejna newrozê li gelê kurd pîroz dikin û spasîyek taybet ji bo her sê rêkxistinên Hewlêrê yên “Azadî, Partî, Yekîtî” û herwiha ji bo orgvan “Emer Kurdaxî”.

Komîta ragihandinê ya

 Koma Arî ya huner û filiklorê kurdî

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…

Qado Şêrîn

 

Dema bêrya helbestê dikim, diçim kilasîkan dixwînim.

Helbet nehemû kilasîk tên xwendin, wek dema me ya aniha. Berê jî gelek helbestvan hebûn, wek aniha, lê hindik mezin bûn û man û hey man, nimûne gelek in, lê gelek jî hema ku mirin winda bûn. Aniha jî gelek xwe dikin…

Şîlan Doskî

 

Şerekê gengaz di navbera Îran û Îsraîlê de ne tenê pirsên jeopolîtîk derdixe holê. Lê ew rasterast bandorê li mîlyonan mirovan dike. Bi taybetî Kurdên li her çar aliyên Kurdistanê dijîn: Rojhilat, Başûr, Rojava û Bakur di bin metirsiyê de ne.

Şerekî bi vî rengî wê ji bo wan…